ŞIRNEX - Li sûka navenda Hezexê trafoyek teqiya, 2 jê giran 3 kes birîndar bûn.
Li sûka navenda navçeya Hezexê ya Şirnexê trafoyek bi dengek bilind teqiya. Di dema teqîna de, welatiyên bi navê Emîne Ozek, Reşît Ariz û Beşîr Akan ên nêzî trafoyê birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û hatin dermankirin. Hat diyar kirin ku rewşa du birîndaran girane û sewqî nexweşxaneyên cuda hatin kirin.