Coş û tevlêbûna Newroza Stenbolê bû dîrok

img

STENBOL- Cejna Stenbolê ku bi sed hezaran welatî tev lê bûn, bi coşeke mezin bi dawî bû. Li ser fermana amîrê polîsan ku got "Li van bêşerefan bidin, bila bibînin ka qîrînî çî ye" polîsan mudaxileyî welatiyan kir. Bi hinceta ku alayên kesk û sor û zer hilgirtin herî kêm 64 kes hatin binçavkirin. 

Newroza Stenbolê ya li Bazara Gel a Bakirkoyê ku bi sedhezaran kes beşdarî wê bûn, bi coşeke mezin bi dawî bû. Di Newrozê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan hat şermezarkirin, berxwedana li Efrînê hat silavkirin. Welatoyên tev li pîrozbahiyê bûn li ber stranên Koma Gulên Xerzan govend gerandan û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Efrînê" berz kirin. Piştî bidawîbûna pîrozbahiya Newrozê, li noqteyên lêgerînê polîsan mudaxileyî welatiyan kir. Ji ber gaza îsotan, ava şid û guleyên plastîk gelek kes tengijîn. Di dema mudaxileya polîsan de gotina "Li van bêşerefan bidin, bila bibînin ka qîrînî çî ye" a amîrê polîsan bal kişand. Her wiha di dema mudaxileyê amîrekî polîsan heqaret li girseyê kir û ji polîsan re got: "Paqij bikin werin." Piştî girse belav bû, bûyer rû dan.
 
NAVÊ KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Herî kêm 64 kes hatin binçavkirin û navê hinan jê ev in: “Dilan Akcan, Kadriye Kenben, Beyhan Aktaş, Songul Çagin, Asiye Gumuş, Orhan (paşnavê wî nehat hînbûn), Bircan Pehlivan, Gulçin Gürkan, Abidin Metin, Muhlis Demir, Husna Gulden, Çagdaş Meşe, Ali Aksoy, Ali Karabulut, Vahide Karabayir, Şeriban İpek, Rojbin Guler, Gulbahar Elkiliç, Fatim Ugur, Medine İpekçi, Zeynep Acabey, Makbule Altıner, Gulsumet Onal, Mehdi Dag, Ozgur Onal, Şukran Demir, Mecbure Selçuk, Taybet (paşnavê wî nehat hînbûn), Nezahat Oncel, Nurdane Kaymaz Çapkin, Hediye Antaş, Volkan Atmaca, Firat Siler, Riza Alişan, Gulistan Yilmaz, Sabri Akdemir, Berivan Başak, Barize İpek, Nergiz Ayhem, Mehdi (paşnav nehat zanîn), Nuray Ceylan, Fatma Erdem, İkram Ceylan, Muhammed (paşnav nehat hînbûn) Şirin Yalçın, Goncagul Burta, Sara Saglam, Mizgin Başak, Rifat Dayan, Kerem Ozer, Gulsum Kaya, Hediye Kaya, Semiha Kaya, Gulten Aslan, Diyar Eraslan, Mustafa Baga, Azer Baykara, Dilaver Dayan, Yakup Şirin, Semra Yonay, Ali Ozçelik, Onur Ekiz, İbrahim Guler, İsmet Karaaslan.”
 
DER BARÊ NEWROZA STENBOLÊ DE ÇEND NÎŞE 
 
* Welatiyên ku serê sibehê kincên xwe yên gelêrî li xwe kirin û bi metro, otobês, vapûr û wesayîtên taybet hatin Bakirkoyê, bi berzkirina dirûşmeyên "Kujer Erdogan", "Bijî Berxwedana Efrînê" û "Bijî Serok Apo" ketin qada Newrozê. 
 
* Polîsan rojnamevan asteng kirin û gotin: "Biçin hevalên xwe bikişînin, hûn nikarin li vir dîmenan bigirin." Dema rojnamevanan bertek nîşan de, polîsan got: "Bi karta serokwezîrtiyê werin." Dema rojnamevanan xwest binpêkirinên mafan ên li noqteyên lêgerînê bikişînin polîsan got: "Ev der qada me ya ewlehiyê ye" û rojnamevan bi dûr xistin. 
 
* Ji ber tevdîrên li ser riyên diçin qada Newrozê, gelek parêzer û welatî di warê çûyîna Edliyeya Bakirkoyê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû man. 
 
* Dovîzên li ser "Em ne şer, aştiyê dixwazin", "Wê Dehaqê Zalim winda bike, Kawa bi ser bikevin" nivîsandî hatin desteserkirin. Amîrekî polîsan ferman da polîsan got: "Tiştekî ku hûn neecibînin destûrê nedin." 
 
* Flama, tîşort û pûşiyên kesk û sor û zer hatin destserkirin û çenteyê jinekê yê kesk û zor û zer jî hat desteserkirin. 
 
* Ciwanekî ku bênavber dirûşmeya "Bijî Berxwedana Efrînê" berz kir, got: "Wisa hîs dikim ku tu dibêjî qey 10 sal in min dirûşme berz nekirine." 
 
* Ermen, pomakî çerkez, roman, laz, tirk û kurd bi berzkirina dirûşmeya "Bijî biratiya gelan" qad tije kirin. 
 
* Ligel hemû astengiyan jî welatiyan posterên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û flamayên kesk û sor û zer xistin qadê. 
 
* Polîsan xwest pankart û flamayên Mala Gel ên li ser "Aştî" nivîsandî desteser bikin. Dema welatiyan bertek nîşan da, polîsan got: "Em jî aştiyê dixwazin, lê..." 
 
* Her wiha welatiyên ku mala wan nêzî qadê bûn, ji bo alayên wan nekevin destên polîsan, alayên xwe birin malê û dîsa hatinq adê. Her wiha hinek jê jî li deverên nêzî qadê veşartin, ji bo dema vegerê wergirin. 
 
* Agirê Newrozê bi berzkirina dirûşmeyên "Em hemû Kawayê Hesinkar in" û "Bijî Berxwedana Efrînê" hat vêxistin. 
 
* Di nameyên hilbijêran û Berdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû yê girtî de Efrîn balê kişand. 
 
* Zarokên biçûk ji dayikên xwe dipirsin "Dayê çima evqasî lêgerîn heye?" 
 
* Malbatên Berkin Elvan, Suphi Nejat Agirnasli, Ulaş Bayraktaroglu, Dicle Deli û kesên di komkujiyên Pirsûs û Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan jî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. 
 
* Pîrozbahiya Newroza Amedê di ekranên LED'î de hat nîşandan. 
 
* Li qadê tişta bal kişand, piraniya welatiyan ciwan bûn. 
 
* Saziyên çapemeniyê yên nêzî AKP'ê AA, DHA, ÎHA, CNN, Hurriyet, Kanal D neketin qada Newrozê. Gelek saziyên çapemeniyê yên navnetewî Newrozê şopandin. 
 

Sernavên din

09:28 Greva birçîbûnê di roja 124’an de berdewam dike
09:27 157 rojin tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:21 Parêzerê Yildiz: Pereşandina ji girtiyan re sûc nîne
09:19 Sedema cezayê ji ber konteynerên li goristanê: Goristana rêxistinê
09:18 DEM Partiyê ji bo 3 hezar û 968 sindoqên Amedê muşahid peywirdar kirine
09:18 Çima her dengek girîng e?
09:03 Dadgehê beyanên Akbiyik esas negirtin
09:02 Ji bo mitînga Misircê bang kirin: Werin em serkeftina 31’ê adarê di 30’yê adarê de pîroz bikin
09:01 ROJEVA 29'Ê ADARA 2024'AN
28/03/2024
20:56 Jinên endamê DEM Partiyê û parêzer çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:01 Li Girtîgeha Bakirkoyê êrişî girtiyan hat kirin
17:26 DEM Partiyê lez da xebatên hilbijartinê
17:09 Zanayê bang li gelê Bedlîsê kir: Xwedî li sindoqên xwe derkevin
17:07 DEM Partî: Em Namzetê xwe yê Antalyayê venakişînin, deng ji DEM’ê re ne
17:00 Hatîmogûllari: Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin
16:45 Ji Nobeta Edaletê banga ‘Deriyên Îmraliyê vekin’ hate kirin
16:24 Temellî li Colemêrgê got: Dê îradeya we vê îktîdara faşîst hilweşîne
16:24 Girtina Hatîce Yildizê li ber Girtîgeha Bakirkoyê hate şermezarkirin
16:09 Heta ku bi Roboskê re hevrû nebin demokrasî ne pêkan e
16:08 'Em ê şaredariya Sêrtê ji qeyûmên dagirker rizgar bikin'
15:56 Eşira Meleyî piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê eşkere kir
15:45 Ji bo komkujiyên di meha adarê de banga hevrûbûnê hat kirin
15:36 Qeyûmê Êlihê ji bo namzetê AKP’ê bi 53 milyonan qolî amadekirin
15:29 Nivîskarê pontus Haralambîdîs wefat kir
15:28 Bakirhan: Gel dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve
15:06 Girtiyên siyasî ji 4 partî û Serokatiya Meclisê re name şandin
15:06 Li Amedê 15 xwendekarên paqijî pê dane kirin bi jehrê ketin
14:26 Dibistan di 1’ê nîsanê de dikevin betlaneyê
14:21 Bayindir li Bazîdê bang kir: Em di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin
13:55 Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:44 Li Mûşê walî, qeymeqam û fermandar ji AKP'ê re xebata hilbijartinê dikin
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
12:37 Li Kutahya û Stenbolê û tundiya mêr
12:26 OHD’ê serî wezaretan da: Bila pêkanînên dibin sedema binpêkirina mafê tenduristiyê bi dawî bibin
11:53 Rapora cîsmên teqîyayî: Malbata Dayan hat mexdûrkirin
11:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
11:19 Bi hinceta îşareta serkeftinê peywîra wî ya hilbijartinê betal bû
11:02 Karkerên Agrobayê destkeftiya xwe ya ewil bi dest xist
10:57 Tiştên ku ji kantînê bi pereyên xwe kirîne hatine desteserkirin
10:33 Ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re li Şemrexê meş hat lidarxistin
10:22 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye
09:43 DEM Partî ji bo Cîhanbeyliyê serferber bûye
09:07 Ebex wê hesabê 2019'an bipirse: Em ê bi DEM Partiyê re xwe bi rê ve bibin
09:06 DEM dê li Xinûsê bibe warê çareseriyê
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 123’yan de didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 156 roj nin agahî nayên girtin
09:03 Wêranşar li gel DEM Partiyê ye
09:02 Li dijî hilbijêrên sixte hilbijêrên livdar: Bi hezaran kesî serî li DEM Partiyê dan
09:01 Xizmên girtiyan: Hûn pêdiviyên wan pêşwazî bikin em jî dê pereyan neşînin!
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2024’AN
08:50 Li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê êrişa provakatîf
08:49 Qesra Spî hewl dide Îsrarîlê ji bo hevdîtinan qaneh bike
27/03/2024
23:30 Li Agiriyê ciwanan bal kişand ser tecrîdê
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
21:49 Namzetên Mêrdînê li qadê ne: Em ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin
21:37 Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin
20:35 Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
20:24 Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê
19:54 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
16:25 OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
16:24 Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin
15:48 Şaredariyê 70 hezar lîre dan zêringirê ku ‘hewcehiya wî bi alîkariyê heye’!
15:42 Uçar: Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye
15:26 Bersûcê Doza Hrant Dînk: Me agahiya cînayetê weke ku rojek piştî cînayetê girtibe rapor amade kir!
15:00 Bayindir li Qereyaziyê ye: Ev hilbijartin ji bo ziman û nasnameya kurdan referandûm e
14:58 Rewşa Yildiz a 75 salî aloz bû rakirin nexweşxaneyê
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
14:42 DEM Partiyê li Elkê perwerdeya ewlehiya sindoqan da
14:38 Şagirtên dibistanan birin mîtînga Erdogan
14:37 Rayedarê tirk: Daxwazeke Rûsyayê ya ji bo girtina êrişkaran tune bû
13:50 Baro û saziyên sivîl ji bo Îmraliyê bang li CPT’yê kirin: Ji bo çareseriyê gavê biavêjin
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
13:42 Cezayê hucreyê dan 5 girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:05 Rapora kesê pispor a Licikê: Xetere heye ku kîmyewiyên jehrî tevî Hewzaya Firatê bibin
12:14 YNK: PDK’ê li Kerkûkê bi Eniya Tirkmen re lihev kir û nirxên neteweyî firot
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
11:23 Ji namzetên hevşaredariyê banga ‘xwedîderketina li sindoqan’
11:22 Di êrişên li ser sînor de 10 kolber birîndar bûn
10:38 Li Şirnex û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
10:24 Li bejahiya Hezroyê operasyona leşkerî û dorpêç
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:03 Girtiyên siyasî 122 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 155 roj nin agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Qeyûm navenda jinan salane bi hezar û 500 lîreyî da bi kirê
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2024'AN
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
20:54 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 62'yan de ye
19:58 Karwana DEM Partiyê li gundên Silopiyayê geriya