MEREŞ - Maxdûra erdhejê Zeynep Ziyansiz li navçeya Bazarcixê ku navenda erdhejan bû 8 meh in di kon de dijî. Ziyansız diyar kir ku tevî wan serlêdana konteynere kirine jî konteyner ji wan re nehatiye û ev 3 demsal in ew di konekî de dimînin.
Bi ser erdhejên 6'ê Sibatê ku navenda wan navçeya Bazarcix a Mereşê bû re 8 meh derbas bûn. Lê tevî ku 8 meh bi ser erdhejan re derbas bûnê jî pirsgirêkên maxdûrên erdhejê hê nehatinê çareserkirin. Navçeya Bazarcixê ku navenda erdhejê bû, bi hezaran kes di bin kavilan de man û nîviyê navçeyê jî hilweşiya. Piştî erdhejê gelek kes jî li navçeyê koçber bûn û niha hejmareke kêm xelk li navçeyê maye. Mexdûrên erdhejê ku hê keraseta erdhejê ji ser xwe neavetine bi nêzîkbûna zivistanê re difikirin ku wê çawa zivistanê derbas bikin. Nemaze jî mexdûra erdhejê Zeynep Ziyansiz (60) ku bi 2 zarok û hevjînê xwe ve di kon de dijîn, ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê bi fikar e.
Di erdhejan de xaniyê Zeynep Ziyansiz jî hildiweşe û ew, hevjîn û zarokên xwe di bin kavilan de dimînin. Piştî mehek û nîvê di nexweşxaneyê de tên dermankirin malbata Ziyansiz li rex xaniyê xwe yê hilweşiyayî ji xwe re kon vedigire û hewl didin jiyana xwe bidomînin. Zeynep Ziyansiz ku di nav kavilên xaniyê xwe yê hilweşyayî de qala çîroka xwe kir, anî ziman ku 3 demsal ew di kon de dimînin.
'ZIVISTAN HAT HÊ EM DI KON DE NE'
Ziyansiz da zanîn ku di erdhejê de xwişk û xwarziyê wê jiyana xwe ji dest dane û ew jî bi birîndarî xelas bûne. Ziyansiz bi lêv kir ku tevî 8 meh bi ser erdhejê re derbas bûne jî pirsgirêka wan nehatine çareserkirin û got: "Me zivistanek di kon de xelas kir. Piştre bihar û havîn qediya û niha wa dîsa zivistan tê lê em hê di kon de ne. 3 demsalên me di kon de derbas bûn. Cihekî ku em biçin tune ye. Em çar kes di konekî de dijîn."
'KONTEYNER NEDAN ME'
Ziyansiz diyar kir ku wan ji bo konteynerê werbigirn serlêdan kirine lê konteyner nedane wan û wiha got: "Em neçarin di kon de bijîn. Rojek birçî rojek têr in. Ceyraneke me hebû ew jî li ser me birîn. Min got hûn çima ceyrana me dibirin ji min re gotin, 'Êdî bes e ceyran di taritiyê de bimînin’. Heta niha min alîkarî qet ji dewletê negirtiye. Ji bo xanî me serlêdan kir lê gotin di ersayê we de xanî nayê çekirin, piştî wê min jî êdî serlêdan nekir.”
'ZIVISTANÊ EM Ê ÇIBIKIN?'
Ziyansiz bal kişand ser şert û mercên dijwar ên zivistanê û fikarên xwe wiha anî ziman: "Pêşiya me zivistan e. Berf dê bibare, baran û lehî rabe, em nizanin em ê çi bikin. Ji xeynî vî konî cihekî ku em ê biçinê jî tune ye. Daxwaza min ev e ku ji me re xaniyekî çêbikin. An bila bixwe xanî çêbikin an jî alîkarî bidin me em bi xwe ji xwe re xanî çêbikin. Lê tiştek nekirin. Em jî wisa li bendê ne ka wê çawa bibe.”
MA / Mahmut Altintaş