Ji şêwirmendê parlamenterê MHP'ê wêneyên îşkenceya li emniyetê 2020-05-31 19:33:00   AMED – Li ser hesabê twîtterê yê şêwirmendê Parlamentere MHP’ê Emre Soylû wêneyên îşkenceya ku li emniyetê li M.E.C. ku bûbû sedema mirina polisekî hatibû kirin bi vê nîşeyê “Xayîn, di destê şefqetê yê emniyete de ye” hat parvekirin. Duh, hatibû angaştkirin ku M.E.C. li kuçeya 718’emîn a taxa 5’ê Nîsanê ya Rezana a Amedê, li hişyariya polisan a “raweste” nesekiniye û gule li wan polisan reşandiye. Di encama gulereşandinê de polisek birîndar bûbû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê gelek polis sewqî taxê hatibûn kirin û dest bi operasyonê kiribûn. Piştî operasyona ku tevahiya şevê hat lidarxistin M.E.C. û M.A. û F.A. ku hat angaştkirin li cem M.E.C. bûne, hatin binçavkirin. WÊNEYÊN ÎŞKENCEYA LI EMNIYETÊ Wêneyên îşkenceya ku li emniyetê li M.E.C. hatiye kirin, li ser medya civakî hatin parvekirin. Şêwirmendê Parlamenterê MHP’ê Olcay Klavûz, Emre Soylû li ser hesabê xwe yê twîtterê 2 wêneyên îşkenceya ku li M.E.C. hatiye kirin, parve kir. Di wêneyekê de tê dîtin ku piştî binçavkirina xwe M.E.C. di maşîneyeke polisan de di navbera 2 polisan de rûniştiye. Di wêneyekê de jî tê dîtin ku M.E.C. li odeyekê ser dev û rû hatiye dirêjkirin û kinc li serê tunene. Di wêneyê de her wiha çoyê polisan jî xwanê dike û li odeyê 3 kesên ku tenê piyê wan xwanê dike jî hene. Tê dîtin ku ji van her sê kesan yek jê piyê xwe daniye ser pişta M.E.C. Şêwirmendê parlamenterê MHP’ê Soylû di parvekirina xwe de li ser wêne ev nîşe “Xayîn, di destê şefqetê yê emniyete de ye” nivîsandiye.