Rêxistinên jinan xwest Tirkiye ji Efrînê derxin û bersûcan darizanînin 2020-05-31 13:41:08   QAMIŞLO - Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî, hiqûqnas û tevgerên jinan kir ku komîteyekê girêdayî NY`yê ava bikin ku sûcdarên li dijî şêniyên Efrînê, bi taybet jinan, ceza bikin û Tirkiye ji Efrînê derxin.    11 rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo Tirkiye hêza xwe ji Efrînê derxin û dawî li kuştinan bîne daxuyaniyeke hevbeş da. Rêxistinên Jinan li Parka Xwendinê ya Qamişloyê, bi zaravayê erebî, kurdî û suryankî daxuyanî dan. Jinan diyar kirin ku kiryarên li dijî jinên ji Efrînê pêk tên, dûrî pîvanên mirovî û navneteweyî ne. Jinan di daxuyaniyê de wiha gotin: "Ji roja ku bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin û tevî berxwedana şêniyên Efrînê li hember koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografiyê ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye, kiryar û binpêkirinên ku digihîjin asta sûcên şer di nava bêdengiya navneteweyî de pêk tên.   Şêniyên Efrînê rojane di kiryarên dermirovî û tundiyê re derbas dibin. Jin rastî revandin, tecawizkirin, zewicandina bi darê zorê, zewicandina di temenê biçûk de tên. Her wiha îşkencekirina jinan di girtîgehên li Efrînê û gundewarên wê de da ku herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bikin, pêk tê.   ‘KIRYARÊN LI DIJÎ JINAN PÊK TÊNBIARMANCA ŞIKANDINA ÎRADEYÊ YE’         Bûyerên piştî şerê di navbera fesîleyên çeteyan de derketine, sûc û kiryarên di girtîgehan de têne kirin, eşkere dikin. Her wiha hat diyarkirin ku bi dehan jinên hatine revandin ku piraniya wan ji niştecihên resen ên Efrînê ne û Kurd in, hatine tecawizkirin û îşkencekirin, ev jî pîvanên mirovî û zagonên navneteweyî binpê dike.Tevî hemû kiryarên ku li dijî jinan ên bi hedefa şikandina îradayê, lê her tim jin bi israr in ku berxwedana xwe dewam bikin û tê bikoşin da ku civakeke azad û demokratîk ava bikin.”   ‘DIVÊ EV SÛC WEK SÛCÊN ŞER WERIN BINAVKIRIN’   Jinan bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqnas û tevgerên jinan kir û xwestin bêdengiya xwe xera bikin û dawî li ketina Tirkiye ya Efrînê bînin. Jinan xwest komîteyeke girêdayî NY`yê ava bikin û sûcdar bên cezakirin û wan sûcan wek sûcên şer diyar bikin û her wiha destekdayîna pêwîst ji bo parastina jinan û berxwedana wan bidin.   RÊXISTINÊN JINAN ÊN DAXUYANÎ DAN    Kongreya Star, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Jinan a Suryanî,  Meclisa Jinan a PYD`ê, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Buroya Jinan a MSD`ê, Buroya Jinan a Desteya Nîştimanî ya Erebî, Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Rêxistina Sara û Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.