WAN - Hostaya kevneşopiya “tahtî” Necmiye Tekîn ku di zarokatiya xwe de dil daye çêkirina tahtî, bal kişand ser feydeyên vê kevneşopiyê û xwest ev kevneşopî neyê jibîrkirin.
Çêkirina “tahtî” ku niha gelek kêm tê zanîn, çêkirina cil, kepene, berik, xalîçe hwd. ya bi hirî ye. Hirî, ewilî tê şekirin û li ser potekê tê rêzkirin. Dû re ev hiriya hatiye rêzkirin bi sabuna şîn tê şûştin û bi potê ku li ser hatiye raxistin, bi darekê tê alandin. Ev dar li ser masekê tê badan û berhem hêdî hêdî derdikeve holê. Necmiye Tekîn (50) ev zêdetirî 30 sal in bi çêkirina tahtî ve mijûl dibe û ev 8 sal in jî bi awayekî rêk û pêk vî karî dike. Tekîn meraqa xwe ya ku di zarokatiya xwe de li Colemêrgê dest pê kiriye bi hunerê re gihandiye hev û gelek berheman bi hiriyê diafîrane.
ARMANC VEJANDINA VÊ KEVNEŞOPIYÊ YE
Tekîn diyar kir ku kevneşopiya tahtî li ber xelasbûnê ye û got ku mixabin êdî tê jibîrkirin. Tekîn destnîşan kir ku armanca wê ew e ku vê çandê bi gel re bigihîne hev û vê hunerê vejîne. Tekîn da zanîn ku tahtî tiştekî wisa ecêb e ku germê germ û sermayê jî sar digire û got: “Berê, berî ku teknolojî bikeve jiyana me, xwarin di hundurê tahtiyan de dihatin veşartin da ku xera nebin. Bi heman awayî di warê tenduristiya mirovan de rê li ber gelek enerjiya xirab û radyasyonê digire. Bi gotinek din, tahtî bi hezaran feydeyên ku em nikarin bijmêrin hene. Ji bo nimûne, kepeneyên ku şivan li xwe dikin, hem ji serma û hem jî ji germê diparêzin.”
‘ÇÊKIRINA WÊ HÊJ JÎ WEKE YA SERDEMA NEOLOTÎK E’
Tekîn diyar kir ku wê hêj di zarokatiya xwe de çêkirina tahtî meraq kiriye û bi lêv kir ku wê di temenekî pir ciwan de dest bi vî karî kiriye. Tekîn diyar kir ku wê li Colemêrgê li gund temaşe çêkirina tahtî dikir û wiha pêde çû: “Min êlekek di salên 90'an de dît bi ti makîne û derziyan ve nedihat çêkirin. Li ser vê yekê, min bêtir lêkolîn kir û beşdarî kursên ku li Stenbol û Enqerê hatin dayîn bûm. Piştî qedandina kursan ez vegeriyam Wanê û min kursa xwe vekir û di gelek kategoriyan de şal, tablo, kiras û xalîçe çêkirin. Tahtî qet maddeya sentetîk qebûl nake, tavilê davêje û tenê hevrîşim qebûl dike. Ev kar weke hevîr e, tu çawa bihêrî ew jî dê li gorî te teşe bigire. Çawa ku ji serdema neolîtîkê heta niha hatiye kirin, em jî wisa dikin.”
TAHTÎ JI BO TENDÛRISTIYÊ GELEK BAŞ E
Tekîn bal kişand ser giringiya kevneşopiya tahtî û anî ziman ku ji her kesê ku dixwaze fêr bibe qursan dide û wiha got: “Ez bi qasî ku ji destê min tê qursan didim jinên ku dixwazin hîn bibin da ku kevneşopî û çanda me ji nû ve zindî bibe. Niha hema hema her tişt ji bo me xeternak e û dibe sedema nexweşiyan, lê ger îro ev tahtî berdewam bikira û ji aliyê her kesî ve bihata bikaranîn, dê ewqas nexweşî nebûna. Di nav wê de tiştekî kîmyewî tune. Hem dostê mirovan û hem jî xwezayê ye. Di heman demê de 3 keçên min hene û min fêrî keçên xwe jî kiriye, ew jî wek min bi tahtî re mijûl dibin. Armanca me ew e ku em di demeke kin de dîsa vê kevneşopiyê şîn bikin.”
‘DIVÊ EV KEVNEŞOPIYE DÎSA BÊ ZINDÎKIRIN’
Tekîn anî ziman ku ji ber li welêt malzemeyan nabînin ji welatên din dixwazin û got: “Mixabin her çend em di warê sewalkariyê de di asta herî jor de bin jî em ji welatên cuda malzemeyan peyda dikin. Hiriya me bi xwe ji bo tahtiyê ne bikêr e, mîna têlên sifir e û hişk e, lê yên ji welatên din em dixwazin berhemên bikêr ên mîna pembû ne. Em çiqasî wê li xwe bikin jî, di laşê mirov de xiş û nerihetî dernakeve. Daxwaza me ew e ku em bi xwe hiriya xwe çêkin, ne ji welatên din. Divê gelê me hewl bide vê çandê ji nû ve zindî bike û divê her kes dest bi çêkirina wê bike.”
MA / Bazîd Evren - Bîlal Babat