AMED - Şêniyên Taxa Peyasê ku li dijî tiryakê xwe birêxistin kirine, civîna xwe ya yekem kirin. Şêniyên taxê anîn ziman ku ewilî dixwazin li taxa xwe û paşê jî li seranserê bajêr dawî li tiryakê bînin.
Li gor "Rapora Zarokan a Amedê" ku Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 9'ê tebaxê de eşkere kiribû, li bajêr êdî zarokên 9 salî jî tiryakê bi kar tînin. Li gor rapora "Têkoşîna Li Dijî Tiryakê" ku Baroya Amedê di 15'ê îlonê de eşkere kiribû, li nav zarokên 12 salî tiryak ji sedî sed zêde bûye.
Şêniyên Taxa Peyasê ya navçeya Peyas a Amedê li dijî tiryakê tevgeriyan. Welatiyên li Taxa Peyasê, xwe birêxistin kirin ku di 30'yê îlonê de li Mala Şînê ya Peyasê bi dirûşma "pêşî li tiryakê bigire" civîna gel li dar xistin. Şêniyên taxê, ji Navenda Dermankirina Pêgirtîbûna Alkol û Tiryakê (AMATEM) derûnas, civaknas, pisporên xizmeta civakî û rûspiyên taxê tev li civînê bûn. Şêniyên taxê diyar kirin ku ewilî dixwazin li taxa xwe û paşê jî li seranserê bajêr dawî li tiryakê bînin.
ŞÊNIYÊN TAXÊ LI DIJÎ TIRYAKÊ XWE BIRÊXISTIN KIRIN
Mehmet Tokkoç anî ziman ku armanca wan ew e ku li taxê tiryakê biqedînin û got: "Em bi van civînan dixwazin xwe bigihînin girseyeke berfireh û bên asta komeleyê. Bi dûr re jî pêşî li taxê û paşê jî li seranserê Amedê pêşî li ber bikaranîna tiryakê bigirin. Lê em nikarin vê bi tena serê xwe bikin. Em dikarin vê bi alîkariya rêxistinên civaka sivîl, derûnas, civaknas û malbatan bikin. Ji bo vê jî em dixwazin saziyên têkildar alîkariya me bikin."
XEBATÊN JI BO KOMELEYÊ
Keyayê Taxa Peyasê Mehmet Çoban jî diyar kir ku ew dixwazin li dijî tiryakê komeleyekê ava bikin û got ku armanca wan ew e ku ciwanan ji nav lepên tiryakê xelas bikin. Çoban wiha domand: "Divê qada îstihdamê ji bo ciwanan bê afirandin. Li vê taxê ji ji sedî 60 malbatan zarokên wan an jî xizmên wan tiryakê bi kar tînin. Komeleya ku em difikirin wê ava bikin armanca wê ew e ku ciwanan ji tiryakê dûr bixe. Di vî warî de pêdiviya me bi alîkariyê heye."
POLÎTÎKAYA DEWLETÊ
Omer Baran (69) ku 33 sal in li Taxa Peyasê ye anî ziman ku bi salan di meclisên taxê de li dijî tiryakê têkoşiyaye û got ku 10 sal berê hema bibêje li taxê bikaranîna tiryakê xelas bûbû. Baran anî ziman ku bi zanebûnî pêşî li ber bikaranîna tiryakê nayê girtin û got: "Li vir tişta ku dewlet dixwaze ew e ku pêwendiya ciwanan bi siyasetê re bê qutkirin. Dixwazin ciwan ji kurdbûyîna xwe dûr bikevin. Tenê ne tiryak, pêşiya fuhûşê jî vekirine. Ev dewlet tenê ne ya tirkan e, ji Edîrneyê heya Qersê ya hemû gelan e. Lewma divê xwedî li van zarokan bê derketin."
DEST JI TIRYAKÊ BERDAN
Devran T. (31) ku 5 salan tiryak bi kar aniye û bi hewldanên şêniyên taxê dest ji tiryakê berdaye got: "5 sal berê min dest pê kir. Lê min bi saya mezinên xwe, 40 roj berê dest jê berda. Mezinên me xwedî li min derketin û ez ji vê pîsîtiyê xelas kirim. Ez zewicî me û du zarokên min hene. Jiyana min mehf bûbû. Tiştekî wiha ye, tu xwe winda dikî. Lê gava tu dest jê berdidî, tu hay ji her tiştî çêdibî. Niha rihet im, ez li cem zarokên xwe û malbata xwe me. Anku ez hay ji jiyana xwe bûm."
Yilmaz Û. (32) jî ku 10 saln tiryak bi kar aniye û paşê dest jê berdaye, bal kişand ser bandorên tiryakê. Yilmaz Û. anî ziman ku piştî dest ji tiryakê berdaye xwe nas kiriye. Yilmaz bal kişand ser polîtîkaya dewletê û wiha bang kir: "Dewlet naxwaze pêşî li ber tiryakê bigire. Banga min ji bo dewletê ev e; li dijî tiryakê bitêkoşe."