STENBOL - Bi munasebeta salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di X'ê de xebata tagê ya bi navê "Meşa Azadiyê" hat destpêkirin û wiha hat gotin: "Em li dijî tecrîdê di meşa azadiyê de ne."
Dê di salvegera komploya navdewletî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên protestokirinê bên lidarxistin. Dê komploya navdewletî di 8'ê Cotmehê de li Qada Boxe ya Kadikoy a Stenbolê saet di 13.00'an de bê protestokirin. Her wiha ji bo çalakiya ku dê roja yekşemê bê lidarxistin jî îro saet di 21.00'ê de li ser platforma medyaya sanal X'ê bi navê “#ÖzgürlükYürüyüşü/#MeşaAzadıyê” xebata tagê hat detspêkirin.
Ji kes û saziyên bi taga navborî peyama xwe ragihandine hin jê ev in:
“ *Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê: 8'ê Cotmehê roja Yekşemê saet di 13:00'an de em ê li ber Peykerê Boxe yê Kadikoyê bin. #ÖzgürlükYürüyüşü/#MeşaAzadîyê.
*Partiya Demokratîk a Gelan (HDP): Tecrîda girankirî ya bi komploya navdewletî dest pê kir didome. Em li dijî tecrîdê di Meşa Azadiyê de tên cem hev du.
*Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çan-Huner: Li Îmraliyê tecrîdeke mutleq heye, hûnê destûra bingehîn li ser kîjan esasî ava bikin? #ÖzgürlükYürüyüşü/#MeşaAzadîyê.
*Partiya Herêmên Demokratîk D(BP): Em ber bi azadiyê ve dimeşin Meşa Azadîyê.
*Hevseroka MATÛHAY-DER'ê Dîlek Demîr: #ÖzgürlükYürüyüşü/#MeşaAzadîyê.
*Meclisa Ciwanan a HDP'a Stenbolê: 31 meh in tu xeber ji Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan xeber nayê girtin! Desthilata AKP-MHP'ê dixwaze nbbi pergala îşkenceyê ya Îmrlaiyê ya 25 salan qirkirina kurdna temam bike. Em siyaseta wan a van êrişan û vê pergala îşkenceyê rewa dike qebûl nakin. #MeşaAzadîyê.
*Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê:Hemû qanûnên Tirkiyeyê û yên navneteweyî tên binpêkirin û tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan tê meşandin. Serokê gelê Kurd 24 salê li ber xwe dide. Werin em jî dengê xwe bilind bikin û we tecrîdê bişkînin. #ÖzgürlükYürüyüşü/#MeşaAzadîyê."