EDENE - Polîsan dest danî ser wêne û ala li ser gora şervana BOG’ê Eylem Ataş (Cemre Heval) a di şerê Mînbîcê de jiyana xwe ji dest da.
Polîsan dest danî ser wêne û ala li ser gora şervana Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Eylem Ataş a di 27’ê Hezîrana 2016’an li Mînbîçê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî. Polîsan bi îdîaya “Îxbar heye” çûn ser gora Ataş a li Goristana Kuçukoba ya navçeya Seyhana Edeneyê û bi hinceta “Propagandeya rêxistinê dike” dest danîn ser al, flama û wênên Ataş.
Polîsên ku bi maşîneyên zirxî goristina dorpêç kirin, ketin û derketina goristanê asteng kirin.