STENBOL - Siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de aktorek gelek grîng e û di sedsala nû de bêçareserî dê neyê domandin û divê gavên nû bên avêtin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di encama komployek navneteweyî de 15’ê Sibata 1999’an hat dîlgirtin, 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê ragirtî ye û 31 meh in tecrîdek girankirî lê tê sepandin û tu agahî jê nayê girtin.
Di navbera Abdullah Ocalan û şandeya dewletê de di navbera salên 2013 û 2015’an de pêvajoya çareseriyê hat birêvebirin. Li ser encama lihevkirina Ocalan û şandeya dewletê de Şandeya Mirovên Aqilmend hatibû avakirin. Wê demê Serokê Giştî yê Komeleya Piştevaniya ji bo Mazlûman û Mafê Mirovan (MAZLUMDER) Ahmet Farûk Unsal jî di nav şandeya Mirovên Aqilmend de cih girt. Unsal rola Abdullah Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd nirxand.
JI BO ÇARESERIYA FERSENDE HERÎ MEZIN
Unsal destnîşan kir ku erjîma komarê li ser dijîtiya kurdan hatiye kodkirin û vê rewşê pirsgirêka kurd aniye wê astê ku kiriye pirsgirêka bingehîn a welêt. Unsal anî ziman ku di dîroka sedsaliya komarê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd fersendek mezin di salên 2013-2015’an de bi “pêvajoya çareseriyê” ket destê her kesî. Unsal got wî jî di şandeya Mirovên Aqilmend a wê demê hat avakirin de cih digirt û ev yek serfiraziya daye wî ku wî berpirsiyartiya dîrokî ya çareseriyê daye ser milê xwe û ew pêvajo ji bo kurdan cihê kêfxweşiyê bû.
MUXATABIYA ABDULLAH OCALAN
Unsal destnîşan kir ku dewletê di wê pêvajoyê de pirsgirêka muxatabiyê derbas kir û rasterast Abdullah Ocalan û PKK’ê muxatab girt û ev yek ji bo pêvajoyê gavavêtinek herî mezin bû. Unsal anî ziman ku ev muxatabî û proseya çareseriyê di nava civakê de cihek pozîtîf girt û tesîrek erênî li ser civakê kir û wiha got: “Li Tirkiyeyê siyaset bi serdestî tê kirin. Li Tirkiyeyê siyaset ne li gorî tabanê nayê kirin. Bi piranî ji jorê ber bi jêrê ve tê kirin. Lê belê dewletê di vê pêvajoyê de ragihand ku PKK’ê muxtab digire. Li gorî min ev ji bo siyasetê tiştek nû bû û siyaseta serdest şikest. Di pêvajoya aştiyê de rê li ber siyasetek aktîf a kurdan hat vekirin. Yanî her kes bi çavek erênî û baş li pêvajoyê dinêrî. Yanî muxatabgirtina PKK’ê, Qendîlê rasterast Ocalan wek aktorekî hat qebûlkirin. HDP’ê di navbera Qendîl, Ocalan û îktidarê de bir ola xwe rabû. Kesî viya mimkûn nedidît lê çêbû. Îktidar dema pêvajoyek rast bide destpêkirin, civak jî pir bi hêsanî dikare xwe biguherîne.”
‘OCALAN AKTOREK GELEK GIRÎNG E’
Ûnsal destnîşan kir ku îktidar di çareserkirina pirsgirêka kurd bi awayek jidil tevnegeriya û hesabên cuda yên îktidarê hebûn. Unsal anî ziman ku 31 meh agahînegirtina ji Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya li ser wî tê ferzkirin ji neçareserkirina pirsgirêka kurd qut nîne û wiha got: “Ev rewşa tecrîdê li dijî hiqûqê ye. Tecrîdkirina Ocalan, qedexekirina hevdîtina parêzeran û malbata wî rewşek li dijî mevzuata hiqûqê ya Tirkiyeyê ye. Di warê polîtîk de jî Ocalan aktorek gelek girîng e. Jixwe dewletê di sala 2013’an de li xwe mikûr hat ku Ocalan muxatab girtî ye. Ji ber wê muxatabiyê di salên 2013-2015’an de di nav civakê de gelek tiştên xweş qewimîn. Di nav civakê de têkilî gelek baş bûn. Me gelek feydeyên wê dîtin. Heke ku me ji wê rewşê kêfxweşî û feydeyan wergirtibe çima ev tecrîd didome? Pirsgirêka kurd êdî div ê sedsala nû de nayê dewamkirin. Ji ber vê yekê jî di vê sedsala nû de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê gavên nû bên avêtin.”
MA / Îbrahîm Irmak