Rapora girtîgehên Wanê: Bila şandeyên serbixwe biçin girtîgehan 2020-05-27 16:12:00   WAN – ÎHD’ê û TUHAY-DER’ê têkildarî girtîgehên Wanê raporek amade kirin û di raporê de tê gotin girtî di pêvajoya koronayê de ji mafên yasayî mehrûm mane û tevdîrên li dijî koronayê hatine girtin kêm in.   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran (TUHAY-DER), li girtîgehên Tîpa T û F ên Wanê bi boneya xetereya vîrûsa koronayê (Covîd-19) serdanan pêk anîn. Her du saziyan rapora binpêkirina mafên girtiyan amade kirin û bi civînek çapemeniyê li avahiya ÎHD’a Wanê bi raya giştî re eşkere kirin.   Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mûrat Melet di civînê de axivî û xwest girtiyên nexweş demildest werin berdan û wiha got: “Li girtîgehan tevdîrin li dijî koronayê kêm in. Girtîgeh ji bo tenduristiyê baş nayên kontrolkirin. Pêwîste ji bo lêkolîn û kontrolê heyetên serbixwe biçin girtîgehan û çavdêriyan bikin.”   PERSONEL BÊMASKE DIÇIN Û TÊN   Rêveberê ÎHD’a Wanê Mehemt Karataş raporê eşkere kir û wiha got: “Di têketina girtîgehan de wezîfedar bêmaske û rêgeza mesafeya civakî binpê dikin û hemû personel bê tevdîr tevdigerin. Li beşa rêveberiya girtîgehê jî personel bê maske dixebitin. Dezenfektan û lepik û maske her çiqas bidin perseonelan jî lê kêm in û têr nakin.”   Karataş, binpêkirina mafan ên li girtîgehê rêz kir û wiha got:    * Li Girtîgeha tîpa T a Wanê hêjmara girtiyan a li qawîşan pir zêde ye. Ji ber vê yekê pirsgirêka razandin, paqijiyê zêde ye. Qawîş hefteyê carekê tên dezenfektankirin. Lê di demên dawî de dezenfektan nayê kirin.    * Li Girtîgehên Tîpa T a Wanê, Girtîgeha Tîpa F a Wanê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, mafê girtiyan ên zagonî yên azadiya bi destxistina agahiyan ji destê wan hatiye girtin. Mafê wan ê spor- çalakiyên civakî û mafê tenduristî û termankirinê ji destê wan hatiye girtin. Li 3 girtîgehan, pîvan û rêgeza şertên fizikî li ber çavan nayê girtin. Li 3 girtîgehan di pêvajoya COVİD-19 mafê wan ê zagonî ji destê wan hatiye girtin. Li 3 girtîgehan alav û amûrên parastinê yên wekî rûpoş lepik û dezenfektanê bi pereyan difiroşin girtiyan. Li 3 girtîgehan dema girtiyan ji qawîşan derdixin piştî lêgerînê û şûnde lepik û rûpoş didin wan. Lê dema girtî diçin telefonê lepik û rûpoş nadin wan.  Mafê sohbet û sporê bi temamî hatiye rakirin.    * Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, di destpêka şewbê de her hefte hundirê qawişan dezenfektan dihat kirin û tenê personel ji bo dezenfektanê diketin qawîşan. Lê lêgerîna qawîşan rîska şewbê zêde dike. Li vê girtîgehê rûpoş û lepikan bi pereyan didin girtiyan. Dezenfektanên destan jî bi 37 TL û destmalkên biçûk ên bi alkon jî bi 15 TL didin girtiyan. Girtiyên ku înfaza wan daketiye bin salekê, nayên berdan. Girtiyên nexweş dema dibin nexweşxaneyên navçe û bajar 15 rojan dixin qerantînayê.    * Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê qawîş ji 2 hefteyan carekê tên dezenfektankirin. Li heman girtîgehê dema girtiyê nexweş diçe revîr û nexweşxaneyê 15 rojan di qerantînayê de tê hiştin. Nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê ya zext û tundiyê li dijî girtiyan zêde ye. Mafê girtiyan ên kargo dereng tên bersivandin. Name u pirtûkan dereng didin wan. Mafê azadiya agahiyê tê binpêkirin. Mafê girtiyan ên zagonî hatine sînorkirin.