STENBOL - Jin dê bi dirûşma “Em di aştî û azadiyê de biisrar in” li Bakirkoyê “Kursiya Aştî û Azadiyê” danin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê, Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê, Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM), Partiya Karkerên Sosyalîst a Şoreşger (DSÎP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP) û Femînistên Sosyalîst û dê di 16’ê Mijdarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoy a Stenbolê bi dirûşma “Em di aştî û azadiyê de biisra in", “Kursiya Aştî û Azadiyê” bê danîn.
Bername dê bi lêxistina erbaneyê dest pê bike û jin der barê azadiya jinan û hêviya xwe ya aştiyê de biaxivin.
‘EM BI HEV RE DAXWAZA AŞTÎ Û AZADIYÊ BIKIN’
Di metna bi îmzeya 9 saziyan de wiha hat gotin: “Jin di vê têkoşînê de bi tenê nînin; em jiyan, aştî, hêvî û azadiya xwe bi hev re hembêz dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku daxwazên xwe yên ji bo aştî û azadiyê li ser Kursiya Aştiyê bînin ziman û bi hev re aştî û azadiyê ava bikin."
BANGA TEVLIBÛNÊ HAT KIRIN
Di heman demê de ji hêla TJA'yê ve li taxa Demîrkapi ya navçeya Bagcilarê esnaf hatin ziyaretkirin. Di serdanan de aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel axivî û got: "Di hevdîtina ku tê kirin de armanc, azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e. Em dixwazin ku dewlet gavên şênber biavêje. Her wiha di 16'ê Mijdarê de Kursiya Aştiyê dê bê danîn û em ê li vir bi jinan re daxwazên xwe binîn ziman. Em ji wir banga tevlibûnê li hemû jinan dikin.”
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî daxuyand ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiyên xwe li dar dixin û banga tevlibûna “Kursiya Aştiyê” kirin.
