ŞIRNEX - Şahidê înfazên JÎTEM'ê Agît Malgaz demek berê ji ber krîza dil wefat kir. Hevjîn û hevalê wî wiha qala Malgaz kirin: “Îşkenceyên giran lê hatin kirin. Lê dîsa jî tu carî bawerî û dilsoziya xwe ya li dijî têkoşînê winda nekir.”
Di salên 1990’î de dewletê li Kurdistanê bi hezaran gund şewitand û vala kir. Li gelê kurd cerdevantî ferz kir û yên qebûl nekirin jî rastî zext û zordariyê hatin û gelek jê koçber bûn. Yek ji kesên serî netewandî û cerdevanî red kirî jî Agît Malgaz bû. Malgaz, bavê 8 zarokan û ji malbateke koçeran bû. Tevî malbata xwe li zozanên Çemêkarê yên Perwarî ya Sêrtê dijiya. Karê sewalkariyê dikir û bênavber rastî gefên dewletê dihat. Malgaz ê cerdevantî û sîxûrtî red kir, her roj bi ser mala wî de dihat girtin û dihat binçavkirin. Di binçavan de jî rastî îşkenceyên giran dihat. Di îşkenceyê de guhê wî jê hate kirin, dest û lingên wî hatin girêdan û îşkencekirin. Tevî vê jî Malgaz ji welatparêziyê tawîzê nade û xiyanetê red dike. Di dawiya dawî de dewlet zozanên Çemêkarê vala dike û malbata Malgaz jî berê xwe dide Cizîr a Şirnexê.
DI TÊKOŞÎNÊ DE PÊŞENG BÛ
Malgaz li Cizîrê jî ji zext û gefên dewletê xelas nabe. Malgaz, dibe şahidê 20 cînayetên JÎTEM’ê. Di îfadeyên xwe de 4 înfazên JÎTEM’ê yek bi yek vedibêje. Ji bo şahidiyê neke gelek caran gefên kuştinê lê tên xwarin lê dîsa jî paşvegav naavêje û ji bo edaletê têdikoşe. Di sala 2012’an de di doza JÎTEM’ê de îfadeyê dide û tiştên diqewime vedibêje. Dema vedigere Cizîrê jî tevî temenê xwe yê mezin di nava BDP, DBP, MEYA-DER, HDP û gelek partî û saziyên din de di refên herî pêş ên têkoşînê de cih girt. Gelek caran tê binçavkirin û girtin. Lê çawa dihat berdan, tavilê daxilî xebatan dibû. Malgaz, her serê sibehê berê xwe dida avahiya DEM Partiyê ku weke “Cihê îbadetê” pênase dikir. Malgaz, di 6’ê îlonê de dema diçû avahiya DEM Partiyê, di rê de krîza dil derbas kir û wefat kir. Malgaz, li pey xwe mîraseke mezin a têkoşînê hişt.
Hevjîna Malgaz, Zelal Malgaz û hevalê wî Îsmaîl Guleş têkoşîna Malgaz vegotin.
ÎŞKENCE, ZILM Û TÊKOŞÎN
Zelal Malgaz, diyar kir ku ew heta sibehê tekoşîna hevjînê xwe vebêje jî nikare xelas bike. Malgaz, destnîşan kir ku tevî hemû zext û zehmetiyan jî tu caran dev ji doza xwe bernedaye û wiha got: “Di salên 90'î de em li zozanên Çemêkarê dijiyan. Her roj bi ser malê de digirtin. Zext li me dikirin, gef li me dixwarin. Egîd, di vê têkoşînê de kedeke mezin da û zehmetiyên mezin dît. Em ji ber zextên dewletê ji zozanên xwe koçber bûn û hatin Cizîrê. Îşkenceya li Egîd hatiye kirin li kesekî nehatiye kirin. Ew îşkence û zext li Cizîrê jî domiyan. Li vir jî gelek caran hate binçavkirin û girtin. Me jê re digot; ‘neçe partiyê dê te bigirin.’ Wî jî digot; ‘Ez bizanibim dê min bikujin jî ez ê biçim.’ Kengî li Cizîrê bûyerek çêbibe Egîd li wir bû. Di her bûyeran de bi ser mala me de digirtin û Egîd binçav dikirin. Li tevî van zextan jî her roj seatên sibehê diçû partiyê.
TEKANE DAXWAZA WÎ WELATEKÎ AZAD BÛ
Her tim digot; ‘Roja ez neçim partiyê dê bibêjî qey min nimêj nekiriye.’ Tekane daxwaza wî, welatekî azad bû. Çendek beriya mirina xwe digot; ‘Ez dizanim em ê azadiyê nebînîn lê helbet wê zarokên me bibînin.’ Ji xiyanetê pir aciz bû. Tevî her cureyên îşkenceyê jî tu caran dev ji têkoşîna xwe berneda. Ji azadiyê bibawer bû.”
'DI GOTINA XWE Û DOZA XWE DE DILPAK BÛ'
Hevalê Malgaz, Îsmaîl Guleş jî anî ziman ku Malgaz di têkoşîn û doza xwe de kesekî dilsoz bû. Guleş, wiha qala Malgaz kir: “Rêheval Egîd, hevalekî pir bi hêz bû. Ji bo gelê xwe têdikoşiya. Karekî pir baş dikir. Min û wî bi hevre hevaltiyeke baş derbas kir. Ez ji wî mezintir bûm lê em bi hevre diçûn her derê. Egîd, di gotina xwe û doza xwe de kesekî dilpak bû. Ez her serê sibehê bi wî re diçûm partiyê. Egîd, ji partiyê pir hez dikir. Yek deqîqeyê sebra wî nedihat ku li malê bisekine. Gelek caran hat îşkencekirin û girtin lê keliyekê ji têkoşînê dûr nesekinî. Hatibûn koçberkirin, debara wan li ser qut kiribûn. Hem li dijî xizaniyê hem jî li dijî zilmê têdikoşiya. Bi wefata wî re ji min tiştek kêm bû. Ez hîn jî bawer nakim ku mirî ye. Birayê min wefat kir lê bi qasî mirina Egîd ez neketim xema wî. Ji ber ku Egîd rêheval bû. Hêvîdarim em bi hev re xeyalên wî pêk bînin.”
MA / Zeynep Durgut