ENQERE - Siyasetmedar Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de diyar kir ku ev dosya dosyaya tolhildana ji pêvajoya çareseriya demokratîk e û wiha got: “Em jî weke kesên ev pêvajo birêve birin li pêşberî we ne.”
Rûniştina çaremîn a danişîna 31’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar û Sevîlay Çelenk, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakin û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tev li danişînê bûn.
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tênr agirtin di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn, ji bo Gultan Kişanak ku demekî kin berê xwişka wê wefat kiribû sersaxî xwestin.
‘DOSYA TENÊ JI EYWANA DANIŞÎNÊ PÊK NAYÊ’
Seroka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Parêzer Nûray Ozdogan di danişînê de axivî û kampanyaya îmzeyan a 193 rewşenbîran ji bo Doza Kobanê daye destpêkirin bi bîr xist. Dadgerê danişînê li dijî vê îtîraz kir û ev pirs kir: “Çi eleqeya van şexsan bi dosyayê re heye, dosya ji ku xwendine?” Ozdogan, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Ji ber we ev dosya tenê ji eywana danişînê pêk nayê. Di vê kampanyayê de qala biryarên DMME’yê hatine bibîrxistin. Bangawaziya ji bo hiqûqê mafê her kesê li vî welatî dijî ye. Hûn, biryarên DMME’yê qebûl nakin ma dê vê qebûl bikin. Lê ez mecbûr im ji we vê pirs bikim.”
GOTINA ‘RÊXISTINÊN HIQÛQÊ YÊN DI BIN NAVÊ KOMELEYÊ DE’ HAT BIBÎRXISTIN
Piştre jî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî. Eren, gotina “hinek rêxistinên hiqûqê yên di bin navê komeleyan de hatine vekirin” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Mutalaa yan jî îdianameyên nebaş, bi gotinên manîpûlatîf tên amadekirin. Weke parêzer dema em hatin vê eywanê, em ji bo pozîsyona nûnertiya parastinê li vê derê ne. 207 kes li Amedê dihatin darizandin. Dema me bi şandeyên wê derê re rojên danişînan diyar dikir, me tu carî ahenga xwe winda nekir. Carnan danişîn hefteyekê dihatin kirin lê bi şertê ku 2-3 mehan navber bên dayîn. Di tu dosyayeke wê pêvajoyê de serokê dadgehê dosyayên din paşve nedişand. Di vê dosyayê de parêzer li gelek dosyayan dinihêrin. Divê hûn mafê parastinê paşguh nekin û li gorî vê dîrokê diyar bikin. DMME dibêje di çarçoveya mafê parastinê de hewceye ji bo bersûc û mudafiyan dema pêwîst were dayîn. Hûn vê binpê dikin.”
‘DOSYAYA TILHILDANA JI PÊVAJOYA DEMOKRATÎK’
Siyasetmedar Ayla Akat Ata jî destnîşan kir ku dê ji bo ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin tu xisûsên eleyhe qebûl nekin û wiha bi dawî kir: “Ez ê tev li danişînan nebim. Dema parastinên kesên negirtî tên darizandin bi dawî bûn, em ê wê demê parastinê bikin. Mutalaa ji 5 hezar rûpelan û îdianame jî ji 3 hezar rûpelan pêk tê. Di dosyayên lê hatine zêdekirin de tenê delîlên eleyhê me hatine komkirin. Ji 669 klasoran em hewl didin bersivê bidin îdiayên di klasora heta 662’yan. Ez nikarim li vê derê danişînê bişopînim. Bi me re weke ku henekên xwe bikin neaxivin. Ji me nepirsin bê ka we xwendine an na. Li vê derê azadiya me tê darizandin. Ev dosya, dosyaya tolhildana ji pêvajoya çareseriya demokratîk e. Em jî weke kesên ev pêvajo birêve birin li pêşberî we ne.”
‘HEWL DAN DI DOSYAYÊ DE ME KRÎMÎNALÎZE BIKIN’
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Divê di çarçoveya qanûna parêzertiyê de dozên civakî bên şopandin. Îktîdar, ji bo xwe rewa nîşan bidin sînorên hiqûqê binpê dikin. Baro mecbûr in ku di vê mijarê de mekanîzmayeke hevsengî û venihêrînê bi kar bînin. Hewl dan me di vê dosyayê de krîmînalîze bikin. Di dosyayên siyasetmedarên kurd de nakokiyên pir mezin hene.”
Dadgehê heta saet 15.00’an navber da danişînê.