Dê cenazeyê Kardal li Manîsayê defin bikin 2020-05-31 13:59:17   MANÎSA – Malbata Kartal dê cenazeyê Vefa Kartal ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest da, li Manîsayê defin bikin.    Malbata girtiyê nexweş Vefa Kartal ê ku li dijî binpêkirinên maf a li girtîgehan bi daxwaza tedaviyê ya ji ber nexweşiyên xwe rojiya mirinê û çalakiya birsîbûnê pêk anîbû, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest da, dê li Manîsayê defin bikin. Malbatê piştî bihîst ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye, derbasî Edîrneyê bûn. Malbat piştî cenaze ji Nexweşxaneya Zanîngeha Trakya girtin derbasî Stenbolê bûn. Malbata Kartan, anî ziman ku dê bi ambulansê ji Stenbolê cenaze bibin Manîsa û li Manîsayê cenaze defin bikin.