WAN - Li gundê Çamilî yê navçeya Qelqeliyê di encama bombekirina malekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di rapora têkildarî vê bûyerê hate amadekirin de hate xwestin ku bûyera kuştinê ji ber bikaranîna çekan a bêpîvan çêbûye û ev îdia li ber çavan bê wergirtin û berpirsyar bên girtin.
Li gundê Çamilî yê girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê di 1’ê îlonê de di encameke bombekirina malekê de du kesan jiyana xwe ji dest dabû. Baroya Wanê, Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Wanê, rapora têkildarî bûyera qewimî amadekiribûn bi daxuyaniyekê aşkere kirin. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî piştgirî da daxuyaniya li Eywana Konferansa Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hate dayîn. Hevserokê Şaxa OHD’a Wanê Mûrat Ozçîçek ê daxuyaniya çapemeniyê xwend, da zanîn ku rojek piştî tiştên qewimîn çûn gund û lêkolîn kirin û guhdariya şahidan kirine.
RAPOR HATE AŞKEREKIRIN
Ozçîçek, diyar kir ku bi awayekî zêde bi çekên giran gule berdane mala ku operasyon lê hatiye kirin, tespîtek nehate kirin ku ji malê jî bersiv hatiye dayîn û wiha got: “Hate tespîtkirin ku di encama gulebaranê de dûyekî zêde ji malê bilind bûye, pişt re li malê teqînek çêbûye û hatiye dîtin ku parçe ji malê firiyan e û pişt re xanî hilweşiya ye. Hate tespîtkirin ku piştî operasyon hate lidarxistin, tevî daxwaza gundiyan xanî nehatiye vemirandin, piştî bûyerê du rojan şandeyê tespît kir ku hêj dû ji xanî derdikeve. Hat dîtin ku ji gelek noxteyan bi çekên di dema çalakiyê de hatine bikaranîn gule hatine reşandin û wesayîta li nêzî mala ku operasyon lê hate kirin ji ber gulebarandina bêkontrol hatiye îmhakirin. Dema ku qeydên vîdeoyê yên ku gundiyan bi me re parve kirine, şopên li cihê bûyerê, qada belavbûnê, vegotinên şahidan û ji ber ku mala ku bi çekên giran operasyon lê hatî kirin li ser du kesan hatiye hilweşandin, guman tê kirin ku di encama bikaranîna çekan ya bêpîvan de dibe ku bûyera kuştinê pêk hatibe.”
‘DIVÊ BIRYARA VEŞARTINÊ BÊ RAKIRIN’
Ozçîçek, anî ziman ku ji ber biryara veşartî ya di dosyaya lêpirsînê ya têkildarî bûyerê de agahiyên kesên di encama operasyonê de hatin kuştin, rewşa cenazeyên kesên hatin kuştin û naveroka dosyaya lêpirsînê negihiştine ber destê wan û wiha berdewam kir: “Mafên jiyanê yên kesan bi mewzûata neteweyî û navneteweyî hatiye ewlekirin. Tê diyarkirin ku divê bikaranîna çekan yekane û çareya dawî be, tê garantîkirin ku divê bikaranîna çekan bipîvan be heke dê bibe sedemê binpêkirina mafê jiyanê.”
‘DIVÊ BIKARANÎNA ÇEKÊN BÊPÎVAN BÊ LÊKOLÎNKIRIN’
Ozçîçek, bal kişand ku divê Serdozgeriya Komarê ya Qelqeliyê têkildarî bûyera bi kuştina du kesan encam girtî bi hemû awayî lêkolîn bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê lêpirsîna der barê bûyerê de ji aliyê dozgeriyê bi xwe ve weke şertê lêpirsîneke serbixwe û bêalî bê meşandin. Bûyera kuştinê di encama operasyonê de ji ber bikaranîna çekan a bêpîvan çêbûye û ev îdia li ber çavan bê wergirtin; demildest nasnameyên hêzên ewlehiyê yên di nav bûyerê de bên tespîtkirin, kesên biguman in bên girtin, hemû çekên di bûyerê de hatine bikaranîn ji bo bên lêkolînkirin bên desteserkirin, hemû kalikên fîşekan bên komkirin, demildest li cihê bûyerê keşîf bê kirin, bê tespîtkirin ku gulebarandina bûye sedema mirinê ji çeka kê derketiye û ji aliyê kê ve hatiye kirin, heke di encama lêpirsînê de diyar bibe ku her du kes ji ber bikaranîna çekan a bêpîvan jiyana xwe ji dest dane, divê hemû kesên tev li bûyerê bûne bi gumana ku dê delîlan ji holê rakin bên girtin.”
‘DIVÊ POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ BÊN BIDAWÎKIRIN’
Ozçîçek, bi lêv kir ku divê têkildarî cenazeyên her du kesên di encama operasyonê de hatine kuştin û radestkirina malbatên wan ji aliyê rayedaran ve agahî bên dayîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji xala herî berbiçav a di warê nêrîna mafên mirovan a Tirkiyeyê de, zêdebûna tundiya hêzên ewlekariyê, bikaranîna bêpîvan a çekan û encamên binpêkirina mafê jiyanê ye. Sedemê vê rewşê yên bingehîn jî bikaranîna çekan a bêpîvan û dewamkirina polîtîkayên bêcezakirinê ne. Ev pirsgirêk dikare bi dawîkirina polîtîkaya bêcezahiştinê ya ku binpêkirina mafan teşwîq dike were derbaskirin. Divê daraz û şaxên îdarî tehamulî hêzên ewlehiyê yên ku îşkenceyê li welatiyan dikin û bi bikaranîna çekên keyfî û derzagonî mirovan dikujin, nekin. Di vê xalê de divê Tirkiye di warê parastina mafê jiyanê de erkên ku li ser dewletên di peymana mafên mirovan a Ewropayê de li ser dewletan hatine ferzkirin bi cih bîne.”