ÎZMÎR - Endama Meclîsa HDP’ê Arîfe Çinar a li Menemenê hat binçakirin, hat girtin.
Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Arîfe Çinar a di 20’ê Hezîranê de, dema xebatên hilbijartinê bi rêve dibir li navçeya Menemen a Îzmîrê hat binçavkirin, piştî lêpirsîna Midûryeta Polîsan sewqî dadgehê hat kirin. Çinar, ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di sala 2012’an a derbarê wê de vekirî, bi rêya SEGBÎS’ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê. Dozgeriyê Çinar bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi heman îdîayê biryara girtinê derbarê Çinar de da û Çinar şand Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakrana Îzmîrê.