Wezîrê Karên Navxweyî Çîftçî: Em ê rê nedin kesên ku hewl bidin pêvajoyê sabote bikin
- Polîtîka
- |
- 17 Sibat 2026 14:18
- |
ENQERE - Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî ku di Hevdîtina Waliyan e axivî, bal kişand ser pêvajoya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û got ku ew ê rê nedin kesên ku hewl bidin pêvajoyê sabote bikin.
Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî, di Hevdîtina Waliyan de ku li Vîlayetler Evî ya Golbaşiya Enqereyê hat lidarxistin û wê du rojan bidome, civîna xwe ya yekem a fermî li dar xist. Çîftçî ku axaftina destpêkê kir, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Wekî Wezareta Karên Navxweyî, ji bo xebatên tên kirin bigihên armanca xwe, em ê bi saziyên din re bi awayekî koordîneyî tevbigerin û tiştên bikevin ser milê me, em ê bikin. Qethiyen em ê rê nedin kesên ku hewl bidin pêvajoyê sabote bikin."