11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e

  • rojane
  • 09:08 2 Kanûn 2025
  • |
img

ÎZMÎR - Parêzer Ulaş Ertaş, 11'emîn Pakêta Darazê ya ku pêşkêşî Meclisê hatiye kirin û dê sibê li Komîsyona Edaletê were nîqaşkirin rexne kir û got: "Bi vê pêvajoya nû re, divê bi awayekî tevahî û bi Qanûneke Înfazê ya nû newekheviyên di qanûnên înfazê de werin rakirin."

 
11'emîn Pakêta Darazê ya ku di raya giştî de bûye sedema nîqaşên mezin, di 27'ê Mijdarê de pêşkêşî Serokatiya Meclisê hatkirin. Di pakêta ku ji 38 xalan pêk tê de, hebûna mudaxeleyên li dijî azadiya îfade û ramanê bal kişand. Li gel verastkirinên têkildarî sûcên behîsa sanal, qumara sanal, xapandin, di rojên pîrozbahiyê de derxistina aloziyan û birîna rê ya di trafîkê de, di pakêtê de verastkirineke nû ya înfazê jî cih digire. Li gorî vê, girtiyên ku beriya 31'ê Tîrmeha 2023'yan sûc kirine lê cezayê wan tekez nebûye, dê bikaribin dema serbestiya bi kontrol li derve temam bikin. Lêbelê wekî verastkirinên berê girtiyên siyasî dê ji vê verastkirinê jî sûdê wernegirin.
 
Em têkildarî 11'emîn Pakêta Darazê ya ku dê sibê (3'yê Kanûnê) li Komîsyona Edaletê were gotûbêjkirin bi parêzer Ulaş Ertaş re axivîn.
 
'PAKÊTA DARAZÊ PIRSGIRÊK E'
 
Ertaş diyar kir ku di verastkirinên ku di 31'ê Tîrmeha 2023'yan de bi "destûra kovîdê" hatin kirin de pirsgirêkên teknîkî hebûn û ev tişt got: "Wê demê jî em pir li dijî vê derketin. Hat gotin ku ev şaşiya teknîkî dê piştre bi 10'emîn Pakêta Darazê ve were verastkirin. Lêbelê di 11'emîn Pakêta Darazê de bi Qanûna Înfazê ya Hêjmar 5278'an careke din hat pêşber^ş me. Qanûna ku derketiye, bi awayekî aşkera radixe ber çavan bê ka qanûna înfazê çawa hatiye dabeşkirin. Pakêtê, dîroka 31'ê Tîrmeha 2023'yan ne wekî dîroka tekezbûna cezayê, wekî dîroka sûc esas girt. Di verastkirina ku ji bo hikumxwarên edlî hat kirin de, rewşa kontrolê an jî derbasbûna girtîgeha vekirî ji bo kesên beriya vê dîrokê sûc kirine çêbû. Guhertina di sala 2023'yan de jî, guhertinên di vê pakêtê de jî desthilatê kirin. Dema em dinêrin, em dibînin ku desthilat tiştekî nû dernaxe holê, verastkirinên ku didin ber me wekî tiştekî nû nîşan didin. Di vê çarçoveyê de pakêta darazê pir bi pirsgirêk e."
 
GIRTIYÊN SIYASÎ TÊ DE CIH NAGIRIN
 
Ertaş rave kir ku di pakêtê de sînorê jêrîn ê hin sûcdariyên di qanûna cezayê de hatiye zêdekirin û xalêm nû li hin sûcdariyan hatine zêdekirin û diyar kir ku ji ber ku ev xalên nayên pêşbînîkirin in, tên nîqaşkirin û wiha pê de çû: "Pêşnûmeyên ku vekirî û nayên pêşbînîkirin hene. Ji ber vê yekê divê em rexne bikin. Xalek din a ku divê em rexne bikin jî ew e ku di înfazê de wekhevî tune ye. Di qonaxa înfazê de dema mafê çûyîna girtîgeha vekirî an jî kontrolê didin hikumxwarên edlî, ev girtiyên siyasî di nava xwe de nahewîne. Em dibînin ku awayekî aşkera bêedaletî heye. Tevî ku em vê yekê bi israr dibêjin jî desthilat a ku pêşnûmeyê amade dike, tu reaksiyonekê nîşan nade û hikumxarên siyasî bi awayekî aşkera rastî cihêkariyê tên. Em vê şiklê pêşnûmeyê rexne dikin. Dema ku em di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dinirxînin, ew rastiya ku hikumetê di pêşnûmeqanûneke dadwerî ya hêsan de guhertinek hêsan nekiriye û tu pêşveçûnek erênî nîşan nedaye ev jî nîşana kêmasiyên wê ye."
 
'PÊŞNÛMEQANÛN BÛNE WEKÎ PÎNEYAN'
 
Ertaş, pêşnûmeqanûnên desthilatê wekî "pîne" pênase kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Desthilat li şûna ku pergaleke nû ava bike û qanûneke înfazê ya bêhtir pêşbînîkirî çêbike, her tim di lêgerîna çêkirina pîneyan de ye. Lewma di pêşnûmeqanûna nû de verastkirinên ku dê binpêkirinên mafan zêde bikin hene. Desthilat, dibêje 'me wekhevî pêk anî'. Lêbelê yên ku bûn sedema van kêmasiyan dîsa hûn bûn. Ev pakêta ku edaleta cezayê pêk nayîne di civakê de tu wateya wê tune ye. Bi vê pêvajoya nû re, divê bi awayekî tevahî û bi Qanûneke Înfazê ya nû newekheviyên di qanûnên înfazê de werin rakirin."
 
MA / Ugurcan Boztaş

Sernavên din

09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’
09:48 Hevjîna girtiyê nexweş: Heke li wir bimîne dê bimire
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin
09:00 Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN
30/11/2025
16:51 Projeya ku dê ‘Ava Spî’ ziwa bike hate protestokirin
16:32 Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmezê bi girseyî hat ziyaretkirin
16:29 Li Gimgimê 30 hezar darên berûyê hatin danîn
16:20 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:16 Li Sêweregê ZIWAN-KURD hate vekirin
15:43 Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
15:13 Li Asyayê karesata lehiyê: Zêdetirî 620 kes mirin
14:46 Li Mêrsînê panela aştiyê: Êdî ne dema axaftinê dema gavavêtinê ye
14:22 Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
14:21 Wekîlên Ewropî xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin
14:01 Şîna Suheyla Baytekînê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:02 Li Girtîgeha Erzînganê girtî hatin derbkirin û sirgunkirin
12:51 Gefa li hevşaredarên Cizîrê hat xwarin protesto kirin: Divê berpirsyar hesabê bidin
12:27 Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû: Têkoşîna me ji bo entegrasyona hiqûqî ye
12:05 Li ser rêya Colemêrg-Wanê wesayîtak kete bendavê: 3 kes winda ne
12:04 Pirtûka “Çîroka Zarokên Roj û Agir I’ a Rotînda derket
10:10 ‘Rêya xelasiya ji krîza aborî aştî ye’
10:02 'Em ê aştiyê bînin vî welatî û hêviya xwe qut nekin'
09:42 Hejmara 144’an a kovar Jinê derket
09:25 Li Gine Bissauyê hikûmeta nû hate avakirin
09:06 'Rayedarên li Şirnexê bêhiqûqiyan dikin bila li gorî qanûnan tevbigerin'
09:03 'Ji bo mafê hêviyê xala 90'emîn a destûra bingehîn bes e'
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2025'AN
29/11/2025
18:09 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:34 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:02 Mitînga KESK'ê ya Wanê: Ne ji şer, ji aştiyê re budçe
15:55 Yurur û Taş ên PKK'yî hatin bibîranîn
15:23 Xwestin girtiyên nexweş Delal Tekdemîr û Salih Gun bên berdan
14:55 Xizmên windayan li 4 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:19 Dayikên Şemiyê ji bo Mahmut Dogan doza edaletê kirin
13:10 Welatiyên beşdarî şahiya gel bûn: Em ji bo aştiyeke birûmet bitêkoşin
12:54 Amîrê Polîsan gef li hevşaredarên Cizîrê xwarin
12:23 Tayîp Temel: Em li bendê ne ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe
12:08 Ji Mesûd Barzanî spasî ji bo Abdullah Ocalan: Em piştevanê pêvajoyê ne
10:10 Ciwanan salvegera damezrandinê pîroz kirin
10:03 Sagkan: Ji bo avakirina aştiyê divê serweriya hiqûqê bê avakirin
09:08 Tê plankirin ku li şûna Polîs Okûlûya berê bîna bê çêkirin
09:07 Li Helebê dîsa gefa DAIŞ'ê!
09:05 10 sal in ji ber posterekî tê darizandin
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2025'AN
28/11/2025
21:49 Bayindir: Hêza me ya ku em bi desthilatê gav bidin avêtin heye
19:52 Ji bo Dîlan Karamanê komîsyona lêkolînê hat avakirin
19:41 Amedsporê li qada xwe Eroksporê têk bir
19:32 Papa 14. Leo li Stenbolê ye
19:07 Bermal Nergîs û Muhlîse Karaguzel hatin berdan
18:59 Ji Şaredariya Peyasê der barê 'peyker' de daxuyanî
17:58 Banga Abdullah Ocalan li Almanyayê li dadgehê hat xwendin
17:13 Panela 'Di Îslamê de Aştî û Civaka Demokratîk': Aştî rastiya hevpar a mirovahiyê ye
16:17 ‘Girtiyên nexweş berdin, binpêkirinan bidawî bikin’
15:43 Hewldana Edalet ji bo Roboskî: Divê Qanûna Heqîqet û Edaletê bê derxistin
15:01 Dîlan Karaman bi tilîliyan hat definkirin
14:36 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:28 Elçî hat bibîranîn: Bi raboriyê re hevrû bibin, cînayetê ronî bikin
13:19 ‘Ozgur Halk’ dê di sala nû de dest bi weşanê dijîtal bike
12:00 Di bûyera cînayetên li Qoserê de 2 kes hatin girtin
11:48 Tehliyeya 6 girtiyan hate taloqkirin
11:43 Derûnînas Erol: Di zêdebûna întiharan de pirsgirêkên civakî û nebûna edaletê bibandor e
10:52 13 sal in nikare hebûna xwe îspat bike!
10:51 TJA: Em ê nehêlin mirina bi guman a Dîlanê di tariyê de bimîne
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê: Em ê bişopînin
10:31 Ji doza PKK'ê 30 salan di girtîgehê de ma: Xebata serdema nû avakirina civaka demokratîk e
10:25 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Abdullah Ocalan got ku lêgerîna esasî, mitabeqeta siyasî ye
10:24 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetikirin hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
09:32 Bekaroglû: Partiyeke ku namzedê desthilatdariyê divê hin rîskan bigire
09:14 Hejmara kesên di şewata Hong Kongê de mirîn derket 94’an
09:11 Karkerên mandaliyan hewl didin li dijî heqedsta kêm kooperatîfê ava bikin
09:05 Li Girtîgeha Kirşehîrê hewldanên provakatîf
09:04 'Ji bo vegerê û çekan divê zagonek were amadekirin'
09:02 Tenduristkarê hat îxrackirin 10 sal in li nav zeviyan dixebite
09:01 Parêzer Çaglar: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re xwezayî, rewa û hiqûqî ye
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2025'AN
27/11/2025
23:43 Ajansa Welat sala xwe ya yekemin pîroz kir
16:26 Qada bajêr a Şakiro hat vekirin
15:54 Cara sêyemîn xwîn çû ser mêjiyê rojnamevan Aykol