ENQERE - Profesorê Alman Norman Paech, got: “Divê hebûn û nasnameya Kurdan û kêmaniyên din bi rêya mafên kolektîf were parastin.”
Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê di roja duyemîn de berdewam dike. Rûniştina sêyemîn bi sernavê “Ji netewe dewletê ber bi neteweya demokratîk ve” hat lidarxistin. Moderatoriya rûniştinê Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay kir.
Piştre jî Profesorê Alman Norman Paech axivî. Paech, hevdîtina xwe ya di sala 1996’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiribû vegot. Paech, da zanîn ku hevdîtina wan li dora pirsan teşe girt û got: “Ya yekemîn; di têkoşîna rizgariyê de rola tundiyê, ya duyemîn jî; pirsa têkildarî avakirina dewleteke cuda yan jî domandina têkoşîna ya di nava vê dewletê de û sînormayîn bi xweseriyê yan jî xwebirêvebirinê. Her du pirs jî, bi nêrîneke muxalîf ku biryara têkoşîna li dijî Tirkiyeyê ya xwedî çekên giran û endama NATO’yê bi dawî kiriye, feraseteke demokrasiyê ya ku em her du jî xwedî heman fikran re eleqedar bû. Di heman demê de, avakirina dewleteke cuda ya Kurd jî di xwe de dihewand. Vê jî, li dijî cîhaneke kapîtalîst û demokrasiyê, xwe dispart şikberiyeke kûr û xwedî bingeheke qahîm. Demokrasî, hem xwedî karekterekî emperyalîst bû hem jî takekesî bû ku hêj niha jî wisa ye. Armanca tevgera rizgariyê divê ne bidestxistina dewletê be. Divê ew be ku pêvajoya biryardayîna siyasî dewrî civakan, taxan, odeyên pîşeyan û konseyan bike. Lewma jî ev têgeh; şêweyê fikra ku saziyên herêmî bi awayekî asoyî dibin yek, biryarên sereke yên siyasî didin û bi vê yekê re netewe dewletên êdî modeya wan derbas bûye bêwate bike ye. Têgeha neteweya demokratîk a Ocalan, tê wateya civakeke siyasî ya ku ji hêla netewe dewleteke bi awayekî homojen nehatiye avakirin, lêbelê qeydên hevpar ên demografîk diyar kirî û ji hêla nasnameyên cur bi cur ve hatiye diyarkirin e.”
'HÊJ JÎ DERBASDAR E’
Di berdewama axaftina xwe de Paech da zanîn ku pirsgirêka neteweyî ne bi rêya netewe dewletê lê bi wekhevî û demokratîkbûnê dikare were çareserkirin û ev nirxandina xwe bi gotina Abdullah Ocalan a “Çawa ku ewr di hundirê xwe de baranê dihewînin, kapîtalîzm jî bi heman awayî şeran dihewîne” piştrast kir. Paech, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi ser re 100 sed sal jî derbas bibin ev gotin hêj jî derbasdar e. Bi sedan sala ye hewla êrişkarî, hevrikî û serdestiyê bûye taybetiya karekterîstîk a dewleta kapîtalîst. Tevî gelek hewldanên weke Peymana Laheyê ya di sala 1907’an de, Pakta Breon Kellogê ya di sala 1928’yan de yan jî hiqûqa navneteweyî jî pêkan nebû ku şerê navneteweyî were bidawîkirin. Heke em bi nêrîna hiqûqnasên navneteweyî li feraseta demokrasiyê binêrin, mafê tayînkirina qedera xwe, ji bo gelê Kurd û gelên mîna wê bikarin hebûn û nasnameya xwe biparêzin û misoger bikin, normekî bingehîn e. Mafê tayînkirina qedera xwe, di Destûra Bingehîn a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, di fikrayên 1’emîn û 2’yemîn ên Destûra Bingehîn a Neteweyên Yekbûyî de, pir kin û bi awayekî rasthatî behsa wê tê kirin. Ev maf, piştî bi salan û piştî gelek biryaran weke têgehekî hiqûqî ya diyarker hat qebûlkirin.
MAFÊN KÊMANIYAN BI RÊYA MAFAN DIVÊ WERE PARASTIN
Ocalan, di sala 1996’an de dev ji fikra ku ji Tirkiyeyê veqetin û dewleteke cuda ya Kurdan ava bikin berda. Ev yek, bi xwe re alternatîfa ku di nava sînorên Tirkiyeyê de demokratîkbûnê pêş bixe û alternatîfa pergala nenavendî û federaliyê pêş xist. Ji hêla qanûnî ve her du daxwaz jî dikarin bên qebûlkirin. Lêbelê dewleteke mîna Tirkiyeyê ku navendperest e, ji hêla siyasî ve zorê dide. Dema di Danezana Mafên Kêmaniyan de dixebitîm, hikûmeta Tirk li dijî naskirina kêmaniyan daxuyaniyeke aşkerayî dayî û endamên kêmaniyan hewaleyî mafên mirovan kir. Li gorî destûra bingehîn a Tirk û mewzûatên din, bêyî îstîsnayek hebe hemû hemwelatiyên Tirk xwedî heman maf û statûyê ne. Lewma jî mimkûn nîne ku li dijî komeke etnîkî, olî yan jî zimanî cihêkarî were kirin. Ji bilî vê, em di wê baweriyê de ne ku divê kesên etnîk, ol û zimanên wan cuda hewceye di çarçoveya mafên mirovan de bên nirxandin. Di xala 27’an a Danezana Mafên Mirovan de, kêmkirina parastina kêmaniyên din bin misogeriyê de, bi destnîşankirina mafên şexsî ev kes nikarin werin parastin û edalet pêk nayê. Hewceye hebûn û nasnameya kêmaniyên wekî Kurdan ên etnîkî, zimanî yan jî çandî, bi rêya mafên kolektîf were parastin.
PARADÎGMAYA DEMOKRATÎKBÛNÊ YA OCALAN
Bi vê yekê re dor hate nivîskarên lêkolînan; Weqfa Aborî û Lêkolînên Civakî ya Tirk (TESEV), di salên 2008 û 2010’an de ji bo hikûmetê çendek pêşniyar pêşkeş kir bê ka rêveberiyên xwecihî, şaredarî û rêveberiyên herêmî û xwerêveberî dikarin çawa bên pênasekirin û di destûra bingehîn de cih bigirin. Heke bi kurtasî vebêjim; weqf pêwîstiya bi pergala nenavendî tîne ziman û dibêje ku ji bo vê pergalê ne tenê bi guhertina newekheviya di navbera herêman û avadaniya aborî ya civakê de, di heman demê de pêwîstî bi demokratîkbûnê heye. Di heman demê de, hewceye herêm divê weke yekîneyên herêmên xweser were avakirin. Ji ber ku ji roja komar hatiye avakirin heta niha, avadaniya bajaran pir guherî. Belavkirina rayeyê ya di navbera dewleta navendî û yekeyên rêveberiyên xweser de, bêyî ku bêhtir bikevin nava kitekitên wê, divê bi hêsanî bên sererastkirin. Ev xebat nîşan dide ka fikr û pêşniyarên Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê raber kiriye, di nava civakê de çiqas cih girtiye. Û nîşan dide ku nîqaşên di nava 30 salan de bi temamî guherîne.
ŞENSEKÎ WE YÊ PIR BAŞ HEYE
Êdî mijarên di sala 1996’an de li ser dihat nîqaşkirin li wê demê man û niha li ser pirsgirêk û pirsên nû tê nîqaşkirin. Ev, guherîna demê ye û wê hêviya ku ev guherîna demê bidome dide. Lêbelê, ji bo ku ev veguhere guftûgoyeke ku bi xwe re rastiyên demokratîk ên nû diafirîne, kêmasiyek heye. Hewce dike ku Ocalan, ji wê îzoloasyona dermirovî ya li Girava Îmraliyê were derxistin. Dema pozîsyon û cihê lîderê gelê Kurd a di nava civaka Tirk de heq dike hate dayin, şervanên li çiyayên Iraqê bêyî ku xetereyek çêbibe dê bikarin vegerin û wê demê dê welat demokratîk bibe. Şensekî we ye pir baş heye û ev şens ber bi we ve tê.
HEWCEYE EM JI BO DOZA KURDAN TÊBIKOŞIN
Destûrê bidin min ku di dawiyê de nîşeyeke şexsî bibêjim; ez ji Almanyayê têm. Anku ji welatekî PKK hêj weke rêxistina terorê tê dîtin û qedexe. Dema hikûmeta Alman di sala 1993’yan de PKK weke derqanûnî ragihandî, gelê Kurd ji min xwest ku em li dadgeha îdarî ya herî bilind dozê vekim. Li ser bingeha hiqûqa navneteweyî, ez li dijî dadgehê têkoşiyam. Lê heta niha jî min nekariye bi ser kevim. Hewceye em ji bo doza Kurdan têbikoşin.”
