Berdana girtiyê 30 salî cara 4’emîn hat astengkirin

Parve bike:

MÊRSÎN - Mustafa Amutgan ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzînganê tê ragirtin, rexmê ku cezayê wî yê 30 salî bi dawî bûye jî, bi hinceta “nebaş haliyê” tehliyeya wî cara 4’emîn hate astengkirin.

 
Mustafa Amutgan ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzînganê tê ragirtin, rexmê ku dema cezayê wî yê 30 salî qediya ye jî nayê tehliyekirin. Amutgan, di sala 1994’an de li navçeya Tarsus a Mêrsînê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Edeneyê ve cezayê muebedê lê hatibû birîn. Amutgan, beriya ku 30 salên wî biqede, ji Girtîgeha Curnê Reş ber bi Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzînganê ve hatibû sirgûnkirin. Amutgan ê ku dihat payîn di 7’ê Tîrmeha 2024’an de were berdan, derket pêşberî Lijneya Îdarî û Çavdêriyê (ÎGK). Lijneyê bi gotina “Em te nasnakin, ji ber vê em nikarin rapora rewşa başhaliyê bidin” û bi hinceta ku “nebaş hal e”, berdana wî cara yekemîn 6 mehan taloq kir.
 
‘NEBAŞ HAL E’
 
Amutgan ê ku dema taloqkirina yekemîn a taloqa cezayê wî di 7’ê Çileyê 2025’an de bi dawî bû, cara duyemîn derket pêşberî lijneyê. Di lijneyê de pirsên wekî “heke tu derkevî tuyê bi kesên pê re hatî girtin re hevdîtinê bikî?”, “Pirsgirêkek di navbera te û malbata te de heye, çima nayên hevdîtinê?”, “Tu poşman î?” jê hatin pirsîn. Amutgan diyar kir ku ew ne poşman e û li ser vê yekê berdana wî cara duyemîn 6 mehan hate dirêjkirin. Amutgan ê ku dema taloqkirina duyemîn a cezayê wî di 7’ê Tîrmeha 2025’an de bi dawî bû, vê carê jî bi hinceta ku “ne poşman e” berdana wî cara sêyemîn 6 mehan hate taloqkirin. ÎGK 12 roj berî tehliyeya wî, di 26’ê Kanûna 2025’an de dîsa civîna xwe pêk anî û çalakiyên ku Amutgan berê beşdarî wan bûbû wekî hincet nîşan da û biryar da ku “nebaş hal e”. Lijneyê berdana Amutgan ê ku dihat payîn di 7’ê Çileyê 2026’an de were tehliyekirin, vê carê bi 3 mehên din tehliyeya wî hat taloqkirin.
 
‘WEKÎ REHÎNE DIGIRIN’
 
Birayê Amutgan, Ahmet Amutgan bertek nîşanî taloqkirina çaremîn da. Amutgan diyar kir ku birayê wî di 7’ê Tîrmeha 2024’an de cezayê xwe qedandiye û ev tişt got: “Rexmê ku di ser qedandina cezayê birayê min re 19 meh derbas bûne jî, bi awayekî keyfî û nehiqûqî nayê berdan. Qala pêvajoyekê tê kirin, lê di girtîgehan de pêvajoyek wisa nîn e. Tevî qedandina cezayê xwe nayên berdan, ev yek nîşan dide ku girtî wekî rehîne tên girtin. Gelek girtiyên mîna birayê min hene. Pêdivî bi qanûnekî nû nîn e, heke li gorî qanûnên xwe tevbigerin, dê bên berdan. Astengkirina kesên ku cezayê wan qediya ye, ji aliyekî ve cezayê mirinê ye. Ev sepan li dijî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in.”
 
MA / Mehmet Guleş