Gundiyên sindoqên wan hatin veguhastin: Çi bivê em ê bikin

  • rojane
  • 08:55 20 Hezîran 2018
  • |
img

COLEMÊRG – Li Colemêrgê bi hinceta "ewlehiyê" YSK'ê biryar dabû ku dê sindoqên gelek deveran bên veguhastin. Gundiyên ku bertek nîşanî vê yekê dan, destnîşan kirin ku ew ê xwedî li deng û sindoqên xwe derkevin. 

Dê sindoqa gundê Minyanîş ê navçeya Çelê ya Colemêrgê li gundê Gêmanê bê bicihkirin. Şêniyên Minyanîşê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin, sindoqan dibin kuderê bila bibin lê ew ê biçin û dengê xwe bi kar bînin. Her wiha gundiyan destnîşan kir ku heta ku sindoq biçin Desteya Hilbijartinê ya BIlind (YSK) ew ê li ser sindoqan bin. 
 
‘EM Ê JI VÊ ZILMÊ XELAS BIBIN' 
 
Şêniyê gund Rahmî Olmez, bilêv kir ku li gund jin û mêr hemû kes ji bo ewlehiya sindoqan seferber bûne û got: "Serê sibehê zû piştî dengdayînê em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin. Heta êvarî mayîna li ber sindoqan ne bes e. Heta ku dengên sindoqê neyên hejmartin û ardestî desteya hilbijartinê ya navçeyê neyên kirin, em ê li ser sindoqan bin. Bi îzna Xwedê vê carê em ê ji sedî 15'an bigirin û em ê ji vê zilmê xelas bibin." 
 
'EM Ê DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN' 
 
Suat Olmez jî, diyar kir ku ew ê ji bo ewlehiya sindoqan tevdîrê bigirin û got: "Ji bo em xwedî li dengên xwe yên di sindoqan de derkevin em ê tevdîrê bigirin. Ji bo ewlehiya sindoqan çi hewce be em ê bikin." 
 
Naciye Olmez jî, diyar kir ku li gund herkes destekê dide HDP'ê û got: "Bi îzna Xwedê dê dengên li gundên me neçin ji tu partiyeke din re. Veguhastina sindoqan ji bo me ne astengî ye. Ne heta Gêmanê heta Çelê û Colemêrgê jî bibin, em ê şeveqê zû rabin û bi hev re biçin dengê xwe bi kar bînin." 
 
‘EM YEKÎTIYA KURDAN DIXWAZIN' 
 
Makbûle Olmez jî destnîşan kir ku tekane daxwaza wan ew e ku dawî li zilmê bê û aştî pêk bê. Olmez got. "Em dixwazin êdî dawî li vê zilmê bê. Xwedê alîkarê kurdan be. Tenê em aştî û yekîtiya kurdan dixwazin. Sindoqan bibin kuderê jî em ê biçin guh bidin wijdanê xwe. Deng namûs e, şeref e. Heta em sax bin em ê dengê xwe nedin tu partiyeke din." 
 
Fatma Olmez, diyar kir ku divê tenê ne keseke herkes ji bo ewlehiya sindoqan tev bigere û wiha bang kir: "Ewlehiya sindoqan peywira me hemûyan e. Heta dengê dawî bê bikaranîn û deng bên hejmartin divê herkes li sindoqa xwe û dengê xwe xwedî derkeve." 
 
‘EM Ê SINDOQAN BIPARÊZIN' 
 
Asmîn Olmez jî diyar kir ku ew ê dengekî bidin HDP û dengekî jî bidin Demîrtaş û got: "Em jinên gund em ê xwedî li sindoqan derkevin. Heta dengdayîn biqede em ê li ber sindoqan bin û ji bo dengên me neyên dizîn em ê sindoqan biparêzin. Heke bivê em ê ji bo dengê xwe mirinê jî bigirin ber çavan. Ji bo hemû girtî bên berdan û aştî pêk bê dengek ji bo HDP'ê û dengek ji bo Demîrtaş." 
 
MA / Hamza Gunduz

Sernavên din

09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî