Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in 2020-05-29 16:14:31 MANÎSA - Jinên ji bo Gulnûr Kocabaş a ji aliyê hevalê xwe yê zilam ve hat kuştin derketin kolanan, diyar kirin ku tundiya zilam a dijî jinê ji polîtîkayên nertiyê ne serbixwe ne.  Li Manîsayê Meclîsa Jinan û Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, derbarê Gulnûr Kocabaş a ji aliye hevalê xwe yê zilam ve hat kuştin de daxuyanî dan çapemeniyê. Jinên li cihê Kocabaşî hat qetilkirin kom bûn û pankarta “Em ê ji bo Gulnûr Kocabaş bêdeng nemînin” vekirin.    ‘EMÊ TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN’   Hevala kar a Kocbaş Yelîz Kurt li ser navê jinan axivî û wiha got: “Tundiya li dijî jinan her roja diçe zêdetir dibe. Dewleta desthilatdar a ku Peymana Stenbolê bi cih nayîne, tundiyê weke rêbaza çareseriyan pirsgirêkan dibîne. Di pêvajoya pandemiyê de, mal bûn cihên tundiyê. Ji bo jinan emê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji ber polîtîkayên ne cezakirinê tundiya li dijî jinê zêdetir dibe. Ji ber nêrîna zilam, mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê bêfonksiyon dimînin. Tundiya li dijî jinan, ji êrîşên li dijî destkeftiyên jinan ne cudatire. Emê têkoşîna xwe ya li dijî vê dewam bikin. Em ê beng nemînin."