STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez beriya civîna ku wê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan gengeşe bike axivî, diyar kir ku divê Tirkiye demildest divêtiyên biryara DMME'yê ku di sala 2014'an de dabû, pêk bîne yan na dê fatûreya wê bargiran be.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18'ê Adara 2024'an de biryar da ku bêyî mafê berdana şertî yö Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hebe, birîna cezayê muebeda giran (mafê hêviyê) li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye. Dadgehê ji Tirkiyê xwest ku sereratskirineke qanûnî bike. Lê Tirkiye 10 sal in der barê bê biryarê de tiştek nekiriye. Wê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) di civîna xwe ya di navbera 17-19'ê Îlonê de kontrol bike ka biryar û daxwazên DMME'yê tên bicihanîn yan na.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, li ser girîngiya civîna lijneya wezîran û gavên ku divê Tirkiye di vî warî de bavêje axivî.
‘GAVEKE DERENGMAYÎ'
Bîlmez der barê biryara 'binpêkirinê" ya DMME'yê de ku Komîteya Wezîran piştî 3 salan careke din xist rojeva xwe got: "Gaveke erênî ye, lê derengmayî ye. Ji ber ku biryareke ku Tirkiye bi salan e bi israr û serhişkî pêk neaniye. Rayedar û berpirsiyarê pêkanîna vê biryarê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye. Ne tenê Tirkiye, hemû welatên endamên YE'yê peymanê îmze dikin û soz didin kuwê organ û karbidestiyên YE'yê nas bikin û pabendî biryarên wê bin. Tirkiye jî peyman îmze kir û karbidestiya DEMME'yê qebûl kir. Di vî warî de divê daxwazên ji bo biryarên binpêkirinê yên ji aliyê DMME’yê ve hatine dayîn bi cih bîne. Di biryara Ocalan-2'yan de ku 2014’an de hatıbü dayin, DMME’yê Tirkiye mehkûm kir ü got ku “Cezayê muebeda giran li mirovekî nayê birîn. Di çarçoveya mafê hêviyê de hûn nikarin heta hetayê mirovekî di nava çar dîwaran de bihêlin. Eger hûn cezayên wiha bidin, ev tê wateya îşkenceyê.' Ji ber vê yekê muwekîlê me birêz Ocalan û kesên din ên cezayê muebbedê yên giran li wan hatiye birîn jî li gorî biryara DMME’yê ji sala 2014’an û vir ve her roj û saet rastî îşkenceyê tên. Lê Komîteya Wezîran ji wê demê ve divêtiyên biryarê pêk neaniye."
‘10 SAL IN GAV NAVÊJE'
Bîlmez da zanîn ku wekî parêzer ji sala 2014’an û vir ve di çarçoveya “mafê hêviyê” de 6 caran serî li Komîteya Wezîran dane û got ku di meha Tîrmehê de ji aliyê saziyên sivîl ve serlêdan li Komîteya Wezîran hatiye kirin. Bîlmez der barê serlêdanê de wiha got: “Li gorî firqeya duyemîn a xala 9’emîn a Peymanê, saziyên sivîl jî dikarin serî li Komîteya Wezîran bidin û ku biryarên DMME'yê çima pêk nayên. Di vê Tîrmehê de jî wekî sala 2021’ê saziyên sivîl li ser vê mijarê careke din serlêdan kirin û komîte wê di vê rûniştinê de vê mijarê bixe rojeva xwe. Ji bo çi Tirkiye ev biryar bi cih neaniye û ji bo cîbicîkirina wê divê çi bê kirin dê bê gengeşekirin. Ew ê ji Tirkiyeyê pirsên nivîskî yên wekî 'we çima sererastkirineke nekir an jî ger we kiribe we çi sererastkirin kirine?' bên kirin. Tirkiye pêvajoyê bi derengî dixe. Tirkiye ev 10 sal in bêyî ku gavan bavêje pirsgirêk bi awayî 'serketî' aniye vê astê. Tirkiyeyê di plana xwe ya berê ya çalakiyê de gotibû 'Ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim.' Piştre jî di bersiva xwe ya ji bo Desteya Wezîran de got, 'Êdî pirsgirêkeke me ya wiha nîn e, cezayê giran ê heta hetayê bi awayekî îstîsnayî tê sepandin.' Lê DMME'yê ji Tirkiyeyê re got, 'Ji bo vê yekê îstîsna nîne . Bi gotina, 'Tu nikarî vî cezayî bidî kesekî, çi sûcî bike jî.' Divê Komîteya Wezîran jî vê yekê bibîne."
‘DIVÊ SERERASTKIRINEKE QANÛNÎ BÊ ÇÊKIRIN'
Ji ber vê yekê Bîlmez destnîşan kir ku divê Tirkiye daxwazên DMME'yê bi cih bîne û di qanûnê de guhertinan çêbike û got ku di vî warî de gava ewil li meclisê sererastkirineke qanûnî ye. Bîlmez got: “Mînak înfaza kesên ku cezayê muebbedê yê giran li wan hatiye birîn, piştî 25 salan divê bi biryareke serbixwe û biryareke hiqûqnasan bê nirxandin. Lê divê ne wekî lijneyên çavdêriyê be. Ji lew re lijneyên çavdêriyê yên niha ji midûrê girtîgehê, derûnasên girtîgehan û kesên bi vî rengî pêk tê. Ev mesele, tenê ne birêz Ocalan bi hezaran kesî eleqedar dike. Ger Tirkiye sererastkirineke wiha çêbike, wê ev mirovên di girtîgehê de bi hêviya ku wê rojekê derkevin bijîn. Bi vî rengî wê ev awayê girtîgehê jî ji îşkenceyê derkeve û ji ber ku Tirkiye wê biryara DMME'yê pêk bîne wê rageşiya polîtîk a li vir bi dawî bibe. Û wê Tirkiye bibe dewleteke hiqûqê ku rêzê li bryarê dadgehê digire."
‘GER GAV NEAYÊ AVÊTIN WÊ FATÛREYEKE WÊ HEBE'
Bilmez anî ziman ku ger Tirkiye helwesta xwe ya heyî bidomîne dê ev rewş derbeyeke giran li Tirkiye û gelê wê bide û got: "Tirkiye ji serdema Împaratoriya Osmanî vir ve rûyê xwe ber bi Rojavayê ve girê daye. Hiqûqa Ewropayê, DMME, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ango mekanîzmayên mafên mirovan qebûl kiriye. Ji ber vê yekê hewce ye ku divêtiyên vê yekê bi cih bîne. Eger van neke, wê di vê pêvajoyê de Tirkiye ji pergalê bê dûrxistin. Yanî Tirkiye xwe parçeyek ji Ewropayê dibîne, lê şert û mercên hiqûqa Ewropayê pêk nayîne. Ew dikare heta kengî vê yekê bidomîne? Heger berdewam bike jî, dibe sedem ku piştî demekê ji wê pergalê qut bibe. Ev jî dê xwedî lêçûneke aborî be û Tirkiye bibe welatê cîhana 3'yemîn. Di rêza mafên mirovan de jî wê bikeve nava komên jêrîn û ev hemû jî wê bandorê li gelên Tirkiyeyê bike. Rûsya yek ji wan welatan e ku biryarên DMME'yê bi cih nayîne û wekî Tirkiyeyê li nava demê belav dike. Piştî pirsgirêka Şkraynayê têkiliyên bi Konseya Ewropayê re qut bûn. Rûsya di vî warî de xwe li bêdengiyê datîne û ev yek jî bandorê li aboriya Rûsyayê dike. Dibe ku tiştekî wiha bê serê Tirkiye jî. Eger Tirkiye jî derbasî pêvajoya Rûsyayê bibe, dê barê fatûreya vê giran be."
MA / Îbrahîm Irmak