NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’iyan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Riha, Mereş û Meletiyê serdan pêk anîn û gava ji hilbijêran deng xwestin, hilbijêran jî peyama “Ji xwe gel ji duh de amadene ku wan teqawid bikin.”
Namzetên HDP’ê yê Rihayê çûn serdana dikandar û gundan û dûre beşdarî xebatên standê bû. Namzetan gava ji hilbijêran deng xwestin, hilbijêran jî peyama "Ji xwe gel ji duh de amadene ku wan emekdar bikin."
MEREŞ
Namzetên HDP’ê yên Mereşê jî, bê navber xebatên hilbijartinê li gund û navçeya Pazarçikê berdewam kirin. Namzet, her ciha diçûnê rastî heskirin û eleqeyek mezin a jin, ciwan, zarok, kal û piran hatin. HDDP’iyan hemû kes yek bi yek hembêz kirin û deng ji bo HDP’ê xwestin.
MELETÎ
Namzetên parlamenteriya HDP’ê yên Meletiyê jî, li navend û navçeyên bajerê yek derî nema ku lê nedan û yek kolan nema ku neketinê. HDP’iyan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de taxên Gozene, Cafana, Seydîuşagi, Haçova û Koçdere yên navçeya Yeşîlyurtê ziyaret kirin û ji hemû hilbijêran deng xwestin.