Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê

  • rojane
  • 16:26 8 Cotmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Partiya Çepên Kesk têkildarî pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de daxuyaniyek da û wiha got: “Heta ku pirsgirêka Filistîn û kurdan neyê çareserkirin dê aştî neyê Rojhilata Navîn.” 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk têkildarî pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de ku piştî êrişa Hamasê ya li dijî Îsraîlê dest pê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta pirsgirêka Filistîn û kurdan neyê çareserkirin dê aştî neyê Rojhilata Navîn û wiha got: “Em vê pêşbirka xwînî û pergala qirkirinê ya li Rojhilata Navîn red dikin û li gel aştiyê ne.” 
 
‘ÊRIŞ NAYÊN QEBÛLKIRIN’
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em qetilkirina sivîlan a di şerê navbera her du aliyan de, îşkencekirina li cenaze û dîlgirtiyan û bombebarankirina qadên jiyanê bi tu awayî qebûl nakin. Banga me ji bo her du aliyan ew e ku demildest dev ji vê pêşbirka mirin û qirkirinê berdin. Di pevçûnên duh serê sibehê dest pê kirin heta niha de sivîl tên hedefgirtin û ev yek dijminatiya di navbera her du gelan de kûrtir dike. Muxatabê wê kî dibe bila bibe, em bi tevahiya cîhanê re parve dikin ku di êrişan de qetilkirina sivîlan qebûl nakin. Tundiya mêr a di şer de berê xwe daye bedena jin û veguheriye wehşetê, di tu şert û mercan de nayê qebûlkirin û tu hincetekê wê nîne.” 
 
'EM LI GEL AŞTIYÊ NE’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Weke Partiya Çepên Kesk, em dagirkirina Filistînê ya ji hêla Îsraîlê ve red dikin. Em ê têkoşîna azadiyê ya gelê Filistînê biparêzin û dê her biparêzin. Di serî de dewletên herêmê, banga me ji bo hemû hêzan ew e ku ji bo her du alî çareseriyeke aştiyane pêş bixin, bikevin nava hewldanan. Em; li dijî şer û dagirkeriyên ku bi dehan sala ye di navbera Filistîn-Îsraîlê de didomin; li gel çareseriyeke demokratîk û aştiyê ne. Bi şerê mezin ê dawî re careke din derket holê ku mimkin nîne ku mirov agir bi agirî vemirîne. Her êşek bi xwe re êşeke din tîne û jiyana gelên Rojhilata Navîn hedef digire. Ji bo ku têkiliyên di navbera Filistîn-Îsraîlê de bi çareseriyeke demokratîk û adilane biencam bibin, di serî de gelên Rojhilata Navîn, banga me ji bo hemû gelên cîhanê ew e ku bibin alîgirên aştiyê. 
 
EM LI GEL JIYANA AŞTIYANE NE
 
Li Rojhilata Navîn du mijarên sereke hene ku ew jî meseleya Filistîn û Kurdan e. Heta ku pirsgirêka Filistîn û Kurdan neyê çareserkirin, dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nebin. Bi sala ye em vê rastiyê tecrûbe dikin. Nêzikatiyên li ser esasê netewe-dewletê, pirsgirêkan kûrtir dike, dijminatiya di navbera gelan de kûrtir dike. Di her pevçûnan de em vê rastiyê careke din dibînin. Li gorî me, hevbeşiya li ser esasên neteweperestî û olperestiyê yê li Rojhilata Navîn, rê li ber êşên giran û domdar vedikin. Bi hezaran salan gelên vê erdnîgariyê bi hev re di nava aştiyê de jiyan. Rêya herî guncav a aramiya vê herêmê, esasgirtina çareseriyeke demokratîk û aştiyane ye. Li Rojhilata Navîn em ne li gel tundî, mirin û ferasetên desthilatparêz lê li gel pêkvejiyana aştiyane ya gelan e. Meşa di Rêya Sêyemîn de, ji bo jiyaneke demokratîk û aştiyane li vê xakê serwer bibe ji her demê bêhtir xwe li me ferz dike. Alozî, pevçûn û şerên li Rojhilata Navîn, veguherîneke demokratîk ferz dike. 
 
Em careke din dibêjin ku li gel têkoşîna azadiyê ya gelê Filistînê ne; rêya bidawîkirina êşan, çareseriyeke demokratîk û adilane ye. Em ji bo xizmên hemû hemwelatiyên Filistîn û Îsraîlê yên di van êrişan de jiyana xwe ji dest dane û ji gelan re sersaxiyê dixwazin.”
 

Sernavên din

10/10/2023
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin
13:54 Ata: Heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be
13:18 Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin
15:39 Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
14:25 Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin
14:18 Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:18 Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket
13:43 Ji 3 siyasetmedarên binçavkirî yek jê hate girtin
13:09 Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya
13:04 Di protestoya komployê de peyama ‘heta tecrîd bi dawî dibe em têbikoşin’ hate dayîn
12:03 Dînçer piştî 30 salan hate berdan
11:53 Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike
11:26 Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam dikin
11:04 Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:31 Li Efxanistanê erdhej: Hejmara miriyan derket 2 hezar û 53’yan
10:25 Hejmara Kovara Jinê bi nîqaşên ser destûra bingehîn derket
10:23 Aydar: Sekna li Îmraliyê komplo vala derxist
10:11 Akademîsyena misirî Attîa: Fikrên Ocalan mifteya wekheviyê ne
09:49 Li Çiyayê Gabar ayîna piştî 34 salan
09:39 Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin
09:08 Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir
09:07 'Em ê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî şerê taybet bitêkoşin'
09:05 Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e
09:02 ‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne'
09:00 ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2023’YAN
07/10/2023
23:23 Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn
19:33 Êrişa Hamasê: 70 mirî, nêzî hezarî birîndar
19:28 Li Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
18:45 Di êrişa Tirkiyeyê de welatiyek hat qetilkirin
17:47 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:51 Karabûlût a hatibû binçavkirin hate berdan
16:32 Polîsan dîmenên îşkenceyê bi darê zorê ji telefonan birin
16:21 PEN’a Norveçê idianameya ‘çekên kîmyewî’ lêkolîn kir: Hiqûq hatiye binpêkirin
16:20 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Cemal Tarhan ê 70 salî bê berdan
15:54 Girtiyê nexweş Tanboga tenê dikare mama bixwe
15:53 Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin
15:37 Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin
15:29 Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin