NAVENDA NÛÇEYAN- Di bernameyên bîranînê de yên ji bo rojnamevan Nagihan Akarselê de wiha hat gotin: "Nagihan bihêz bû, pênûsa wê hebû û bi vê kesayetiya xwe pêşengiya bi milyonan dikir."
Rojnamevan û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel a di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe hat qetilkirin de, li gelek bajaran hat bibîranîn.
WAN
Bi Pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Tevgera Jinên Azad (TJA) Jineolojiyê ji bo rojnameger, endama Navenda Lêkolînê ya Jineojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku 4’ê cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hat qetilkirin bernameya bîranînê li Wanê pêk hat. Bername li DEM Partî ya Riya Armûşê pêk hat û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), rêveberên DEM partîyê, DBP’ê, TUHAY-DER’ê, MEBYA-DER’ê, hevşaredarê bajarê mezin yê Wanê Abdullah Zeydan, parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Zulkuf Uçar û Pervîn Buldan tevli bûn.
Endama MKG’ê Onur Deger di bernameyê de axivî û da zanîn ku Nagîhan du sal berê hatiye qetilkirin û wiha got: “Dema em li sekn, keseayet, perspektîfa ‘jin jiyan azadî’ ya hevala Nagîhan dinêrin em dibînin ku çima hatiye qetilkirin. Hevala Nagîhan jiyana xwe daye ser têkoşîna azadiyê. Bi pênûsa xwe bi dilê xwe zîhniyeta xwe dest da her kesî. Hem hevala Nagîhan bibîr tînin, mîrateya wê ya pîroz ya ji me re hiştiye careke din fêm dikin.”
Parlamentera DEM partiyê ya Wanê Pervîn Buldan jî axivî û daxuyakirin ku Nagîhanê bi sê nasnameyan jiyana xwe domandiye û ev nasname ya rojnamegerî, ya akademîsyenî û ya jinbûnê ne. Bûldanê wiha dirêjî dayê: “Em wek jin bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya Nagîhê mezin bûne. Wê tu carê têkoşîna wê neyê jibîrkirin. Bi mîlyonan jinên ku pênûsa Nagîhanê li erdê nahêlin hene.”
AMED
Pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kovara Jineolojiyê ji bo rojnameger, endama Navenda Lêkolînê ya Jineojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku 4’ê cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hat qeitlkirin bernameya bîranînê pêk hat. Bîranîn li Navenda Çanda Dîcle Firat pêk hat û geleksaziyên jina, parlamenterên DEM Partiyê, meclîsajinan a DBP’ê, nivîskarên jin, dayikên aştiyê, hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol tevli bûn. Beriya bîranînê bernameya îmzekirina pirtûka ‘bîhna kozê’ ya ku Nagîhan Akarsel nivîsî bû hat kirin. Bîranînê de bê navber dirûşmeya ‘şehîd namirin’ hat berzkirin.
Piştre sînevîzyonek hat nîşandan. Di sînevîzyonê de hevalên Nagîhanê ew vegotin. Piştî sînevîzyonê helbest hatin xwendin.
Piştre seroka MKG’ê Roza Metîna axivî û da zanîn ku Nagîhan jinek jîr bû û xebatê pir bi nirx meşandiye. Rozayê wiha domand: “Nagîhanê di qada rojnamegerî û jîneolojiyê de xebatên pir giran li pey xwe hişt. Her tim azadiya jinan dixwest. Ji bo yekitiya civakê, azadya jinan û tunebûna zîhniyeta mêr xebat meşan.Jiber vê bû hedef. Nagîhan ji ber wê bû hedef. Hat girtin. Lê li wir jî serî netewand. Nagîhanê di her qada jiyanê de cih girt. Yên ew qetil kirin berê jî jinek qetil kiribû. Yên jinan qetil dikin nayên cezakirin. Tên berdan. Yên Nagîhan qetil kirin nehatin darizandin. Ji ber nehatin darizandin Gulîstan Tara û Hêro Bahaddîn jî hat qetilkirin. Polîtîka bêcezahiştinê pêşî li komkujiyan vedike. Têkoşîna me wê li dijî zîhniyeta serdset ya mêr her tim bidome.”
Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya jî axivî û da zanîn ku Nagîhanê bi pênûsa xwe di her qada jiyanê de bi terza jiyana xwe têkoşîna jinê daye û got: “Ji bo wê mijara herî girîng ev bû berxwedana jinê nîşanê cîhanê bide. Pênûsa xwe kiribû alava wê. Wek wê jî got berxwerdana jinan berxwedana gelane. Dewlet ji xeyalên jinan ditirsin. Yên Nagîhan qetilkirin di esasê de fikriyata Abdullah Ocalan hedef girtin. Ji ber vê jî ya dikeve ser milê me belavkiirina jîneolojiyê ye û xwendine.”
Bername bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.