STENBOL – Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek ê di Kordînasyona Newroza Stenbolê de cih digire banga beşdariya Newrozê kir û got: “Divê em rihê Newrozê ji Kurdistanê bilind dibe û rihê 1’ê Gulanê li Tirkiyeyê bilind dibe bigîhînin hev.”
Bi beşdariya hemû pêkhateyên HDK û HDP’ê Newroza Stenbolê 21’ê Adarê roja çarşemê dê li Bazara Gel a Bakirkoya Stenbolê bi dirûşmeya “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” bê lidarxistin. Li her semt û taxên navçeyên Stenbolê xebatên amadekariyên Newrozê tên birêvebirin. Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek ku di Kordîasyona Newroza Stenbolê de cih digire li ser girîngiya Newrozê axivî.
Çîçek diyar kir ku xebatên wan bênavber dewam dikin û got: “Xebatek dilgeş û kelecan tê meşandin. Herî kêm hedefa me ew e, 500 hezar kes beşdarî pîrozbahiyê bibe. 500 hezar belavok hatin amadekirin û li her her heremên Stenbolê tê belavkirin. Tax bi tax xebat tên meşandin.”
‘ROLA ENIYA BERXWEDANÊ GIRÎNG E’
Çîçek anî ziman ku ew di rojên faşîzmê de derbas dibin û wiha domand: Tenê gelê Kurdistanê tevahiya gelên Tirkiyeyê para xwe ji faşîzmê girtiye. Li dijî faşîzma AKP û Qesrê roja dîrokî ya eniya demokrasiyê dikeve ser milê me hemûyan.”
'DÊ NEWROZ YEKÎTIYA DEMOKRATÎK PÊK BÎNE’
Cengîz da zanîn ku Tirkiyeyek rewşa heyî gefan li dijî hemû gelên herêm û Tirkiyeyê dixwe û ev nirxandin kir: “Wa îro em di rastiya Efrînê de her tiştî dibînin. Yên ku wek wî nafikirin bi desthilata şer re hevrû maye. Ji bo vê yekê Newroz nirxa herî aktüel e. Divê bi ruhê Newrozê li dijî faşîzmê yekîtiya hêza demokratîk xwe derbixe holê.”
'ROJA TÊKOŞÎNA MEZIN E’
Çîçek diyar kir ku mehên biharê ji bo şoreşgeran û demokratan girîng in û got: “Newroz ji bo vejîna siyasî ya gelê kurd û têkoşîna hebûnê wateyek mezin îfade dike. Her wiha roja têkoşînek mezin e. Dê ev têkoşîn bibe têkoşîna rêxistinkirina girseyan û gelan. Newroz ji bo me cejna herî pîroz e.”
‘DIVÊ EM BI GEL RE BÊN BA HEV’
Cengîz anî ziman ku HDP partiyek hewza gel e û wiha lê zêde kir: “HDP vîna bi milyonan gel temsîl dike. Divê em wek rexnedayînê di vê biharê de bi gel re bên ba hev û li hev guhdar bikin. Çi dibe bila bibe tenê çareya me kombûna bi gel re ye.”
Çîçek destnîşan kir ku bi “Paradîgma Netewa Demokratîk” re Newroz wek cejna gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê tê pîrozkirin û got: “Pêngava vejîn, berxwedan û azadiyê di nav hev de ye.”
‘DÊ BIBE KOMBÛNA TIRKIYEYÊ’
Çîçek bal kişand ser girîngiya Newroza Stenbolê û wiha got: “Dema mirov dibêje Stenbol tevahiya Tirkiyeyê ye. Dilê Tirkiyeyê ye. Stenbol bajarê herî mezin ê kurdan e. Herî zêde kedkar, jin, ciwan û her beşê civakê li vê derê ne. Temsîliyeta siyasî ya Stenbolê girîng e. Ji ber vê yekê hatina ba hev a Stenbolê, tê wateya hemû Tirkiye hatibe ba hev.”
‘EM BIKIN NEWROZA RIHÊ ÇARESERIYÊ’
Çîçek destnîşan kir ku Newroza 2018’an ji bo dawî li hemû qirkirina li Kurdistanê bînê girîng e û dê ev Newroz bibe Newroza çareseriyê bispêre her kesî. Çîçek got ku divê her kes bi rihê dê ev Newroz bibe Newroza çareseriyê biherike qada Newrozê. Çîçek diyar kir ku heke ew dixwazin bihara gelan pêk bînin divê her kes li derdora agirê Newrozê bibe xelek û bihara gelan û azadiyê qîr bikin û hemû kes bi hev re Newrozê birêxistin bkin. Çîçek da zanîn ku pêwîste hemû netew, bawerî û çand ji Newrozê re malovaniyê bikin û wiha got: “Divê em rihê Newrozê ji Kurdistanê bilind dibe û rihê 1’ê Gulanê li Tirkiyeyê bilind dibe bigîhînin hev.”
MA / Yasîn Kobulan