Li ber Ozgur Ulke ya hatibû bombekirin bang kirin: Em dîsa li vê derê ne

  • rojane
  • 13:36 3 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk di salvgera 26’emîn a bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke de axivî û got: “Em li vê derê ne. Li ku derê rastî bê veşartin em li wê derêne. Karê me ew ku em wê rastiyê derbixin holê.”

 
Rojnameya Yanî Yaşamê, di salvegera 26’emîn a bombekrina Ozgur Ulke de, li ber avahiya berê ya rojnameyê ya li Kadirgayê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da bû hat bibîranîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Endamê MYK’ê Ferhat Encu, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û gelek rojnameger bedarî bîranînê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Azad wê neyê bêdeng kirin” hat vekirin û dowîzên “Ev agir dê we jî bişewitîne” hat hilbirtin.
 
ÇÎLLER FERMAN DA
 
Ji nûçegihanên Rojnameya Ozgur Ulke Zekîne Turkerî di bîranê de axivî û wiha got: “Li vê derê, me di encama bombekirinê de hevalê xwe Ersîn winda kir û gelek hevalên me birîndar bûn. Fermana vê êrîşê Tansû Çîller da. Armanc ew bû ku zirarê bidin me. Lê nekarin bigihin vê armancê. Îro ev rojname dîsa heye û şopdarên wê rêya xwe dewam dikin. Dema ku me got ev agir dê we jî bişewitîne, me xwest em balê bikişînin ser vê rastiyê. Heya ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane neyin çareser kirin, wê hemû kes ji vê yekê zirarê bibîne. Her tim hêviya me kurdan heye. Emê têkoşîna xwe dewam bikin.”
 
KIRIN HEDEF Û ÊRÎŞ KIRIN 
 
Dûre Gerînendeyê Giştî yê Rojnaneya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk, daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku berî 26 salan ew dîsa li vê derê bûn. Çelîk, anî ziman ku ew avahiya me ya dişibiya qaqlîbazên sipî, hilweşandin û wiha axivî: “Li ber wê avahiya me ya hilweşandin, hêrs û êş hebû. Gelek hevalên em ji wê komkujiyê bi birîndarî rizgar bûn. Lê me hevalê xwe Ersîn Yildiz winda kir. Em niha behsa 3’yê Kanûna 1994’an dikin. Bi fermana Tansû Çîller, avahiyên Ozgur Ulke yên li Enqere û Stenbolê di heman kêliyê de hatin bombeklirin. Di serî de APê Mûsa, bi dehan rojnameger û belavkarên weke hedef hatin nîşandan û rastî êrîşan hatin. Lê em baş dizanîn ku çima êrîşî me dikirin û em bombebaran dikirin. Ji ber vê li ser zimanê me tenê gotinek hebû. Ev rojname wê sibe derkeve! Derket jî! Rojek piştî teqînê, me bi piştgiriya dost û hevalên xwe, rojnameya xwe bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ derxist.”
 
BERXWEDANAEK MEZIN
 
Çelîk, dest nîşan kir ku îro bi ser teqînê re çaryek sedsal derbas bû û wiha pê de çû: “Dîroknas wê di pêşerojê de, vê dîrokê weke dîrokek bixwîn binivîsin. Di 26 salên derbasbûyî de, ligel qetlîman û teqînin jî berxwedanek mezin jî hat birêve birin. Me 3’yê Kanûnê tu carî ji bîr nekir û em tu carî ji wê avahiya hat hilweşandin ne tirsiyan. Berevajî em ezîm û cesareta xwe mezintir kir. Ligel hemû zextan jî dîsa em li gel hevin. Vaye em li vê derê ne. Dema ku Kemal qetil kirin em li qada Newrozê bûn û dema zarok hatin bombebarankirin em li Roboskî bûn. Li ku derî rastî tê vaşartin em li wê derê ne. Ji bo ku em rastiyan derbixin holê her tim me karê xwe kir. Em bedela vê yekê da û em hîna jî didin. Em bi berxwedana xwe bên bibîranîn û ewê jî bi cînahetan bên bibîranîn. Em carek din şehîdên xwe yên çapemeniya azad silav dikin û bi rêzdarî wan bibîr tînin.” 
 
SÛDÊ HERÎ MEZIN
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî, axaftinek kurt kir û wiha got: “Wê demê ez parêzerê rojnamê bûm. Li ser vê erdnîgariyê, biryarên mafên mirovan ên li dijî mûxalîfan, di daîreyên harp ên taybet de, tên girtin. Rêxistinên wan ên tetîkêş van êrîşan pêk tînin. Li vî welatî, sûcê herî mezin ê ocaxên ulkucune. Mijara bombekrian Ozgur Ulke îro hûn dikarin di pirtûkan de bibînin. Ev biryar bû û bi cih anîn. Naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin. Dibêjin ‘ji çiyê werin xwarê û siyasetê bikin.’ Lê va ye em dibînin îro hemû siyasetmedarên kurd ên sivîl di girtîgehan dene. Pêşiya siyaseta sivîl girtin, pêşiya şer vekirine.”
Piştî daxuyaniyê, girseyê qerenfîl danên ber avahiya rojnameyê ya hatibû bombekirin û rojnameger Ersîn Yildiz bibîr anîn. 
 
Rojnameger ji bo ku gora Ersîn Yildiz ziyaret bikin ji qadê veqetiyan û berê xwe dan Yeşilpinar. 
 

Sernavên din

12:12 Ji bo rojnamevanên di bin çavan de daxuyanî tê dayîn | ZINDÎ
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Hevşaredarên DEM Partiyê civiyan
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû