Buldan bang li Davutoglu kir: Dem dema vegotina rastiyan e

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, têkildarî operasyona li dijî rêveberên HDP'ê ya der barê bûyerên Kobanê de bang li Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu kir û got: "Tam dema vegotina rastiyan e." 
 
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enyereyê di 25'ê îlonê de di çarçoveya “Lêpirsîna Bûyerên Kobanê" de li dijî endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê operasyon pêk hat. Di operasyonê de polîsan 20 siyasetmedarên Kurd binçav kirin. Lijneya Giştî ya HDP'ê piştî operasyonê civîya û nirxandinên berfireh kirin. Têkildarî armanc û polîtîkaya operasyona li dijî HDP'ê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Buldan, bal kişand ser armanca operasyona piştî 6 salan û wiha got: "Em dibînin ku hikûmeta AKP'ê demek dirêj e bi operasyonên qirkirina siyasî darbeyan pêş dixe. Ev operasyon jî pêngavek nû ya vê darbeyê ye. Ev operasyonek pir bi awayekî berfireh li dijî partiya me pêk hatiye. Di navde hevşaredar û endamên MYK'ya HDP'ê jî hene. Ev operasyon ne tenê li dijî HDP’ê ye. Ev operasyon li dijî gelê Tirkiyeyê pêk hatiye. Tu eleqeya wê û hiqûqê bi hev tune. Bi temamî siyasî ye. Bûyerên 6-8'ê Cotmehê 6 sal berê bûn. 4 sal berê lêpirsînê dest pê kir. Îfadeyên endamên MYK'ê girtin. Ayhan Bilgen ji ber vê meseleyê hat girtin û beraet kir. Tazmînat qezenç kir.  Niha li hemberî me îqtîdara bi tu awayî bi ser nakeve heye. Nikare aboriyê û pandemiyê bi rêve bibe. Bi her awayî asê maye. Niha bi operasyonên ku aqilekî nû ava bike emrê xwe dirêj dike. Hemû kesan li dijî vê operasyona li hemberî HDP’ê gotinên xwe anîn ziman. Ji xeynî AKP-MHP'ê hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî bertekên xwe anîn ziman. Hemû nivîskar û rewşenbir li dijî vê operasyonê derketin. Her kes li HDP'ê xwedî derketin. Di vî milî de AKP dê bêtir bi tenê bimîne."
 
Buldan, da zanîn ku her îtîefaqa demokrasiyê mezin dibe dixwazin vê yekê asteng bikin û wiha berdewam kir: "Di hilbijartinek pêş de êdî AKP bi tena serê xwe nikare bi ser bikeve. Dê li dijî Yekîtiya Hêza Demokrasiyê têk biçe. Ji ber vê yekê ew qas êrîş dike." 
 
'HÊZA ÎTÎFAQA DEMOKRASIYÊ MEZIN DIBE' 
 
Buldan, da zanîn ku piştî vê operasyonê gelek der û dorên cuda li partiyê xwedî derketin û wiha lê zêde kir: "Ewil wekî ku tenê operasyon li dijî endamên MYK'ê yên HDP'ê ye nîşan dan. Lê piştî xwedî derketin zêde bû, vê carê mijar guhertin. Xwestin bi Qendilê ve girê bidin. Ev operasyonek siyasî ye. Hemû kesên li me digerin vê yekê tînin ziman. Divê muxalefet di vê mijarê de paşerojê bibîne. Her ku opersyon zêde dibin muxalefet bêtir nêzî hev dibe. Li dijî êrîşan bingeha têkoşîna hevpar pêş dikeve. Îqtîdar jî herî zêde ji tifaqa muxaletefetê ditirse. Em dibînin ku li dijî êrîşan îtîfaqa demokrasiyê her ku diçe mezin dibe. Ji ber vê yekê operasyon ne tenê li dijî HDP’ê ye. Operasyon li dijî hemû gelê Tirkiyeyê pêk hatiye. Di hilbijartina pêş de AKP êdî bi tena serê xwe nayê hilbijartin û nikare Tirkiye bi rêve bibe." 
 
'EM HEV BI TENÊ BIHÊLIN DÊ SIBÊ DOR BÊ ÊN DIN JÎ' 
 
Buldan, xwest hemû hêzên muxalif mil bidin hev û li hev xwedî derkevin û wiha axivî: "Eger em li dijî van êrîşan dengê xwe bilind nekin û nebin yek dê sibê dor bê ên din jî. Tişta îro li me tê kirin dê sibê li hinekî din bê kirin. Ewil baro kirin hedef. Niha TTB’ê dikin hedef. Niha jî li dijî HDP’ê operasyon çêkirin. Em îro bêdeng bimînin dê sibê dor bê me jî. Ji ber vê yekê tam dem dema em bi hevre têbikoşin e."  
 
'DAVÛTOGLU JI HER TIŞTÎ AGAHDAR E' 
 
Buldan, bal kişand ser helwesta Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û wiha got: "Davutoglu ji her tiştî agahdar e. Her tiştî zane. Dem dema vegotina rastiyan e. Ez bawer dikim ku Davutoglu dê têkildarî tişta li HDP’ê hatiye kirin biaxive. Di pêvajoya 'Plana Têkçûnê' di meriyetê de bû, beriya pêvajoya çareseriyê me bi hevre mesaî kir. Me bi hevde dem derbas kir. Me bi hevre xebat kir. Ji ber vê yekê ji hemû van rastiyan agahdar e. Ew kesekî kîlît e. Lê îro serokê partiyek muxalif e. Piştî vê operasyonê li HDP’ê geriya. Gelek girîng û bi qîmet e. Ji ber vê yekê divê êdî rastiyan bîne ziman. Dem dema vegotina rastiyan e. Kesên wê demê di nava îqtîdarê de bûn û îro qetiya ne divê rastiyan bînin ziman. Ev gelek girîng e. Ev îqtîtar bi tu awayî nêzî çareseriyê nabe. Sedema hebûna me aştî, demokrasî û azadî ye. Me di 1'ê Îlonê de Deklarasyona Aştiyê  aşkere kir. Em dixwazin aştî bê vî welatî." 
 
Li dijî tecrîd, qeyrana aborî û siyasî divê aştî pêş bikeve. Niha pêdivî bêtir bi têkoşîna hevpar a ji bo aştiyê heye. Îro qeyrana aborî heye. Tecrîd heye. Li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin nayên kirin. Parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Tecrîd bêtir giran dibe. Li Tirkiyeyê polîtîkayên şer hene. Divê her kes  li dijî şer ji bo aştiyê erk û berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Heta aştî neyê vî welatî qeyran çareser nabin." 
 
MA / Berivan Altan - Emrullah Acar
 
 

Sernavên din

16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye