Osman: Kurd bi yekîtiya neteweyî dê bi ser bikevin 2020-05-31 16:02:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Rêveberiya Eniya Demokratîk a Gel Adil Osman, têkildarî êrîşên balafirên şer ên TSK'ê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê diyar kir ku Tirkiye dest bi şerekî ne ehlaqî û wêrankirinê kiriye û xwest Kurd bibin yek. Osman, got: "Girînge hêzên Kurd bi taybet PDK û YNK di nava yekîtiya neteweyî ya Kurd de cih bigirin. Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin."    Endamê Desteya Rêveberiya Eniya Demokratîk a Gel Adil Osman têkildarî êrişên balafirên şer ên TSK'ê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji nûçegîhanê Rojnewsê Botan Germiyan re axivî. Osman, anî ziman ku li dijî gelê Kurd dewleta Tird dest bi şerekî wêrankirinê kiriye û wiha got: "Tirkiye her ku valahiyê dibîne lê dide. Êrişa herî dawî komkujiya li gundên Sefre û Dihokê bû. Di êrîşê de çend sivîl û şoreşgerên Kurd şehîd bûn. Bû sedema wêrankiriyê.  Serweriya xalak Herêma Kurdistanê û Iraqê binpê kir. Ev jî li dijî Kurdan şerekî taybete. Dixwazin bêjin, nahêlin gelê Kurd û şoreşgerên Kurd li mala xwe û li ser xaka xwe bi aram bijîn.”   'DIVÊ HÊZÊN KURD LI DIJÎ ÊRÎŞAN XWEDÎ HELWEST BIN'    Adil Osman, bal kişand ser armanca êrîşa Tirkiyeyê û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku ev êrişane encama şikestina dewleta Tirk a li qada şerê li hemberî gerîla ye. Di bin banê darbeyên  bi bandor ên gerîla de bêbandor maye. Bi riya balafir, sîxor, şerê taybet û teknîkê re dixwaze tirs û dudiliyê bêxe nava xelkê de. Di şer de parçe parçekirin, şewitandin, komkujî, hemû cûrên êrişan li ser Kudan bi awayek bi tirs bi kar tîne. Civaka navneteweyî, partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bêdeng in. Divê hêzên Kurdî li ser rewşê bi berpirsyar bin. Xwedî helwest bin. Xwedî li xak û welat û gelê xwe derkevin. Li Başûrê Kurdistanê PDK û YNK du partiyên desthilat in. Li şûna ku bikevine xizmeta proseya dagirkeriyê û bêdeng bin, pêwîste dengê xwe derxin. Eger nekarin jî herî kêm rê li pêşiya kesên ku dengê xwe dertêxin negirin. Divê alîkariya wan bikin. Ji ber ku ev alîkarî ji bo tevahiya gelê Kurd e, wê bibe yekîtî û hêz."    'YEKÎTÎ DÊ WAN BIBE SERKEFTINÊ'    Adil Osman herî dawî li ser girîngiya yekîtiya neteweya Kurd jî rawestiya û wiha bi dawî kir: ""Di encama lewazkirin, bêîradekirin û şkandina kesayetiya ferdê Kurd de, radestî dagirkeran dibin û proseya sîxorî û xiyanetê bi rê ve dibin. Hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê eger weke hizb jî beşdar nebin jî ji bo berjewendiyên xwe yên biçûk bêdeng in. Ji bo karê sîxoriyê zemîn çêkirine. Ev desthilatxwazî û berjewendîperestî  rê li pêşiya parçebûna gelê Kurd û negihîştiya armancên xwe vekiriye. Girînge hêzên Kurd bi taybet PDK û YNK di nava yekîtiya neteweyî ya Kurd de cih bigirin. Bibin parçeyek girîng a xeta serkeftina têkoşîna demokratîk  û neteweyî ya gelê Kurd ya li dijî dagirkeriyê. Ev yek dê wan bibe serkeftinê"