Serokê Baroya Sêrtê: Divê NY li Sûriyeyê rola garantoriyê bileyîze

Parve bike:

AMED - Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn, destnîşan kir ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî êrişên HTŞ’ê yên li ser Sûriyeyê bertek nişan bide û rola garantoriyê bileyîze û got: “Divê hem li Tirkiyeyê û hem jî li herêma Sûriyeyê qadekî siyaseta demokratîk û pergalekî hiqûqa demokratîk were avakirin.”

 
Komên paramîlîter ên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) û Tirkiyeyê, di 6’ê Çileyê de êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Di van êrişan de bi sedan kes hatin qetilkirin, birîndarkirin û koçberkirin. Têkiliya bi taxan re hate birîn. Komên HTŞ’ê piştî Helebê, êrişî Dêr Hafir, Bendava Tişrînê û gelek herêmên din kirin. Li dijî êrişan, ji her derê cîhanê û Kurdistanê bertek berdewam dikin. Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn êriş nirxand.
 
Alptekîn diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê ji geşedanên li Sûriyeyê ne serbixwe ye, divê Tirkiye li vir ne alîgir, lê di pozîsyona navbeynkariyê de be û destnîşan kir ku her gava demokrasiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna Peymana 10’ê Adarê dê li Tirkiyeyê jî aştiyê pêk bîne û ev tişt got: “Lewra bi êrişên ji bo tunekirina Kurd, Durzî û Elewiyan, mixabin zirarê dide hêviya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê.”
 
‘DIVÊ KIRYAR BÊN CEZAKIRIN’
 
Alptekîn rave kir ku li Sûriyeyê tevgerekî “qirkirinê” rû dide û xwest ku NY û dewletên navneteweyî li dijî vê rewşê dengê xwe bilind bikin. Alptekîn anî ziman ku divê ev dewlet rola garantoriyê bilîze û wiha pê de çû: “Li kîjan derê cîhanê binpêkirina mafan a ku gihîştiye asta qirkirinê hebe, çi li ser zarok, jin an jî gelê sivîl be, divê dadgehên cezayê yên navneteweyî û NY berpirsiyariyê li xwe bigirin, nûner û garantoran bişînin û binpêkirinan tespît bikin. Divê kiryar tavilê bên aşkerakirin û cezakirin.”
 
Alptekîn anî ziman ku pêdiviya vê pêvajoyê bi garantoran heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêdiviya bi vê yekê di rojeva raya giştî de jî diyar bû. Ji ber vê, divê neyê fikirîn ku pêvajoya aştiyê ya li vir bi dawî bibe, ji Rojava û Sûriyeyê serbixwe ye. Divê her kes di warê ziman, şêwaz û çalakiyê de vê berpirsiyariyê li xwe bigire.”
 
‘DIVÊ PERGALEKÎ HIQÛQA DEMOKRATÎK WERE AVAKIRIN’
 
Alptekîn diyar kir ku ew di nava amadekariyan de ne ji bo tevkariya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gavên herî erênî yên di vê pêvajoyê de ev in: Tiştên tên dayîn û girtin divê ne wekî keremekê bin, divê bi temamî di çarçoveya destûra bingehîn û hiqûqî de bên nivîsandin û mîsogerkirin. Ger gavên qanûnî neyên avêtin, dê fikarên mîna sibê dê ev kes biçin lê pêvajo xera bibe çêbibin. Ji ber wê yekê, divê hem li Tirkiyeyê û hem jî li herêma Sûriyeyê qadekî siyaseta demokratîk û pergalekî hiqûqa demokratîk were avakirin.”
 
MA / Rukiye Payiz Adiguzel