RIHA - Rojnamevan Cîhan Bîlgîn a ku li Dêrazorê operasyona HSD’ê dişopîne got: “Dixwazin Şoreşa Rojava têk bibin. Lê divê gelên herêmê bi hev re bin. Gelên herêmê li dijî êrişan bi hev re li ber xwe didin.”
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî şaneyên DAIŞ'ê, bazirganên hişbirê û sûcdaran di 27'ê Tebaxê de operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li herêmên Dêrazorê dabû destpêkirin. Operasyon di roja 11’emîn de erdewam dike.
Rojnemvan Cîhan Bîlgîn a ku operasyona HSD’ê li herêmê dişopîne, pişperdeya şerê diqewime ji Ajansa Mezopotamya (MA) nirxand.
11 SAL IN ÊRIŞ DIDOMIN
Bîlgîn da zanîn ku di 11 salên piştî destpêkirina Şoreşa Rojava de êriş berdewam dikin û got ku êriş ne tenê ji aliyê leşkerî ve, ji aliyê aborî û siyasî ve jî tên kirin. Bîlgîn anî ziman ku Tirkiye di sala 2013'an de bi alîkariya çeteyên DAIŞ'ê êrişî herêmê kir û got: "Ji sala 2016'an û vir ve bi artêşa xwe ve bi awayekî aktîf beşdarî êrişan dibe. Di encama êrişan de Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî hatin dagirkirin. Di sala 2019’an de êrişên bi SÎHA’yan dest pê kirin û ev 4 sal in bênavber berdewam dikin. Ev êriş êrişên leşkerî ne. Her wiha li herêmê pêkanînên şerê taybet hene. Li herêmê bi alîkariya îstîxbarata tirk polîtîkayên fuhûş, tiryak û sîxuriyê hewl tê dayîn ku bên belavkirin. Tê xwestin ku şoreşa gelan, bi van pêkanînên şerê taybet û êrişên şaneyên DAIŞ'ê bê têkbirin. Hucreyên DAIŞ'ê yên ku ev demeke dirêj e bêhna xwe didin, êrişan pêk tînin. Tişta ku di 20’ê Çileya 2022’yan de li Girtîgeha Hesekê û Kampa Holê qewimîn hê jî di hafizeya me de ne.”
DI 8 MEHAN DE 101 ÊRIŞ
Bîlgîn da zanîn ku DAIŞ’ê di 8 mehên destpêkê yên sala 2023’yan de li Dêrazorê 101 êriş li dijî hêzên ewlekariyê pêk anîne û wiha got: “Di encama êrişan de bi dehan sivîl û şervan şehîd û birîndar bûn e. Li dijî vê yekê hêzên ewlehiyê di heyama 8 mehan de 8 operasyonên cuda pêk anîn. Li ser daxwaza gelê herêmê di 27’ê Tebaxê de li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê û şebekeyên narkotîkê ‘Operasyona Xurtkirina Asayîşê’ hat destpêkirin. Demeke dirêj e DAIŞ û Tirkiye li ser herêmê hevdîtinan pêk tînin û planên wan hene. Li Kilîs û bajarên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi pêşengên komên çete re rêze hevdîtin hatin lidarxistin. Agahiyên me hene ku hevdîtinên piştî şandina çeteyan a ji bo Sûdanê dest pê kir, lê ji aliyê Tirkiyeyê ve veguherî daxwaza bêîstiqrariya Dêrazorê."
‘DIXWAZIN BERÊ GEL BIDIN KOÇBERIYÊ’
Bîlgîn bal kişand ser di mehên dawî de gelek civîn ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin lidarxistin û wiha got: “Di civînê de plan hatin kirin ku bi êriş û hedefgirtina gundên li ser xetên pêwendiyê yên di bin navê eşîrên ereban de, ewlekariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Her wiha hikûmeta Şamê bi gelek kesên li herêmê re hevdîtin pêk anî. Ji serokên eşîrên ku li Helebê kom kirine daxwaz kir ku xizmên xwe kom bikin û herêmên di bin kontrola HSD'ê de bêîstiqrar bikin. Dixwazin bi xerakirina aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel neçarî koçberiyê bikin. HSD’ê tiştên ku çete, Tirkiye û Şam dixwestin bikin ji nêz ve şopand û hewcedarî pê dît ku ‘Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê’ bide destpêkirin.”
DI 14 MEHAN DE 3 HEZAR Û 169 KES HATIN GIRTIN
Bilgîn anî ziman ku Tirkiye, komên çete dixwazin ku Dêrazorê bikin navendeke tiryakê û wiha dewam kir: “Çawa ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çar aliyan ve di aliyê leşkerî û aborî de hatiye dorpêçkirin, dixwazin di bin navê tiryakê de jî dorpêç bikin. Dixwazin herêmê bikin navenda tiryakê. Ji bo vê jî Dêrazorê wek rêgeh hat hilbijartin. Ev dermanên ku ji Afganistanê û Lubnanê dihatin xwestin ji Dêrazorê derbasî bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin. Li Dêrazorê û derdora wê di nava 14 mehan de 3 hezar û 169 kesên ku bazirganiya madeyên hişber dikir û bikar tînin, hatin girtin. Xwestin Dêrazorê bikin navenda tiryak û fuhûşê. Li dijî vê operasyon hat destpêkirin.”
LI SER 6 BAJARÊN CUDA ÊRIŞ
Bîlgîn diyar kir ku gelek gazindên gelê herêmê li ser Ebû Hewla yê di Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê de bû hebûn û ew di çarçoveya operasyonê de hatiye girtin û wiha got: “Çeteyên girêdayî vî kesî ku endamên DAIŞ’ê ne, çeteyên wek Difaa Watanî ku bi piştgirîya Şamê dixebitin dest bi êrişa li ser HSDê kirin. Ji ber vê yekê ev 10 roj in li herêmê şer diqewime. Piştî destpêkirina operasyonê 3 saetan êrişên li ser herêmê dest pê kirin. Heta niha li 6 bajarên cuda êriş hatine kirin. Armanca wan astengkirina operasyonê û dagirkirina herêmê ye. Der barê şer û pevçûnên di navbera HSD û eşirên Ereb de bi rêya çapemeniyê agahiyên nerast tên belavkirin. Lê piştî operasyonê gelek eşîrên ereb piştgiriya xwe ya ji bo HSD’ê re ragihandin.”
‘BI HIŞMENDIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK ŞOREŞ HAT KIRIN’
Bîlgîn di dawiya nirxandinên xwe de wiha got: “Hemû gelên herêmê di nava HSD’ê de cih digirin. Piraniya wan ereb in. Di her malekê de şehîdek an jî şervanek heye. Di nava gelên ku di nava HSD’ê de cih digirin de heta îro tu pirsgirêk derneketiye. Bi hişmendiya neteweya demokratîk şoreşek hate kirin. Ne rast e ku mirov behsa nakokiya di navbera kurd û ereban de bike. Dixwazin Şoreşa Rojava bifetisînin, têk bibin û yekitiya gelan asteng bikin. Li dijî hemû êrişên li ser herêmê hemû gelên herêmê bi hev re li ber xwe didin.”
MA / Emrullah Acar