ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2026'AN

Parve bike:
* Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn, destnîşan kir ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî êrişên HTŞ’ê yên li ser Sûriyeyê bertek nişan bide û rola garantoriyê bileyîze û got: “Divê hem li Tirkiyeyê û hem jî li herêma Sûriyeyê qadekî siyaseta demokratîk û pergalekî hiqûqa demokratîk were avakirin.”
 
* Cîgirê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Hakki Demîr diyar kir ku heke Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser neke, dê qutbûna hestewerî kûrtir bibe û destnîşan kir ku şerê li Sûriyeyê bandorekî rasterast li ser îxtîmala aştiyê ya li Tirkiyeyê dike.
 
* Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Kurdan, li dijî pêvajoyê “sabotaj” in. 
 
* Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê, der barê êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de axivîn û gotin ku divê her kes li dijî komkujiya li Rojava dengê xwe bilind bike.
 
* Mustafa Amutgan ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzînganê tê ragirtin, rexmê ku cezayê wî yê 30 salî bi dawî bûye jî, bi hinceta “nebaş haliyê” tehliyeya wî cara 4’emîn hate astengkirin.