Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin 2020-05-29 15:50:43 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê, rapora 4 mehan a binpêkirina mafên mirovan a Herêma Egeyê parve kir. Li gorî raporê li herêma Ege di 4 mehan de 8 hezar û 283 maf hatin binpêkirin.  Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê rapora binpêkirina mafên mirovan a di nava 4 mehên Çile, Sibat, Adar û Nîsanê de li Herêma Egeyê rûdane akere kir. ÎHD'ê rapor li avahiya Komeleyê bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Rêveberê Komeleya ÎHD'ê ya Îzmirê Alî Aydin rapor aşkere kir. Aydin, anî ziman ku di nava 4 mehên dawî de li bajarên Îzmir, Aydin, Denîzlî, Manisa, Uşak, Afyon, Kutahya, Antalya, Burdur, Mugla, Balikesir û Ispartayê de 8 hezar û 283 maf hatin binpêkirin. Aydin, destnîşan kir ku li gorî agahiyên ji çapemeniyê girtine û kesên serî li wan dane ev dane kom kirine. Aydin, destnişan kir ku ji ber vîrûsa corona di sûdgirtina xizmeta tenduristiyê de gelek zor û zahmetî hene û wiha got: "Welatî di vê pêvajoyê de rastî pirsgirêkên aborî, derûnî û gelek pirsgirêkên din re rû bi rû dimînin.    Aydin qadên ku maf lê hatine binpêkirin rêz kir û wiha got: "Di qada azadiya ramanê de 201 maf hatine binpêkirin. Di binpêkirina mafên jinan de 141 maf hatine binpêkirin. Di vê pêvajoyê de 39 jin hatine kuştin. Dîsa di vêpêvajoyê de mafê 62 zarokan hatiye binpêkirin. Bi giştî 12 zarok hatine kuştin. 9 zarok ji ber sersariyê jiyana xwe ji dest dane. Di vê pêvajoyê de 24 penaber mirine. Di qada ked û jiyanê de jî bi giştî Hezar û 363 mafê karker û kedkaran hatiye binpêkirin. Li girtîgehan 257 mafên girtiyan hatiye binpêkirin. Di vê demê de 4 girtî li dijî neheqiyê ketine greva birçîbûnê. Di rojiya Mirinê de Mustafa Koçak li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye. Di qada ekolojiyê de jî bi giştî 44maf hatine îhlalkirin. Dîsa di qadên cuda de jî 314 maf bi giştî heta niha 8 hezar û 283 mafên mirovan hatiye binpêkirin.