STENBOL - Tecrîda teqez ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kete meha 31’emîn. Herî kêm 449 serlêdanên div ê serdemê de hatin kirin an bêbersiv hatin hiştin an jî bi hinceta cezayên “dîsîplînê” hatin redkirin.
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 24 sal in di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin 31 meh in agahî nayê girtin. Abdullah Ocalan di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî. Lê belê Mehmet Ocalan da zanîn ku hevdîtina wan di nîviyê de hatiye qutkirin. Ji bilî Ocalan ji 25’ê adara 2021’an ve agahî ji Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar nayê wergirtin.
JI MALBAT Û PARÊZERAN RE ASTENGÎ
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di sala 2019’an de karîbû bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Piştî di pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de di 8’ê mijdara 2018’an de çalakiya greva birçîbûnê belavî hemû girtîgehan bû û zextên raya giştî di sala 2019’an de 5 hevdîtin hatin kirin. Hevdîtina parêzeran a herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de pêk hat. Ji wê dîrokê û vir ve destûr nayê dayîn ku parêzer bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.
Herî dawî Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar di 12’ê tebaxa 2019’an de bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Daxwazên serlêdanê yên malbatan ên ji vê dîrokê ve tên kirin, an bê bersiv tên hiştin an jî nayên qebûlkirin.
OCALAN: EV REWŞ HEM SIYASÎ HEM HIQÛQÎ YE
Abdullah Ocalan herî dawî bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di 25’ê adara 2021’an de bi telefonê axivî û telefona wan di niviyê de qût bûbû. Di vê axaftina ku nêzî çar deqîqe û nîv berdewam kir de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi van gotinan bertek nîşanî rewşê dabûn: “Kekê min got ‘Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştek rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe. Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev ne tiştek hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”
HERÎ KÊM 449 SERLÊDAN
Di lîteratûra hiqûqî ya navneteweyî de tecrîda mutleq a ku wekî “incommunicado” tê binavkirin, berdewam dike, hewldanên parêzer û malbatan jî didomin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê her hefte bi daxwaza hevdîtinê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî serî li Miduriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dide. Ji 25’ê adara 2021’an ve ku têkilî bi Abdullah Ocalan re hatibû danîn û heta niha herî kêm 312 serlêdanên parêzeran û herî kêm 137 serlêdanên malbatan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê hatine dayîn. Lê an serlêdan bêbersiv tên hiştin an jî bi daxwaza “cezayên dîsîplînê” tên astengkirin.
CEZAYÊN ‘DÎSÎPLÎNÊ’ YÊ NÛ
Parêzeran bi daxwaza malbat di 10’ê tîrmehê de hevdîtinê bikin serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê da lê serlêdana hate kirin bi hinceta “cezayê dîsîplînê” nehate qebûlkirin. Dadgehê têkildarî hincet û dîroka ceza jî tu agahî nedan.
JI BO ABDULLAH OCALAN JI 2 MILYONAN ZÊDETIR ÎMZE
Ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê bê rakirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were di asta netewî û navnetewî de gelek çalakî, aktîvîte û kampanya tên lidarxistin; di meha 29’emîn a tecrîda mutleq de 2 milyon û 646 hezar û 211 îmzeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi van daxwazan hatin komkirin, teslîmî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan (OHCHR) a Neteweyên Yekbûyî hatin kirin.
HERÎ DAWÎ LI CPT’YÊ HIŞYARIYA ‘LEZGÎN’ HATE KIRIN
Buroya Hiqûqê ya Asrinê herî dawî ji bo muwekîlên xwe Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di bin tecrîdê de têkildarî geşedanên di navbera 30’ê nîsana 2023’yan û 31’ê tîrmeha 2023’yan de di 9’ê gulanê de serî li Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê da. Di çarçoveya serlêdanê de parêzeran diyar kirin ku mafê ziyareta parêzer û malbatê bi awayekî bêhiqûqî hatiye astengkirin û newergirtina agahiyan “incommunicado” bê navber dewam dike. Ji ber van hemû sedeman parêzeran hişyarî dan CPT’yê û gotin, “Sibe dibe ku dereng be” û destnîşan kirin ku divê CPT ji bernameya serdanê wêdetir biçe û 'bi lezgînî' serdana Îmraliyê bike. Di serdanê de 7 daxwaz hatin rêz kirin.
MA / Ergîn Çaglar