STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek bal kişand ser têkoşîna li dijî komploya navneteweyî û wiha got: “Peywireke me heye ku divê em tecrîda li Îmraliyê parçe parçe bikin. Heke hewldanên hêzên komploger jî bêhtir hatibin kûrkirin, wê demê em ê pir mezintir li ber xwe bidin.”
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal li pey xwe hişt. Komploya navneteweyî ku bi koordînatoriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û bi daxilkirina NATO û Almanyayê di sala 1985’an de hate destpêkirin, bi tevlikirina Ingilistan, Îsraîl, Yewnanistan, Erebistana Siûdî, Misir, Îran, Sûriye, Parlamentoya Ewropayê, Konseya Ewropayê, Fransa, Îtalya, Hollanda, Rûsya, Swîsre û Kenyayê hate berfirehkirin û bi anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê re berdewam kir. Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1999’an de ji ber zextên hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê derket, piştî 130 rojên li Ewropayê, di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê û xistin Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku bi awayekî taybet hatibû dîzaynkirin.
Abdullah Ocalan, ji bo komploya navneteweyî li Îmraliyê ev nirxandin kir: “Operasyona ewilî ya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn û Şerê Sêyemîn ê Cîhanê li dijî min hate kirin. Li Rojhilata Navîn ez aktorek bûm ku min lîstikên wan xera dikir. Di esasê xwe de mudaxileyî min kirin.” Abdullah Ocalan ku bû hedefa vê mudaxileyê, li Îmraliyê bi teza Modernîteya Demokratîk ev komploya navneteweyî vala derxist.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, pirsên me yên têkildarî hedefên komploya navneteweyî û pêvajoya pêşxistina wê bersivand. Çîçek, anî ziman ku pozîsyona Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ji bo projeya hêzên kûrewî ya “pergala nû ya cîhanê” weke gef hatiye dîtin û divê mantiqa hêzên komploger ji vî alî ve were nirxandin.
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek bal kişand ser têkoşîna li dijî komploya navneteweyî û wiha got: “Peywireke me heye ku divê em tecrîda li Îmraliyê parçe parçe bikin. Heke hewldanên hêzên komploger jî bêhtir hatibin kûrkirin, wê demê em ê pir mezintir li ber xwe bidin.”
Hedefa komploya navneteweyî çi bû ku koordînatoriya wê DYA’yê dikir, bi hevkariya hêzên kûrewî hate kirin û gava ewil a mudaxileya li dijî Rojhilata Navîn bû?
9’ê Cotmehê ji destpêkekê zêdetir, di esasê xwe de dikare weke encama pêvajoyekê û destpêka pêvajoyekê were nirxandin. Ji bo pênasekirina komployê, hewceye di serî de divê polîtîkayên DYA’yê yên kûrewî baş bên pênasekirin. Piştî belavbûna Yekitiya Sovyetan û di pêvajoya mudaxilekariya nû ya Amerîkayê de, bi pêşengtiya DYA, Ingilistan û NATO’yê de li dijî birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd pêvajoyek hate birêxistinkirin. Bi tezeke ku weke “Teza pevçûnê” re terorîzma kûrewî, bi polîtîkayên dijminatiyê re xwestin Rojhilata Navîn bi awayekî bi polîtîkayên xwe dorpêç bikin. Tam di vê qonaxê de nedikariyan birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd jinedîtî ve bên.
Tişta ku kirî hêzên kûrewî bên ba hev çi bûn?
Weke mînak; di sala 1973’yan de Serokê Amerîkayê Bill Clinton cara ewil çû serdana Şamê. Û di wê serdanê de bi Hafiz Esad re hevdîtineke bi qasî 4 saetan kir. Ji 4 saetan 3 saet jê li ser birêz Ocalan bû. Her wiha di sala 1996’an de Tirkiye û Îsraîlê hevkariyeke pir stratejîk kirin û di mijarên leşkerî û îstîxbarî de peyman îmze kirin. Di pêvajoya komployê de em dibînin ku ji hêla îstîxbarî ve Mossad a girêdayî Îsraîlê piştgiriyeke mezin dide. Bi heman awayî, di nîsana sala 1996’an de Serokwezîrê Yewnanistanê Kostas Simitis û Tirkiyeyê ji bo lihevkirina li ser Giravên Egeyê, Yewnanistanê soz da ku dê di şerê li dijî PKK’ê de alîkariyê bide. Herî dawî di 17’ê îlona 1998’an de jî PDK û YNK’ê li Washingtonê bi Amerîkayê re Peymana Otonoma Kurd îmze kirin.
Abdullah Ocalan tespîteke wiha dike; “Mudaxileya ewilî ya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê li dijî min hate kirin.” Gelo tişta dixwestin tune bikin û tesfiye bikin çi bû?
Li Rojhilata Navîn hebûna tevgereke ku girîngiyê dide wekheviya gel û baweriyan, azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê; li dijî polîtîkayên mêtinger gefeke mezin e, polîtîkayên vala derdixîne.
Li Rojhilata Navîn hebûna tevgereke ku girîngiyê dide wekheviya gel û baweriyan, azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê; li dijî polîtîkayên mêtinger gefeke mezin e, polîtîkayên vala derdixîne. Dema em ji vî alî ve lê dinêrin; mirov dikare dîroka 9’ê Cotmeha 1998’an weke pêngava ewil a pêvajoya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ku bi pêşengtiya DYA, Ingilistan û NATO’yê heta roja me tê domandin binirxîne. Pêvajoya heta roja me jî mirov dikare weke qonaxên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê binirxîne. Anku polîtîkayên piştî 9’ê Cotmehê ku van aktoran bi awayekî giştî heta 7-8 salan domandin. Di pêvajoya derketina birêz Ocalan a ji Sûriyeyê û di 15’ê Sibatê de anîna Tirkiyeyê de em dibînin bê ka van hêzan çi rol lîstine. Lewma 9’ê Cotmehê ji hêla dîrokî ve mudaxile û komployeke NATO û Gladioya Mezin e. Lê heke em hinek bi hûrûkûrtir vebêjin; hem hêzên NATO û Gladioyê hem jî neteweyên têkiliyên xwe yên aborî bi wan re hene, bi awayekî giştî li dijî birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi mantiqa komploger tevgeriyan û lihev kirin. Mirov di heman demê de dikare vê yekê weke hewldana tasfiyekirina paradîgmaya Neteweya Demokratîk, Modernîteya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk a ji hêla pergala netewe-dewletê binirxîne.
Di pêvajoya komployê de hiqûqa navneteweyî jî tune hate hesibandin. Daxwaza darizandina navneteweyî bêbersiv hate hiştin û li Tirkiyeyê pêvajoya darizandinê tenê mehekê dom kir. Jixwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî vê pêvajoyê weke “şano” pênase dike. Gelo senaryoyeke çawa hate nivîsandin û encamek jê hate girtin an na?
Hiqûqa li qada serdestan, rêgeza nixûmandina her cureyên derhiqûqî, mêtingerî û qirkirinan e. Hiqûqa bindestan nîne. Hiqûqa parastina berjewendiyên serdestan e. Jixwe armanca esasî ya radestkirina Tirkiyeyê ew bû ku pirsgirêka kurd têxin çiravekê. Xwestin ji hêla fîzîkî ve birêz Ocalan tune bikin lê birêz Ocalan ev lîstik vala derxist. Berxwedana gelê kurd ev lîstik vala derxist. Piştre jî polîtîkaya rizîkirinê xistin meriyetê. Dema em îro lê dinêrin jî polîtîkaya agahîjênegirtinê di meriyetê de ye. Mirov dikare vê pêvajoyê weke 3 qonaxan binirxîne ku ew jî tunekirina fîzîkî, rizandin û agahînegirtin in. Dema em ji vî alî ve jî lê dinêrin, em dikarin bibêjin ku danişînên li Îmraliyê bi xwe ne hiqûq lê şano bûn. Dema birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê, Ecevît li xwe mikûr hat û got; “Ez nizanim bê ka çima radestî Tirkiyeyê hate kirin.” Di esasê xwe de ji vî alî ve em bi rehetî dikarin bibêjin ku operasyoneke Gladio û NATO'yê bû’ Di esasê xwe de birêz Ocalan bi xwe bi salan berê di hevdîtinên bi parêzeran re de digot; ‘Vaye hûn dibînin, rola Tirkiyeyê ew e ku ji bo min gardiyantiyê bike. Ez dîlgirtiyê Gladio û NATO’yê me.” Dema em ji vî alî ve lê dinêre, bendewariyeke mirov çênabe ku hêzên komplo pêk anîn bi awayekî adilane bidarizînin.
Heke em balê bikişînin ser tespîta “Komplo li Tirkiyeyê hat kirin” a Abdullah Ocalan, gelo encamên komployê li ser Tirkiyeyê çi bûn?
Gelê kurd li derdora birêz Ocalan bû xelek. Dîwarên azadiyê li derdora wî hatin avakirin û ev yek kir ku hem hêzên serdest hem jî dewletên eleqedar dîsa xistin nava hesaban.
Xwestin bi dîlgirtina birêz Ocalan li Tirkiyeyê tevliheviyek mezin biafirînin û şerê gelan li ser vê erdnîgariyê ferz bikin. Birêz Ocalan di darizandinên ewil ên Îmraliyê de vê lîstokê xera kir. Çimkî ew roj tên bîra me hemûyan. Li her deverê nijadperest derdiketin nêçîra kurdan. Hema bêje her kurdek dihat dîtin digotin ‘qetla wî helal e’ û atmosferek wisa derdiket holê. Jixwe diyar bû ku ev darizandinek hiqûqî û adil nîne. Netew dewletê xwest di darizandinên Îmraliyê de bi beramberiya birêz Ocalan ji bo avakirina nijadperestiyê wê pêvajoyê veguherîne avantajekê. Lê sekna gelê kurd a polîtîk û bîrdozî û israra di azadiyê de wê lîstokê xera kir. Her wiha di heman demê de bi mehkûmkirina cezayê îdamê ya ji bo birêz Ocalan re îdam ji qanûnan hat derxistin, a rast ev bi awayek giştî da nîşandan ku gelê kurd, birêz Ocalan û tevgera azadiya kurd nêzîkatiyên komployê pûç kirin. Gelê kurd li derdora birêz Ocalan bû xelek. Dîwarên azadiyê li derdora wî hatin avakirin û ev yek kir ku hem hêzên serdest hem jî dewletên eleqedar dîsa xistin nava hesaban.
Hûn wek parêzerekî serdana Îmraliyê kiribû û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk anîbû. Gelo hûn rewşa agahî negirtina 31 mehan a ji Girava Îmraliyê çawa pênase dikin?
Mantiqê Giravê nîşaneya têkbirina polîtîkayên kes e. Em niha dibêjin Girtîgeha Îmraliyê, lê belê li giravek sekan girtîgeh hatiye avakirin û birêz Ocalan li wir dimîne. Naxêr, Girava Îmraliyê bitemamî bi mantiqê tecrîdê hatiye çêkirin û ew bi xwe pergalek e. Ew rêberê statü û têkoşîn azadiya gelê kurd e. Ew rêberiya mirovan dike. Di şexsê wî de dixwazin bi pergala tecrîdê, vê têkoşînê tasfiye bikin. Ji ber vê yekê em giravê wek teknîka rêveberiyê û wek pergalekê dinirxînin.
Têkiliya Girtîgeha Îmraliyê ya bi hiqûqê re tenê ew e ku hiqûq hatiye xetimandin. Çimkî hiqûq, ehlaq û mafên mirovan tune ye. Li dijî kes pergalek taybet ava kirin e û ew pergal hatiye birêxistinkirin lê hin deman bûye rewşek awarte.
Abdullah Ocalan diyar kiribû ku wî bi sekna xwe pergala tecrîda Îmraliyê pûç kiriye. Gelo esasê sekna li Îmraliyê çi ye?
Niha jî ji pêngavên birêz Ocalan ditirsin û dixwazin wî bixin nava bêdengiyek mutleq. Lê Şoreşa Rojava ku îro li Rojhilata Navîn zîl daye û ev paradîgmaya birêz Ocalan besiva herî mezin a li dijî hişê komplogeran, Gladio û NATO’yê ye.
Birêz Ocalan bi sekn û pratîk û lêhûrbûnên xwe li dijî komploya li ser xwe gelek pêngavên cidî kirin û lewma komployê pûç kir. Birêz Ocalan niha bêagahî hatiye hiştin û tu agahî jê nayê girtin. Fikr û paradîgmaya wî îro tenê ne di nava gelê kurd de belav bûye li seranserî cîhanê belav bûye û gelên cîhanê bikr û bîrdoziya wî ji xwe re kiriye mijarên sereke û dersan. Jixwe birêz Ocalan bi parastin ango pirtûkên xwe yên 5 cildên mezin, bersivên dîrokî da Komploya Gladio ya Mezin, hêzên rojavayî, Amerîka, Îngîltere, hêzên kapîstalîstên modernîst. Bi pêngavekê bersiv da pêngavekê. Niha jî ji pêngavên birêz Ocalan ditirsin û dixwazin wî bixin nava bêdengiyek mutleq. Lê Şoreşa Rojava ku îro li Rojhilata Navîn zîl daye û ev paradîgmaya birêz Ocalan besiva herî mezin a li dijî hişê komplogeran, Gladio û NATO’yê ye.
We qala bandora komployê ya navnetewî kir, pergala tecrîda li Îmraliyê çawa bandorê li Tirkiyeyê dike?
Esas di rastiyê de çawa ku dewlet tecrîda li ser Ocalan sîstematîk dike û serneketina muxalefetê ya li dijî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê dît, tecrîd gav bi gav kûr kir. Tevî vê yekê mantiqa bingehîn ya tecrîdê jî xwe dispêre neçareseriya pirsgirêka kurd. Heke îro em qala krîza aboriyê bikin, dema me budçeyên ji şer re hatin veqetandin hesab kirin, em dibînin ku para herî bingehîn ji şer re tê xerckirin. Çavkaniyên ji şer re tên xerckirin weke pirsgirêkên perwerde, çand û aboriyê li me dizivirin.
We got di bingeha tecrîdê de neçareseriya pirsgirêka kurd heye. Ji bo çareseriyê roleke çawa dikeve berê mûxalefeta civakî?
Li Tirkiyeyê parastina aştiyê, parastina civakîbûna aştiyê, gelên Tirkiyeyê bikin aliyekî çareseriya demokratîk û aştiyane ya çareserkirina pirsgirêka kurd, divê bibe pêşengtiya muxalefeta civakî. Ev ne tenê peywîreke tenê li ser kurdan bê barkirine. Divê hemû komên cuda yên li Tirkiyeyê ku ji ber van hemû krîzan gelek zehmetiyan dikişînin jî di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de eleqedar bin. Pêvajoya diyalog û müzakereye ya di navbera salên 2013 û 2015’an de hatine destpêkirin weke psîkolojîk jî weke aborî jî rehetbûnek nîşan da. Ji ber vê yekê li dijî polîtîkayên tecrîdê divê hemû kirdeyên berxwedana civakî yên li Tirkiyeyê li dijî polîtîkayên tecrîdê bibin aliyek û weke xala bingehîn a têkoşîna xwe têkoşîna li dijî tecrîdê ji xwe re bikin peywîr.
31 meh in agahî nayên girtin, bertekên li dijî tecrîda li Îmraliyê têr dikin?
Em bi peywîreke ku tecrîda Îmraliyê perçe perçe bikin re rû bi rû ne. Kes ji me nikare ji vê peywîrê bireve û berovajiyê wê divê em pê re hevrû bin. Heke meyla hêzên komploger kûr bibe, wê demê em ê mezintir li ber xwe bidin.
31 meh in hûn ji girtîgeha welatekî ji mirovekî ku li girtîgehê tê girtin agahî nagirin û ne mirovekî ji rêzê ye. Kesekî ku bi milyonan kurd, bi milyonan kesên bindest jê re rêzê digire û weke serok dibîne ye. Dema em ji vir dinerin agahî negirtina 31 mehan gelek bixeter e, asteke krîtîk e lê divê em di heman demê de bi vê xwebaweriyê tevbigerin; divê berxwedana birêz Ocalan a li Îmraliyê ya fikrî, fîzîkî, polîtîk û îdeolojîk û tiştên pêşkeşî bindestên li ser erdnîgariyê dike li ber çavan bê girtin. Li aliyê din, bi hesta dilsoziya siyasî divê em li rê û rêbazên hevrêtiya bi Birêz Ocalan re bigerin û piştgiriyê bidin wî, vê yekê bikin beşa herî bingehîn a têkoşîna rojane û têkoşîna gelan û xwerexnedayina xwe ya li dîrokê û rojê bidin.
Weke HDK hûn azadiya Abdullah Ocalan diparêzin. Di salvegera 26’emîn a komploya navnetewî de hûn ê xeteke çawa ya têkoşînê bişopînin?
Em bi peywîreke ku tecrîda Îmraliyê perçe perçe bikin re rû bi rû ne. Kes ji me nikare ji vê peywîrê bireve û berovajiyê wê divê em pê re hevrû bin. Em bi polîtîkayên tecrîdê bi hişê her tim neyîniyê û çênebûnê ferz dike re rûbirû ne. Lê belê me komployên mezintir ên berê pûç kirin û dibe ku em tevli berxwedaneke hîn mezintir bibin. Dema em îro dinerin meyla hêzên komploger kûr bibin; wê demê em ê mezintir li ber xwe bidin. Me mîrateyeke kevneşopiya berxwedanê dewr girtî ye û gelek caran me ev komplo bi berxwedana xwe pûç kiriye. Bi sedan mewzî û destkeftiyên vê berxwedanê afirandî hene. Bi rastî jî tevgereke ku xwe kiriye tevgereke cîhanê heye. Em weke mirovên di nav vê têkoşînê de divê îro bêtir bi pergala Îmraliyê re hevrû bin û di serî de azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk bînin rakirina astengiyên li pêş têkoşînê û pêşveberina xeta berxwedana mezin di destê me de ye.
MA / Îbrahîm Irmak