MERSÎN – Li Mêrsînê, polîsan di ser malan de girtin. Hevberdevkê HDK’ê yê Mersînê Selahattîn Guvenç û ji xebatkarên Şaredariya Akdenîzê yên berê 11 kes binçav kirin.
Li Mersînê serê sibe polîs û cendirmeyan bi ser gelek malan de girtin û lêgerîn pêk anîn. Polîsan piştî lêgerînê, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mersînê Selahattîn Guvenç û ji xebatkarên Şaredariya navçeya Akdenîzê yên berê Kerîme Çaglar, Orhan Turan, Şerîfe Karabag, Roza Yaruk, Menîce Urun Yaşar, Tulay Aydemîr, Gulbahar Guzel, Çîçek Bakrak, Besîme Yağ û Kerîme ya ku paşnavê wê nehat zanîn binçav kirin.
Hinceta binçavkirina 11 kesên nehat zanîn, birin Serfermandariya Cendirmeyan a Navçeya Karataşê.