37 kesên din li Êlihê bi şewba Covît-19 ketin 2020-05-31 16:35:00   ÊLIH – Li Êlihê di rojên dawî de hêjmara kesên bi şewba vîrûsa Covît-19 dikevin zêde dibin. Odeya Tabîban a Êlihê diyar kir ku di rojekê de 37 kes bi şewbê ketin û xwest tedbîran ji dest bernedin.    Şaxa SES'ê ya Êlihê û Odeya Tabîban a Êlihê têkildarî şewba ku li Êlihê zêde dibe daxuyanî dan. Şaxa SES'ê û Odeya Tabîban di daxuyaniyê de diyar kir ku heta 27'ê Gulanê hêjmara kesên li Êlihê bi şewba vîrûsa Covît-19 ketibûn 625 kes bûn û 7 kes jî bi şewbê jiyana xwe dest dabûn. Sendîka û Odeyê anî ziman ku di nava kesên bi şewba Covid-19  ketibûn de 20 xizmetkarên tenduristiyê hebûn. Sendîka û Odê da zanîn ku heta niha 6 hezar û 200 test hatine kirin û wiha got: "Ji ber ku Wezareta Tenduristiyê agahiyên epidemiyolojîk ên der barê şewbê de parve nake, rastî nayê dîtin. Wezaret tenê encamê testa PCR parve dike. Lê divê encamên testên klinik, radyolojîk jî parve bike. Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ji bo encamên test û daneyên radyolojik, klînîkan jî parve bikin bang li welatên cîhanê kiribû. Lê Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê van daneyan parve nake.    Li bajar di nava rojekê de 37 kesên din bi vîrûsa Corona (Covît-19) ketine. Ev şewb tenduristiya gel tehdît dike û ev tehdît didome. Ji ber vê yekê divê kes sersar nebin û tevdîran ji dest bernedin.