RIHA - Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê berxwedana Kobanê ku ji bo DAIŞ’ê bû destpêka bidawîbûna wê vegot, wiha got: “Di dîrokê de hin kêliyên girîng hene, ku herikîna dîrokê diguherînin. Dîrok li Kobanê hate guhertin.”
DAIŞ’a girêdayî El Kaîde ya armanca wê ya cîhadeke kurewî hebû di sala 2003’yan de bi dagirkirina Amerîkayê ya Iraqê re bihêzbû, bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û bi piştgiriya Tirkiyeyê her ku çu xurt bû. DAIŞ’a ku ji El Kaîdeyê bêhtir ket rêyeke radîkal û ragihand ku El Kaîdeyê pêwendiyên xwe qut kiriye, bi hêza ku li Sûriyeyê kom kiriye re di çileya 2014’an de bajarê Felûce yê Iraqê bi dest xist. DAIŞ’a ku pişt re ket Reqa ya ku weke “paytexta xîlafetê” bi nav dikir, piştî dagirkirina bajêr di 8’ê hezîrana 2014’an de Mûsil di rojekê de bi dest xist. DAIŞ’a ku dihate payîn piştî Mûsilê êrişî Bexdayê bike, bi awayekî kesê nedifikirî di 3’yê tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir. DAIŞ’a ku bi cilên xwe yên reş ên weke alên wan ên li ser pîkaban, li her cihê tê re derbas dibûn, bi hezaran mirov bi awayekî bêrehm bi rêbazên herî hovane jin û zarokên keç dîl girtin û kirin “koleyên zayendî”. DAIŞ’a ku bi êrişên êzidî weke “Fermana 73’yan” bi nav dikin Şengal dagir kir, êzidî qetil kirin, bi hezaran jin revandin û li bazarên koleyan ên ava kirin firotin.
DAIŞ’ê di çileya 2014’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe da Kobanê ya ku li gel Efrîn û Cizîrê ji hêzên rejîmê hate stendin û îlana “Rêveberiya Xweser a Demokratîk” lê hatiye kirin. DAIŞ’ê di 15’ê îlonê de ji sê aliyan ve êrişî Kobanê kir. DAIŞ a ku ji ber tirsa ku belav dikir li her qada çûyê rastî berxwedaneke xurt nehat, tevî ku ji ber polîtîkaya Tirkiyeyê plan dikir Kobanê di demeke kurt de bi dest bixe jî, rastî berxwedaneke dîrokî hat. Berxwedana bi mehan a gelê Kobanê ji bo DAIŞ’a ku bûye xewna tirsê ya mirovahiyê bû destpêka bidawîbûnê. Di encama berxwedana ku 134 rojan dewam kir de , êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên tirs li tevahiya cîhanê belav kirin, hatin paşdexistin. Piştî van êrişan bi operasyonên li ser hev ên HSD’ê DAIŞ ji hemû bajarên Sûriyeyê hate derxistin. Serokê DAIŞ’a ku hêza wê ya şer hate têkbirin û bi awayekî malên hucreyan xwe bi rêxistin dikir, El Bexdadî hate kuştin. Serokên pişt re jî hatin kuştin.
Salîh Muslim ê di dema êrişên DAIŞ’ê de Hevserokê Partiya Yekitî ya Demokratîk (PYD) bû, êrişên ku 10 sal bi ser re derbas bûn û berxwedana li dijî vê ji ajansa me re vegot.
‘KOBANÊ DÎROK NIVÎSAND’
Muslim, bi lêv kir ku berxwedana Kobanê herikîna dîrokê guhert û wiha got: “Di dîrokê de hin kêliyên girîng hene, herikîna dîrokê diguherînin. Li Kobanê dîrok guherî. Dema di nav de bî tu fêm nakî, lê dema tu li derveyî wê dinihêrî, fêm dikî ku gelek tişt guherîne. Dîrok weke beriya Kobanê û piştî wê teşe girt. Kesê xeyal nedikir ku bajarekî biçûk ê mîna Kobanê ji berxwedaneke bi vî rengî ya mezin re mêvandariyê bike. Em jî li vê nefikirîn. Dijminekî ku bi hovîtî êrîş dikir hebû. Hêzeke ku ji bo tasfiyekirina kurdan ji aliyê hinan ve hatiye afirandin e. Êriş hatibû plankirin. Kesên fermana êrişê dan, ji bo gelê kurd di nava rûpelên toz ên dîrokê de bihêlin ketibûn nava hewldanan. Di demeke ku Rojhilata Navîn di Pergala Cîhanê ya Nû de teşe digirt, hewldanek bû ku kurd ne amade bûn. Ji ber vê yekê DAIŞ xistin dewrê. Di hezîrana 2015’an de li Almanyayê civînek li dar xistin û biryara êrişa Kobanê li wir derket. Wê demê em ji vê yekê bêxeber bûn. Em pişt re hînî van bûn. Hemû hêzên hegemon di nav de bûn, hin kurdên hevkar jî di nav de bûn.”
‘ÇARESERÎ GELÊ KURD E’
Muslim, diyar kir ku DAIŞ'ê beriya êrîşî Kobanê bike di demeke kurt de gelek bajarên Iraq û Sûriyeyê dagir kirin û wiha berdewam kir: “Kobanê ji bo wan bû rawestgeha dawî ya bicihanîna armancên xwe. Lê belê ev hesab ji Kobanê hatin vegerandin. Kobanê hemû plan pûç kirin. Kes ne li bendê bû ku kurd ewqasî bi xurtî li ber xwe bidin. Bi berxwedana Kobanê re kurdan gotin, 'Em jî li Rojhilata Navîn hene'. Kobanê îspata hebûna gelê kurd e. Yên ku êrîşa 15’ê îlonê plan kirin, li pêşberî berxwedanê neçar man planên xwe biguherînin. Hêzên ku planên xwe jinûve li ber çavan derbas kirin, nedikarî gelê kurd ê jinûve derket holê ji nedîtî ve bên. Cîhanê dît ku yên li dijî taritiyê li ber xwe dan kurd in. Kurdên ku li ber çavan nehatin girtin, bi berxwedanê re pêkanîna wekheviyeke nû misoger kirin. Piştî 134 rojan ji rizgarkirina Kobanê cîhanê berê xwe da Kobanê. Lê belê di mudaxileya 10 salan de hêj ji pirsgirêkên diqewimin re çareserî nehatiye peydakirin. Her kes di çarçoveya berjewendiyên xwe de di nava lêgerîna berdewamkirina kaosê de ne. Ji ber vê yekê xetere hêj nehatiye berterafkirin. Çareserî gelê kurd e. Heta ku gelê kurd nebe çareseriyek nikare bê fikirîn. Projeyeke me heye. Xweseriya demokratîk di pratîkê de xwe îspat kiriye. Neteweya demokratîk çareserî ye. Xwediyê vê projeyê gelê kurd e. Xwediyê vê yekê kesên li Kobanê şehîd ketin û yên li ber xwe didin e. Tenê ew dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Niha jî li ber xwe didin. Pêwîste gelê kurd vê rastiyê bibîne.”
‘HER ŞEHÎDEK ROMANEKE’
Muslim bi bîr xist ku di 22’yê îlona ku êriş berdewam dikirin de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev bang kiribû “Ketina Kobanê tê wateya ketina hemû Kurdistanê. Dive herkes li gorî vê rastiyê tevbigere” û anî ziman ku piştî bangê bi hezaran kesan ji çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dan Kobanê. Muslim destnîşan kir ku vê bangê bandoreke mezin li azadkirina Kobanê kir û wiha got: “Rêber Ocalan gelê Kobanê baş nas dike û bi wan re wext derbas kiriye. Tevî ku ne li Kobanê bû jî dizanîbû li Kobanê çi diqewime. Xwendekarên wî bûn ku li Kobanê li ber xwe didan. Armanca êrîşê zelal bû. Birêz Ocalan armanca êrîşa DAIŞ'ê pir baş dizanibû. Birêz Ocalan ev xeterî hîs kir û bangek kir. Bang ji aliyê gel ve baş hat xwendin û xwedî lê derketin. Di çarçoveya banga Rêberê Gel de ji her derê berê xwe dan Kobanê. Ne tenê kurd, ciwanên enternasyonalîst jî berê xwe dan Kobanê. Heke Mûsilê li ber xwe bidaya, dibe ku Reqayê jî li ber xwe bida. Lê ji bilî Kobanê kesî li ber xwe neda. Ji ber ku Kobanê 134 rojan li ber xwe da Hêzên Koalîsyonê neçar man alîkariyê bikin. Kobanê ne bi balafiran, ji aliyê ciwanên ku ji çar parçeyan hatin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi çekên ferdî li ber xwe dan, azad bû. Ciwanan bi xwîna xwe dîrok afirandin. Divê ev berxwedan, ev îrade, xiyanetên çêbûyî bên lêkolînkirin. Hemû jî mijara lêkolînê ne û hê zelal nebûne. Pirtûk tên nivîsandin, lê kêm in. Her şehîdek romanek e.”
‘DILÊ ERDOGAN DIÊŞE’
Muslim bi bîr xist ku piştî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di 7’ê cotmehê de li Dîlokê axaftinek kir û got: “Kobanê ha ket û ha wê bikeve” li gelek bajaran bi hezaran kes daketin kolanan û wiha dewam kir: “Kobanê dîrok bi du rêbazan guherand. Pêşî motîvasyoneke mezin da gelê kurd. Li aliyê din planên kesên ku li ser înkarkirina gelê kurd plan kirine hatine guhertin. Van jî hêz ev têkçûn hezm nekirine. Dema Erdogan got ‘ha ket ha dikeve’ hêvî dikir ku bi vî rengî be. Ji ber ku ji wî re hat gotin ku dê wisa be. DAIŞ a ku wan afirand her roj serketineke nû bi dest dixist. Nedifikirîn ku Kobanê wê vê biguherîne. Piştî 10 salan jî êşa vê ji bîr nekiriye. Her ku gotina Kobanê dibihîze, dilê wî diêşe. Cezayê siyasetmedarên Kurd tolhildana vê yekê ye. Êrîşên hovane yên li hemberî gerîla bi armanca tolhildana ji DAIŞ'ê tên kirin. Dixwazin tola xwe hilînin û bikin ku çeteyên DAIŞ'ê li çiyayên Kurdistanê şer bikin. DAIŞ a ku li Kobanê têk çû, îro êrîşî gerîla dike. Li cem wan kurdên ku kurmê darê ne hene. Bi hev re dixwazin tola DAIŞ’ê hilînin. Gelê Kurd siyasetmedarên kurd ên li cem wan sekinîne ji bîr nake û kurmê darê jî ji bîr nake.”
‘ÊRIŞÊN ZINDÎKIRINA DAIŞ’Ê’
Muslim diyar kir ku êrîşên Tirkiyê û hêzên paramîlîter ku piştgiriya wan dike li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10 salên derbasbûyî de bê navber dewam dike û wiha got: “Gelê kurd piştî 10 salan jî Kobanê diparêze. Kobanê hem dijminên xwe zêde kiriye hem jî hevalên xwe. Ji bo ku Tirkiye tola DAIŞ’ê hilîne, kesên di şerê li dijî DAIŞ’ê de pêşengtî dikir hedef digire. Êrişên ji bo zindîkirina DAIŞ’ê wê negihin armanca xwe. Kurdên ku beriya Kobanê ji gotina 'ez kurd im' şerm dikirin, niha li her derê bi serbilindî dibêjin 'ez kurd im'. Kobanê, berxwedana gelê kurd ev yek guhert. Heke em Kobanê ji bîr bikin, em ê bikevin rewşeke ji ya berê xerabtir. Divê her kes Kobanê ji xwe re mînak bigire. Di dîroka hin gelan de lehengek di sedsalekê de xuya dike û bi sedan salan pesnê wî didin. Lehengên kurdan bi hezaran in û jiyana xwe ya rojane di nava xwe de didomînin. Tevî vê yekê jî em lehengên xwe îhmal nakin. Divê herkes berê xwe bide heqîqetê. Divê gelê kurd xwedî li nirxên xwe derkeve. Kobanê ya hemû gelên ku ji bo wê xwîn rijandine ye. Hêviyên me yên mezin hene. Gelê me bi rastiya Kobanê li ber xwe dide. Yê serketî wê gelê kurd be, ku di demokratîkbûyînê de pêşengiyê dike. Neteweya demokratîk wê bibe çareseriya hemû kaosan.”
MA / Emrûllah Acar