Greva birçîbûnê di roja 54'emîn de dewam dike

  • rojane
  • 09:36 19 Çile 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 54'emîn de berdewam dike. 

 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan di roja 54’emîn de berdewam dike. 
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 33’YEMÎN DE YE
 
Li Kampa Mexmûrê ya girêdayî Herêma Kurdistanê jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020'an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 33’yemîn de ye. 
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 16'EMÎN DE YE
 
Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriyî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 16'emîn de dewam dike. 
 
2012: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakî 68 rojan dewam kiribû. Li ser banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin. 
 
2016: 8 ROJ 
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa dest bi tecrîdek girankirî hatibû kirin. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de, çûbû Gireva Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn. 
 
2018: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di 16’ê Kanûnê de jî, girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û di 1’ê Adarê de jî, çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê nav û deng bibû. 
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn. 
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn. 
 
KESÊN ÇALAKIYA FEDAÎ PÊK ANÎN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çûn belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dayî li jiyana xwe anîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 
 
 
 
 

Sernavên din

20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN