Prof. Jongerden: Danîna xwe li nedîtin û bihîstinê tê wateya hevpariya sûcê tê kirin

img

ENQERE- Hîndekarê Zanîngeha Wageninen Prof. Joost Jongerden, bêdengiya hêzên navnetewî ya li ji bo operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê şîrove kir û got: "Kî xwe li bêdengî û nebihîstinê deyne, ew hevparê vî sûcî ye. Erdogan li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn agir û nefretê dipejiqîne." 

Tevî biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî Tirkiye bi balafirên şerî Efrîna ku nêzî 850 hezar sivîl lê dijîn bombebaran dike. Profesor Joost Jongerdenê hollandî ku Rojhata Navîn ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku berpirsiyarê êrîş û binpêkirina jiyanê ya li bajêr Rûsya, Yekîtiya Ewropa û NY ye. 
 
Jongerden, anî ziman ku dema bê hesabê Ewropayê behsa mafên mirovan û demokrasiyê dike, lê dema neyê hesabê wê naxwaze tiştekî bibîne. Jongerden got: "Mînak, dema êrîşên li hemberî Efrînê dest pê kirin Hikûmeta Hollandayê ji nû ve jenosîda ermeniyan ku 100 sal berê pêk hatibû nas kir. Lê belê heta niha êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê şermezar nekirine. Yek ji berpirsiyarên van êrîşan jî helbest Rûsya ye. Lê belê hinên din jî berpirsyar in. Kî li hemberî vê yekê xwe li bêdengiyê û nedîtinê deyne, hevparê vî sûcî ye. Bêdengiya li hemberî vî şerî tê wateya hevpariya hemû komkujiyan." 
 
Jongerden destnîşan kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan netewperstiyê û cîhadê tev li hev kiriye, kokteyleke talûke çê kiriye. Jongerden got: "Li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navînê agir û nefretê dipijiqîne. Zirara gelê Efrînê negihaştiye tu kesî. Li Efrînê mirov li hemberî nefretê demokrasiyê, li dijî nexweşbîniyê piştevaniyê, li dijî çewisandinan azadiyê diparêzin. Gelê Efrînê ji bo kesî nabe tehdît." 
 
‘SEFERBERIYEKE DÎPLOMASIYÊ DIVÊ' 
 
Jorgerden got: "Li Efrînê eniya leşkerî bi tena serê xwe nediyarker e. Eniya dîplomasî û siyasî jî diyarker e. Ji ber vê li hemberî vê operasyonê seferberiyeke mezin a dîplomasiyê divê." 
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

16:46 Endama Meclîsa HDP’ê Arîfe Çinar hat girtin
16:32 Li Hezexê trafo teqiya, 2 jê giran 3 kes birîndar bûn
16:15 Namzetên HDP’ê çûn serdana karkerên çandiniyê
16:15 Sindoqên 52 gundan birin gundên cerdevanan
15:42 Ferît Şenyaşar hat berdan
15:35 4 jinên bertek nîşanî AKP'iyan dan hatin binçavkirin
15:26 Demîrtaş: Gelê Kurd rastiya AKP'ê dît
15:24 Li dijî wesayîta Aydemîr ê HDP’î êrîş
15:09 ‘Hevjînê 40 salan, du zarokên ji çavên xwe sitirandin û kolanên bi xwîn ên Pirsûsê’
14:57 Bavê Leyla: Ji bo xwedê şîr bidin keça min
14:21 Xelata wêrekiyê dan Zehra Dogan
14:04 Polîsan ji malbata Şenşara Ferît Şenyaşar jî binçav kirin
14:03 Namzetên HDP’ê yên Dersimê bang li gel kirin ku beşdarî mitînga sibe bibin
13:49 Li Stebolê 3 kes hatin girtin
13:41 Gelê Amedê peyamek çawa da?
13:40 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 765’emîn serlêdan
13:06 Îtîfaqa AKP-MHP'ê dixwazin OSO bi pereyan tev li operasyona Kandîlê bikin
12:49 Warê Feqiyê Teyran bi biryarin encama 7'ê Hezîranê bistîne
12:35 Hêzên rejîma Îranê êrîşî girseya li ber Girtîgeha Sîne ya Penahî lê girtî ye kirin
12:28 Namzetên HDP’ê di berbanga sibê de karker û esnaf ziyaret kirin
12:17 Dê hilbijêran ji zozanan bibin cihê sindoqan
11:41 Pêşkêşvanê got ‘Şehîdên Demokrasiyê’ hat girtin
11:36 Demîrtaş: Ez ê vê êvarê e-mitingê bikim!
11:33 Mala ji dar û textan kirin buroya HDP’ê
11:22 Batman dibêje HDP û tiştek din nabêje
11:10 4 kes li Colemêrgê hatin binçavkirin
11:10 Mehmet Tursun: Rola DMME nema ye
11:08 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 34'an
11:06 Lîstikên hilbijartinê qet bi dawî nebûn
10:48 ‘Li Idirê ji ber ku eleqeya ji bo HDP’ê zêde bû, partiyên din pes kirin’
10:21 Komên çekdar li Efrînê bijîşk kuştin
09:59 Temel: Tirsa çûniyê bi wan girt!
09:51 ‘Yalova dê xwedî ked û dengên xwe derbikevin’
09:25 Dema hûn deng bidin divê hûn li çi baldar bin?
09:24 Namzetên HDP’ê: Heya ku deng teslîmî YSK’ê bên kirin, divê sindoqa bên parastin
09:24 Dayîkên Aştiyê: Em baxçeyên dibistanan vale nehêlin
09:23 HDP dê li Îdirê 407 sindoqan bi 908 kesan biparêze
09:22 Namzetê HDP'ê Aktaş: Em ji 7'ê Hezîranê bi hêztir in
09:22 Ez dê bi gopalê xwe sindoqê biparêzim
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2018'AN
20/06/2018
21:06 Mîtînga HDP’ê ya Êlihê bi dawî bû
20:24 Temelli: Em bi hevre bibin muşahîd
Diz pirin em sindoqan ji dizan biparêzin
19:18 Gelê Amedê biryara xwe da
18:35 Uca: Sindoqan ji dizan biparêzin
Buldan: Wan Heskif di bin avê de hişt hûn jî wan di bin avê de bihêlin
18:23 Li Dîlokê 12 binçav kirin
18:06 HDP’ê ji bo tevlîbûna mitînga Sêrtê bang kir
17:23 Namzetê HDP'ê yê Erziromê Firat: Em gavekê jî paşve navêjin
17:22 Turk: Di 24’ê Hezîranê de dê deriyê azadiyê vebe
17:01 Li Stenbolê: PKK, HDP'ê kuşt
Li Rihayê: Her tişt dê derkeve holê
16:46 Li girtîgeha Ramîn Panahî lê tê girtin liv û tevger: Dibe her kêlî bê darvekirin