Polîsan bi lêdanê binçav kirin 2020-05-31 15:17:19   STENBOL - Polîsan li Navçeya Eyupê ya Stenbolê ciwanek bi lêdanê binçav kirin. Polîsan ewil destê wî li pişt wî kelepçe kirin û piştre binçavkirin.    Tundî û îşkenceya polîsan a li kolanan didome. Niha jî polisan li Eyûpê îşkence li welatî kirin. Polîsan li Navçeya Eyupê ya Stenbolê ciwanek bi lêdanê binçav kirin. Polîsan ewil destê wî li pişt wî kelepçe kirin û piştre binçavkirin.  Dema polîsan welatî kelepçe kir û binçav kirin, welatiyekî din dîmen kişandin kameraya telefonê.