AMED - Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu têkildarî pêvajoyê axivî û got ku divê ji bo pêşketina pêvajoyê gavên baweriyê didin bên avêtin. Wekîlê DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen jî anî ziman ku piştgiriya civakê ya ji pêvajoyê re girîng e.
Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û Wekîlê Partiya DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen têkildarî pêvajoya bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin axivîn. Wekîlan gotin ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet gavên şênber biavêje û civak jî piştgiriyê bide.
Tanrikulu, diyar kir ku heke zêdetirî saleke bi ser pêvajoyê re derbas bû û got: “Bi rastî jî di nava 3 mehan de komîsyonê xebatên girîng kir. Parvekirinên pir biqîmet hatin kirin. Alî, sazî, kesên zirar gihiştiyê û hwd. her aliyê pirsgirêkê nirxandin û vegotin. Hinek saziyan serê xwe pir pê êşandin, mînakên li cîhanê lêkolîn kirin û parve kirin. Em bi vê keyfxweş bûn. Li gorî min aliyê kêm ê komîsyonê ew e ku mixabin tevdîrên baweriyê xurt dikin naxe rojeva xwe. Dikariyan ji bo bendewariya demokratîkbûnê gavan biavêje. Lê AKP’ê xwe neda ber. Di mijara qanehkirina civakê de serkeftî nebûn.”
'BAWERIYA BI AKP’Ê TUNE YE’
Tanrikulu, anî ziman ku baweriya civakê ya bi AKP’ê nîne û wiha pê de çû: “Beşeke mezin a civakê dixwaze pêvajo bi ser keve û piştgiriyê jî dide. Lê ji ber pêvajoyên berê, bawerî bi AKP’ê nîne. Ev jî bandorê li pêvajoyên biryardayînê dike. Divê xebatên qanûnsaziyê ne tenê ji bo çekberdanê û entegrasyonê be, divê yekser ji bo demokratîkbûn û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya edaletê be. Li gorî min AKP ne xwedî heman pozîsyona di destpêkê de ye. Ji ber ku ji ewil digot pirsgirêkeke Kurd a Tirkiyeyê nîne, meseleya ‘terorê’ ye, Tirkiyeyê meseleya Kurd çareser kiriye û peywira komîsyonê jî bidawîkirina ‘terorê’ ye. Bi vî awayî dinirxand. Lê sazî, şexsiyet û zanyarên wan di komîsyonê de gotin ku mesele ne tenê meseleya ewlehiyê û tundiyê ye. Lewma dê demokratîkbûn jî di rojeva komîsyonê de be.”
DIVÊ VERASTKIRINÊN ZAGONÎ BÊN KIRIN
Wekîlê Partiya DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen jî anî ziman ku divê verastkirinên zagonî tavilê bên kirin û ev nirxandin kir: “Ya rast ew bû ku piştî aliyan îradeya xwe raber kirin, zemîna verastkirinên zagonî bihata kirin. Ez vê dibêjim; birêz Bahçelî bang kir, Ocalan jî bersiv da. Piştî vê, diviyabû bingeheke hiqûqî bihata amadekirin. Lê di vê mijarê de dereng man. Hêviya me ew e ku komîsyon tavilê rapora xwe amade bike û derbasî verastkirina qanûnan bibe. Divê beriya îsal xelas bibe zagonên ku dibin zemîna pêvajoya fesix û tesfiyeyê derkevin û piştre jî verastkirinên zagonî yên têkildarî maf, hiqûq, azadî û demokrasiyê dest pê bikin.”
'DIVÊ PÊVAJO JI GEL RE BÊ VEGOTIN’
Ekmen, anî ziman ku divê hemû beşên civakê pêvajoyê rast fêm bikin û piştgiriyê bidin û wiha axivî: “Ev yek girîng e. Siyasetmedar û partiyên siyasî di dawiya rojê de li anketan dinêrin û heke pirsgirêkekê bibînin, dudil dibin. Divê ne tenê civaka Kurd lê aliyê Tirkiyeyê jî meseleyê rast fêm bike û van her du meseleyan safî bikin; daxwazeke Kurdan a dabeşkirinê nîne û divê hem Kurd hem jî Tirk mijara maf, hiqûq û azadiyê weke dabeşbûnê nebînin. Biqasî civaka sivîl, divê medya jî piştgiriyê bide pêvajoyê.”
ZIMANÊ MEDYAYÊ
Ekmen, daxuyand ku zimanê medyayê girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Zimanê medyayê yê niha pirsgirêk e. Biqasî medyaya piştgiriyê dide, yên dijberî pêvajoyê jî hene. Em vî zimanî rast nabînin. Di dawiya dawî de dê aştî çêbibe û yên nerazîbûnê nîşan didin jî dê ji xwe şerm bikin.”
MA / Fethî Balaman
