WAN - Rojnameger Necmettîn Salaz ku li nexweşxaneyeke Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi tevlibûna sedan kesan hate definkirin.
Rojnameger Necmettîn Salaz ku li nexweşxaneyeke Herêma Federe ya Kurdistanê dihat tedawîkirin û di 14’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê hate definkirin. Cenazeyê Salaz di saetên serê sibehê de gihişt Wanê. Ji ewil birin morga Goristana Akkopruyê û piştre jî birin Mizgefta Boyalarê. Cenaze ji hêla Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan, endam, rêveber û nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEHEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), TUHAY-DER, MEBYA-DER, KESK û rêxistinên civaka sivîl ve hate pêşwazîkirin.
KETINA GEL A GORISTANÊ HATE ASTENGKIRIN
Piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Boyalarê, cenazeyê Salaz birin Goristana Akkopruyê ya li navçeya Tûşbayê. Derdora goristanê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin û ji bilî endamên malbatê nehiştin tu kes tev li merasîma definkirinê bibe. Piştî bertekên gel, polîsan gotin ku ferman girtine û dê destûrê nedin tu kes tev li bibe.
HATE OXIRKIRIN
Girse li derveyî goristanê hate sekinandin û 30 endamên malbata Salaz cenaze defin kirin. Piştre jî girse derbasî Mala Şînê ya Mizgefta Haretiyeyê ya Berê ku li ser Rêya Kaleyê ye.
SERDANÊN ŞÎNÊ BERDEWAM IN
Şîn dê du rojan berdewam bike.