AMED - Daîreya Bacê ya Dîlokê, bi hinceta deyna xwarinê yê Mehmet Bozan Karayilan ê ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê hat tehliyekirin, dest danî ser bûrsa keça wî ya xwendekara zanîngehê.
Mehmet Bozan Karayilan ê ku di 27'ê Kanûna 2019'an de li Rihayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, di 10'ê Îlona 2020'î de di danişîna li Dadgeha 6'emîn a Cezayê Giran de 9 sal cezayê girtîgehê xwar. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), di 23'yê Cotmeha 2024'an de biryar da ku mafê “lêpirsîna şahidan ê di çarçoveya mafê darizandina adil de” hatiye binpêkirin. Karayilan ê ku di 18'ê Kanûna 2024'an de hat tehliyekirin, bi vê biryarê ve ji ber xwarinê bi deyneke zede ji dewletê re deyndar bû.
Daîreya Bacê ya Dîlokê, ji bo deynê xwarinê ya pêvajoya ku Mehmet Bozan Karayilan 5 salan li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê girtî ma, dest danî ser 12 hezar û 500 TL bûrsa ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ve dabûn keça wî ya xwendekar. Hat diyarkirin ku ji 8'ê Cotmehê ve dest hatiye danîn ser bûrsa keça Karayilan, Z. Karayilanê.
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel

