STENBOL– Di lehiya li Kirklarelî û Stenbolê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî winda ye. Her wiha 744 kargeh û 564 avahî jî di bin avê de man.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku di lehiyên li Stenbol û Kirklareliyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye. Yerlîkaya eşkere kir ku heya niha li Stenbolê 564 avahî û 744 kargehên di bin avê de mane û 172 wesayît jî zirar dîtine.
Yerlîkaya diyar kir ku li Kirklareliyê ku kesek jiyana xwe ji dest daye, kesek windaye û xebatên lêgerînê didomin.