NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Seyîd Evran di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Hevreyê wî Azîz Koyluoglû yê ku 24 sal in pê re dixebitî wiha qala wî kir: “Em di şexsê heval Seyîd de bi awayekî zelal dibînin ku divê şoreşger, rojnamegerek çawa bijî."
Zêdetirî 30 sal in xebatkarê Çapemeniya Azad e. Ew rojnamevan-nivîskar Seyîd Evran e. Di 22'yê îlonê de li nexweşxaneya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku lê dihat dermankirin di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Evran 30 sal zêdetir e bû şopdarê heqîqetê û di çapemeniya azad de bênavber têkoşiya. Evran, li çar parçeyên Kurdistanê ji bo ragihandina heqîqetê xebitî. Evran, ji bo çapemeniya azad mîraseke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt.
Rojnameger Azîz Koyluoglû ku 24 sal in bi Seyîd Evran re dixebite û wî nas dike qala berxwedan û têkoşîna hevrêyê xwe kir.
‘HER TIM DI LÊGERÎNA PEYDAKIRINA NÛÇEYAN DE BÛ’
Rojnamevan Azîz Koyluoglû diyar kir ku Evran ji bo raya giştî ji rastiyan agahdar bike her tim di nava têkoşînê de bû û wiha qala wî kir: "Ez heval Seyîd ji sala 1998'an û vir ve nas dikim. Lê di bihara 2000'an de firsenda min çêbû ku ez wî ji nêz ve nas bikim. Min nas kir. Ji wê demê heta niha nas dikim. Em bi çapemeniya azad de bi hev re xebitîn. Ji wê demê û vir ve 24 sal in em hev nas dikin. Em di gelek qadan de bi hev re xebitîn. Li başûrê Kurdistanê em bi hev re xebitîn. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê me bi hev re nûçe şopandin. Em heta sala 2021’an li Rojava bi hev re bûn. Heval Seyîd ji şopandin û nivîsandina nûçeyan hez dikir. Tevî wî temenê xwe bi refleksên nûçegihanekî 20 salî nûçe dişopandin û nûçe dinivîsand. Her tim di lêgerîna nûçeyan de bû. Ew bi xwezabûna xwe heta rojên xwe yên dawî jiyan û têkoşîna xwe berdewam kir. Dema ku agahiyek baş jê re dihat, bi raya giştî re parve dikir. Wî ji nûçe çêkirinê û nivîsandinê moral dîgirt. Dema ku wî rewşek analîz dikir, teqez xwest ku vê analîzê ji raya giştî re ragihîne. Armanca wî agahdarkirina raya giştî bû. Û ji bo vê armancê dixebitî.
DIGOT HER TIŞT JI BO GEL E
Ew lehengek û kesayetek hêja bû ku mirov wî ji xwe re mîna bigirta. Dikaribû bi her kesî re li hev bike. Bi heval Seyîd re hemû taybetmendiyên rojnamegeriyê hebûn. Şoreşger bû û digot 'her tişt ji bo gel e'. Lê armanca wî ya sereke ew bû ku agahiyan ji raya giştî re ragihîne û raya giştî rast agahdar bike. Û ew her tim di nava lêgerînê de bû digot ez ê çawa dikaribim zêdetir beşdarî vê têkoşînê bikim. Dema ku em di qadê de dixebitîn yek ji hevalên herî çalak bû. Bi taybetî di civînên me yên nûçeyan de hem rewşê heyî analîz dikir û hem jî pêşniyarên nûçeyan dikir. Di vî warî de jî çalak bû."
'EW NE TENÊ ROJNAMAGER BÛ ŞOREŞGEREKÎ MEZIN BÛ JÎ’
Koyluoglû anî ziman ku Seyîd Evran ji kevneşopiyeke mezin a têkoşînê tê û wiha got: "Hevalê Seyîd hevalekî ku demeke dirêj derbarê Ermenistan û Asyaya Navîn bi taybetî jî li ser kurdên Kazakistanê nûçe amade dikirin. Serpêhatiya wî ya rojnamegeriyê bi çapemeniya azad dest pê kir û bi çapemeniya azad bi dawî bû. Nûnerê rojnameyê yê bajarê Agiriyê yê bakurê Kurdistanê bû, navê rojnameya wê demê nayê bîra min, yan Ozgur Gundem yan jî Ozgur Ulke bû. Wê demê weke nûçegîhan û nûnertî kar kir, paşê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di sala 1996'an de li çiyayên azad xebatên gel kir û li wir beşdarî xebatên çapemeniyê bû, Seyîd ne tenê rojnameger bû, di heman demê de şoreşger bû, hevalekî ku taybetmendiyên şoreşgerî di cewherê xwe de dihewand bû. Guhertin her tim di nava wî de hebû, hevalek ku di her şert û mercan de dikaribû xwe ji nû ve sererast bike bû. Di çi şert û mercan de dibe bila bibe, moralê wî timî bilind bû. Dem bi dem ji nişka ve carna hêrs dibû. Lê miroveke ne bi rik bû. Di esasê xwe de hevalek ku bi hevrêyên xwe re dibû hevrê. Û hevrêtî ji bo wî pir girîng bû. Pir nivîsand, pir analîz kir, gelek nûçe çêkirin. Li çar perçeyên Kurdistanê geriya."
DI ŞOREŞA ROJAVA DE ROLA SEYÎD
Koyluoglû diyar kir ku Evran li çar parçeyên Kurdistanê di lêgerîn heqîqetê de bû û diyar kir ku Evran di Şoreşa Rojava de ji bo ragihandina şoreşa gel bi gel re bir ola xwe rabû û wiha axivî: "Hem li rojhilatê Kurdistanê nûçe çêdikir û hem jî li başûrê Kurdistanê nûçegihan bû. Her wiha di destpêka Şoreşa Rojava de cih girt. Ji sala 2012'an û vir ve di destpêka şoreşê de li Rojava rojnamegerî dikir. Li her derê geriya. Seyîd nûçegihanê şer bû. Li hemû qadên şer ên Şoreşa Rojava, li Heleb, Efrîn, Kobanê, li Minbic, Reqa, Qamişlo, Hesekê bajarekî ku lê nexebitîbû nebû. Heval Seyîd rastiya şer bi zimanê herî zelal vedigot. Têkoşer bû, bi israr bû, ji berê ve ji kevneşopiyeke wisa dihat, bapîrên hevalê Seyîd beşdarî serhildana Şêx Seîd bûn û li wir hatin darvekirin, ew ji kevneşopiyeke malbatî bû, nûnerê wê kevneşopiyê bû. Tiştek bêyî têkoşînê nayê bidestxistin, her tişt bi têkoşînê tê qezenckirin, tu tişt bi serê xwe nabe. Her tişt hewldan hewce dike. Heval Seyîd xwedî vê taybetmendiyê bû. Her tim têdikoşiya. Li dijî paşverûbûnê û dijmin her tim di nava têkoşînê de bû. Ew hişê çapemeniya azad ê zindî bû. Ne tenê yê çapemeniya azad, hişê Kurdistanê jî bû. Heval Seyîd xwedî bîrek pir xurt bû. Wî tu carî nav û cihan ji bîr nedikirin. Herêm, nav û bûyer ji bîr nedikir, wan bibîr dianî û yek bi yek qala wan dikir. Heval Seyîd hem ji bo kurdan hem jî ji bo çapemeniya azad bû bîranînek zindî, ev yek wê bibe sedemê xwedîderketina bîranîn û têkoşîna wî.”
'EM BERDEWAMA MÎRATEYA ŞEHÎD SEYÎD ÎN'
Koyluoglu da zanîn ku ew ê heta dawiyê li pey têkoşîna Seyîd Evran bimeşin û di dawiyê de wiha got: "Ji me re mîrasek girîng hişt. Ji bo berdewamkirina vê mîrateyê, mezinkirina wê û belavkirina wê mîrateyek ji me re hişt. Yek ji mîrateyên sereke yên heval Seyîd berdewamkirina têkoşîna şehîdan bû. Ev dê ji bo me jî wisa be. Em parêzvanên vê mîrasê ne. Heval Seyîd jî digot, 'Em berdewamên şehîdan in'. Niha jî em berdewama mîrateya hevalê şehîd Seyîd in. Ji bo vê jî çi ji destê me tê em ê li cihê ku hiştiye bidomînin. Ji bo ku xeyalên wî pêk bînin û bigihînin vê armancê em ê têbikoşin. Em di şexsê heval Seyîd de bi awayekî zelal dibînin ku divê şoreşgerek, rojnamegerek çawa bijî.”
MA / Zeynep Durgut