Demîrê ÎHD’î: Êriş dê bibin sedema qutbûna hestewerî

Parve bike:

MÊRSÎN - Cîgirê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Hakki Demîr diyar kir ku heke Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser neke, dê qutbûna hestewerî kûrtir bibe û destnîşan kir ku şerê li Sûriyeyê bandorekî rasterast li ser îxtîmala aştiyê ya li Tirkiyeyê dike.

 
Êrişên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguherîn pêlekî tundiyê ya berfireh a li dijî sivîlan. Komên paramîlîter ên bi piştgiriya siyasî û leşkerî ya Tirkiyeyê tevdigerin, bûn sedem ku bi sedan kes jiyana xwe ji dest bidin, gelek sivîl bên dîlgirtin û bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bibin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Hakki Demîr, êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û destnîşan kir ku gavanavêtina Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de, rageşiya herêmî û civakî kûrtir dike.
 
‘DÊ BIBE SEDEMA QUTBÛNEKÎ HESTEWERÎ’
 
Demîr anî ziman ku piştî destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li Tirkiyeyê tu gavên şênber nehatine avêtin ku pêvajoyê bixe bin mîsogeriyê û ber bi aştiyeke birûmet ve bibe û ev tişt got: “Tiştên li Heleb û li Sûriyeyê diqewimin qeyranekî giran a mafên mirovan e û bêdengiya welatên ku xwe wekî nûjen pênase dikin, pirsgirêkekî din e. Mixabin di nava aliyên ku xwe wekî muxalifên Tirkiyeyê dibînin de jî me tu bertek nedît. Komkujiyên komên cîhadîst ên girêdayî HTŞ'ê ve nehatin dîtin. Lêbelê li Rojhilata Navîn yekane gelê ku jiyana sekuler diparêze Kurd in. Têkiliya bi HTŞ'ê re dê bibe sedema qutbûnekî hestewerî di nava gel de.”
 
‘DIVÊ CIVAK XWEDÎ LI AŞTIYÊ DERKEVE’
 
Demîr anî ziman ku heke li Tirkiyeyê behsa aştiyê bê kirin, ev yek bi sînorên welat nabe û aştî bi Kurdan re li her derê cîhanê pêwîst e. Demîr anî ziman ku Kurdên Sûriyeyê ne dijminên Tirkiyeyê ne û wiha berdewam kir: “Tirkiye bi HTŞ û bermahiyên DAIŞ'ê re pir bi hêsanî dikare hevdîtinê bike, lê çima bi Kurdan re nake? Pirsgirêka herî mezin bêdengiya partiyên siyasî, saziyên civakî û sendîkayan e. Divê civak û gel xwedî li vê aştiyê derkevin, divê gel wan neçarî aştiyê bike.”
 
‘KURD NEÇAR IN KU XWE BIPARÊZIN’
 
Demîr destnîşan kir ku HTŞ bi hişmendiya berê tevdigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîmenên ku jinekê ji avahiyê davêjin û tekbîr tînin, serjêkirinên DAIŞ'ê tîne bîra mirov. Ev trawmayek e. Kurd neçar in li cihê lê ne xwe biparêzin. Bêyî temînat û peymanan çekberdan ji bo Kurdan tê wateya întîharê. Em parêzvanên mafên mirovan in, em tu carî şer naparêzin lê her mirovek xwedî mafê jiyanê û parastina cewherî ye. Ev ji bo gelan jî wusa ye.”
 
‘HETANÎ LI SÛRIYEYÊ ŞER HEBE, LI TIRKIYEYÊ AŞTÎ NABE’
 
Demîr diyar kir ku heta li Sûriyeyê şer berdewam bike, li Tirkiyeyê aştî pêkan nîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo pêşîgirtina li provokasyonan, divê ji dibistana seretayî ve perwerdehiya mafên mirovan were dayîn. Li Sêwasê girse prove kirin û li Otela Madimakê 33 kes hatin şewitandin. Em wek parêzvanên mafên mirovan dibêjin; heke di dilê mirov de wicdan û hişmendiya mafên mirovan hebe, tu kes nikare wî mirovî provoke bike ku mirovekî din bişewitîne.”
 
MA / Abdulkadîr Ayten