94 rewşenbîran rizgarkirina Efrînê xwestin 2020-05-27 14:59:36   NAVENDA NÛÇEYAN  - 94 rewşenbîrên Efrînê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin polîtîkayên dagirkerî û qirkeriya ya Tirkiyeyê û xwestin êdî hêza xwe ji axa Efrîne vekişînin.    94 rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rojnamevanên Efrînê ku Ebdula Şikakî, Cemîl Reşîd, Mihemed Bilko, Xelîl Xemgîn û Rohan Mistefa jî di nave de ne, bi sernavê "Efrîn... Qîrîna Zeytûnê" bal kişand ser dagirkerî û qirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê. Rewşenbîrên Efrînê destnîşan kirin ku dermankirina birînên Efrînê berpirsiyarekî dîrokî ye li ser milê Kurdan hemûyane û işaret bi girîngiya hewldanên yekîtiya hêzên Kurd kirin.   Banga hevpar a rewşenbîrên Efrînê wiha ye:   "Dagirkirina Efrînê derbasî sala sisiyê bû, bê tu asoyên bidawîhatina bobelata hatiye serê deverê, dema vegera şêniyên wê yên resen bo malên xwe, xuya bike. Hîn bi sedhezaran şêniyên wê yên bi darê zorê hatine koçkirin li kampên penaberî, gund û bajarên Şehba, Heleb û deverên Sûrî yên din şerpeze ne, herweha lêtengkirin li serê şêniyên Efrînê yên di hundirî herêmê de mane, berdewam dike da ku wan jî koçber bikin û ji malên wan derxînin.   Tê zanîn ku hikûmeta Enqerê komên çeteyan ên pê şer kirine, bi talankirina Efrînê xelat kirine, wan jî hemî kerb û kîna xwe lê saxkirin, gîşt pileyekê ku Efrîn weke devereke derve hemî zagon û nirxan bûye. Lê reftarê girûpên pêxwas desthilatdar e, ku kuştinê belav dikin û pir caran jî xwe bi xwe, li ser parên dizî û talanê şerê hevdu dikin.   Dengên ji hundir derdikevin, didin xuyakirin ku ew di mal û gundên xwe de asê mane û bangê li wijdana mirovahî ya maye dikin, da ku jiyanê di asta herî kêm de reha bikin, tiştê ku li wir diqewime jenosîd û dawîhanîna hebûnê ye. Ango hemî rengên binpêkirin û zêdegaviyan tê bikaranîn, ji tawankariyên kuştinê, revandin, girtina bi zorê, xwestina fidiyeyan, bi ser de jî kesek nizane çi li baregehên ewlehî û girtîgehên taybet diqewime.   Gelek tawankariyên li ser malûmilk, namûs û kesan tên kirin û êdî nema şêniyên deverê yên resen bi aramiyê hest bikin ne li kolanan û ne jî li malan û bi awayekî bêrawestan desteserkirin û qewitandina xwediyên xaniyan berdewam dikin.   Li jêr destê dagirkeriyê de, dîmenê cendekekî li çolê, kesek di mala xwe de hatibe kuştin yan serjêkirin, mêr yan jin be, bi awayekî normal derbas dibe, her weha bûyerên derîşikandina malan bi darê zorê û dizîn û kuştina xwediyên malê, bûye diyarde.   Li Efrînê, şivanên niştedagîr bi ser xwediyên zeviyan ên navsal de diqêrin û dibêjin: 'ev zevî milkê meye… divê tu jê derkevî', lê gava ew li ber xwe dide, tê şehîdkirin weke gelek navsalên din, ji ber wê hêja ye em bibîrbînin ku armancgirtina kalûpîran, armanckirina dawîtirî xêza berevaniyê ya ji ber dîrok û taybetmendiya Efrînê ve ye.   Tiştê ku li Efrînê diqewime jenosîdeke çandî ye, bi berdewamî kar li ser guhertina nasnameya herêmê ya çandî û civakî tê kirin. Turkkirina deverê bi rêya sepandina zimanê turkî tê kirin, her weha bawerî û gerdişên cuda tên çandin û ji aliyekî din ve îslamkirin di metiryalên xwendinê de, li gor rêbaza rêxistina Îxwan El-muslimîn tê ferzkirin. Di vî warî de mezelên olî, goristanên musilman û Êzdiyan serûber, bi tawanên kafirkirin û bêolderxistinê tên herifandin û dizîn.   Guhertina demogirafî, ne encama dagirkirinê ye, lê ev proje yek ji armancên herî sereke yên dagirkirinê ye, tê xwestin bi rêya koçkirinê re dever ji şêniyên wê were valakirin û yek ji nîşanên wê ew bû , gava ku asta êrîşên ser herêmê gur dibûn ala Tirkiyê li ser dezgeh û avahiyên fermî hat bilindkirin û dagirkirin hat ragihandin û ji hinge ve, roj bi roj demogirafiya herêmê tê guhertin. Ango niştedagîran bi hejmarên zêdetir tînin deverê û di malên şêniyên deverê yên resen de tên niştecîkirin û ewên ku di malên xwe de mane jî, jê tê xwestin ku kirêya malên xwe bidin çekdaran!   Ji debara jiyanê, heroj pilana lêtengkirin, perîşankirin û birçîkirina bi mebest, berdewam dikin, ev pilan jî di rêya sepandina bac, tehsîldariyên ne dadmend, desteserkirina malûmilkan, hilkirina darên zeytûnan, şewitandin û êzingkirina tewş ji daristanan re tê cîbicîkirin, herweha av ji bendava Meydankê bo wîlayeta Rêhaniyê tê dizîn.   Hikûmeta Enqerê di dema standina biryara şer de, ne tenê amadebaşiyên leşkerî hazir kiribûn, lê wê nexşeyên pêşwext bi gir û cîgehên şûnwarî jî amadekiribûn û bi taybet ewên tê pêşbînkirin ku gewher û terwendeyên dîrokî tê de hene. Li jêr bin destê dagîrkeriyê, pêvajoyên sîstematîk bo kolan û vekolana li dehên cîgehên dîrokî berdewam dikin û jê parşeyên şûnwarî û antîka hatin derxistin û bo Tirkiyê hatin şandin. Bê guman ev gav bi mebesta jinavbirina nasnameya dîrokî û çandî ya deverê ne.   Efrîn dozeke pir-alî ye, lê yê herî li pêş, aliyê wê yê netewî ye, wê lomê barekî dîrokî bi awayekî yekser dikeve ser milên Kurdan û bi taybetî dikeve ser milên partî, hêz û kesayetên Kurd ên xwedî bandor û ji wan tê xwestin ku li hev bikin û mala Kurdî bidin hev da ku bersivê li hemberî kampîneya jenosîdkirina giştî û sîstematîk ya li dijî Efrînê tê kirin, bidin û birîna wê ya ku ji bêtirî du salan de xwîn jê diherike derman bikin.   Em weke kesayetên rewşenbîrî û akademîsyan ên ku îmaza xwe dane ser vê bangewaziyê, li ser navên xwe her weha li ser navên bi hezaran kesên ku têkilî bi me re kirine, ewên ku niha li hundirî Efrînê, li kampên Şehba û bajarên din dimînin û ji ber ku baweriya me heye, doza Efrînê çarenivîsa Kurdan destnîşan dike. Ango tê naskirin ku doza Efrînê beşeke ji doseya Kurdî di nav pêngava çareserkirina kirîza Sûrî de, wê lomê, em bi hêz dengên xwe tevlî destpêşxeriya Hêzên Sûriya Demokirat dikin, ya bi armanca yekrêziya di navbera hêzên siyasî de hatiye û em tekez dikin ku piştgiriya me ji vê destpêşxeriyê re, helwestên mirûzxweşkirin û pîrozkirinê derbas dike, da ku her alî bi berpirsyariya xwe li hemberî civaka Kurdî rabin.   Îro, ji hemî hêzên Kurdî yên siyasî, rewşenbiran, şarezayên zanistî, xwediyên pênûsên azad bi rengên xwe yên ramanî, tê xwestin ku li hemberî civaka Efrînê, yên li hundir û kampanên penaberî û koçberiyê de, helwesteke rijd û zelal bidin, ji çarçova gotarên têyorîk derkevin û bersiva pirsên şêniyên Efrînê li ser çarenivîsa deverê, bi awayekî yekser bidin, rêkên bidawîkirina dagîrkeriyê werin dîtin, herweha çareyek ji êşa şêniyan re bê danîn, ji xwe van hêzên siyasî, ev erk û stûbariya hildane milên xwe û xwe wek nûnerên gelê Kurd didin naskirin, loma behaneyên paşxistinê nema tên pejirandin, herweha bi carekê netê qebûlkirin doza Efrîn dakeve meydana bazarê.   Her weha em bang li aliyên navdewletî yên serpereştiyê dikin, ku doza Efrînê û deverên din ên dagîrkirî, di pileya yekemîn de werin danîn, her weha nexşerê û bernameyeke kar a zelal were danîn da ku dagîrkeriya tirkî ji wan deveran re bê dawîkirin û koçkiriyên wan deverên dagîrkirî, bi awayekî aram vegerin ser axa xwe, herweha divê çarenivîsa bi hezaran kesên binçavkirî were aşkerekirin, kar li ser azadkirina girtiyan were kirin, hemî tawankar werin sizakirin û malbatên qurbaniyan werin qerbokirin."